Klîba nû ya li ser berxwedana gerîla: Lêxin lêxin

Li ser berxwedana gerîla ya li dijî êrişên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, stran û klîbeke nû hate amadekirin.

Strana bi navê "Lêxin lêxin" ji aliyê hunermendên Koma Botan a ser bi TEV-ÇAND a Rojava ve hate gotin.

Klîba stranê jî roja 9'ê Gulanê hate weşandin. Strana ku gotinên wê ji aliyê Delîl Mîrsaz ve hate nivîsandin, ji aliyê Danîş Botan, Nisrîn Botan, Gulistan, Mizgîn, Silêman, Çîmen û Delîl Mîrsaz ve hate gotin.

Stran qala berxwedana gerîla ya li Zap, Avaşîn û Metînayê tê kirin. Dewleta Tirk ji 23'ê Nîsanê ve êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Gerîla jî li dijî dagirkeran dest bi 'Pêngava Bazên Zagrosê' kiribûn.

Hunermendên Koma Botan diyar kirin ku bi stran û klîbeke nû wan xwestine bibin bersiv ji êrişan re.

Hunermend Danîş Botan got, "Em bi hunera xwe bersivê didin êrişên dagirkeriyê yên dijmin. Ji ber ku dijmin ji hunera me ditirse. Dixwaze hêza gel û gerîla lawaz bike. Lê belê çi dikin bila bikin wê nikaribin bi ser bikevin. Ji ber ku berxwedana lehengî dewam dike."

Botan her wiha diyar kir ku wê klîbeke nû bi navê 'Hêrsa Apoçiyan' jî amade bikin û vê klîbê li gundê Dêrûna Axê bikişînin.