KJK: 15'ê Sibatê komploya herî mezin a li dijî jinan e

Koordînasyona KJK'ê komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî şermezar kir û diyar kir ku wê ti carî qebûl nekin. KJK'ê ji bo Ocalan got, "Dostê rasteqîn ê jinê."

Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya salvegera 21'ê ya komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku komplo bi biryar û operasyona serkêşê sîstema hegemonîk DYE, hevkarê wê yê stratejîk Îsraîl û NATO'yê hate kirin.

KJK'ê komploya navdewletî ya li derveyî mirovahiyê bi hêrs şermezar kir û şehîdên ku bi dirûşma 'Hûn nikarin roja me tarî bikin çalakî li dijî komployê û tecrîda Îmraliyê pêk anîn, bi rêz û minet bi bîr anî.

Koordînasyona KJK'ê diyar kir, ev komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin komploya herî xayin a sedsala 20'an û ragihand, "Ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo jin û gelên cîhanê hemûyan roja reş e. Sîstema çarmixê ya Îmraliyê, sîstema hegemonîk e ku lîderekî azadîparêz, demokrasî û wekhevîparêz ê Rojhilata Navîn çarmix bike û ji bo qedandina wî weke komployekê hatiye amadekirin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Rêberê me bi sekna xwe ya îdeolojîk, polîtîk û jiyanê, mirovê azad ê Rojhilata Navîn temsîl dikir. Ti carî qebûl nekir ku bikeve min kontrola hêzên hegemonîk. Bi daxwaz û biryardariyeke mezin dixebitî ku li xaka Rojhilata Navîn mirovên azad, jin û mêr ên azad, jiyana azad biafirîne. Hebûn û têkoşîna Rêber Apo ya li Rojhilata Navîn hesabê DYE, Îsraîl, Îngilistan û hêzên sîstemê yên hegemonîk ên mîna wan di xwestin li Mezopotamyayê û tevahiya cîhanê pêk bînin xera dikir."

'JI BO JINAN KOMPLO HÎN GIRANTIR E'

KJK'ê destnîşan kir ku ji bo jinan wateya komploya navneteweyî hîn kûrtir e û ragihand, "Nêzîkatiya Rêberê me li azadiya jinê hîn jî ji bo me mijareke stratejîk e ku pêwîstî bi fêhmkirin û nîqaşkirina wê heye. Ji ber ku em ji dîroka xwe zanin ku mijarên herî zêde ji aliyê serdestan ve hatine nixumandin û ji rastiyê hatine dûrxistin, mijarên li ser azadiya jinê ne.

Rêber Apo di tevahiya jiyana xwe de bi asteke bilind karê azadiya jinê nirxand, bi pêş ve bir. Utopyaya şoreşên jinê yên bi heybet hîn di destpêka salên 1990'î de nirxand. Got, 'Şertê sereke yê şoreşgeriyê nêzîkatiya rast a li azadiya jinê ye."

KJK'ê destnîşan kir ku rêbaz û sekna jiyanê ya Rêberê Gelê Kurd, nêzîkatiya wî ya stratejîk a li azadiya jinê ya di nava şoreşa Kurdistanê de, helwesta wî ku azadiya jinê weke karekî sereke û herdemî ya niha û dema bê dibîne, gelekî girîng e.

PÊNGAVA RADÎKAL-ŞOREŞGERÎ

Koordînasyona KJK'ê di daxuyaniya xwe de got, "Em careke din dixwazin diyar bikin ku Rêberê me Abdullah Ocalan ne tenê rêberê gel û jinên Kurd e, di heman demê de bi modelên xwe yên jiyana azadîxwaz a gerdûnî rêberê azadiyê yê gel û jinên cîhanê hemûyan e ku xwedî vê wesfê ye. Rastiya jinê ku sîstema mêr a serdest bi zordarî, derewan, komployan di nava sîstemeke destavêtinê de ragirtiye, Rêberê me heqîqeta jinê derxist holê û ji bo jinan û civakê alternatîfên jiyana azad hem afirand hem jî pêk anî.

Serok Apo jin ji kolebûyîna mêr rizgar kir, desnîşan kir ku divê jin bibe ya xwe, rastiya 'Xwebûnê' afirand, ev yek civakî kir û xist meriyetê. Ev yek jî pêngaveke şoreşgerî ya radîkal e.

'TECRÎD SÎSTEMA BAVIKSALARÎ YE KU LI JINAN TÊ FERZKIRIN

Lewma avakirina sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê ne tenê sîstemeke ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye afirandin, sîstemeke ku sîstema baviksalarî li ser gelan û jinan ferz dike. Yê li Îmraliyê hatiye tecrîdkirin û di nava sîstema êşkenceyê de tê hiştin ne tenê Rêber Abdullah Ocalan e, di şexsê wî de daxwaza jiyana azad, demokratîk, ekolojîk a jinan, gelan û baweriyan e.

Rêberê me di tevahiya jiyana xwe de bi pêşniyar û karên xwe yên li ser artêşbûna jinê, partîbûna jinê, Jineolojiyê, xweparastina jinê, afirandina sîstema jinê, hevserokatî û temsîliyeta wekhev kir ku jin bi sedan salî bi pêş ve gavê biavêje. Di nava şert û mercên tecrîdê yên Îmraliyê de jî bi îdeolojî û nêrîna xwe gavên mezin avêt û kir ku jin jî di asta serdeman de gavan biavêjin.

'OCALAN HEVRÊYÊ RASTEQÎN Ê JINÊ YE'

Ji aliyê dîroka azadiya jinên cîhanê tevkariya Rêberê me ya li têkoşîna azadiya jinê her roj bêhtir tê fêhmkirin û ji ber vê yekê hezkirin, hurmet û dilsoziya jinên cîhanê ya li wî her roj zêdetir dibe. Rêber Abdullah Ocalan hevrêyê rasteqîn ê jinê ye. Şoreşa jinê ya li Rojava ku niha ji bo cîhanê hemûyî bûye çavkaniya sûdwergirtinê, yek ji berhemên Rêberê me ye.

Ji ber vê yekê em komploya navneteweyî ya ku di 15'ê Sibata 1999'an de li dijî Rêberê me hate kirin di heman demê de weke komploya herî mezin a li dijî jinan, li dijî dîroka azadiya jinê dibînin. Bi komploya li dijî Rêberê me xwestin ku derbeke mezin li daxwazên azadiyê yên jinê bixin, derbê li lêgerînên jiyana azad ên jinê bixin û jinê bi koletiyê mehkûm bikin."

'EM KOMPLOYÊ TI CARÎ QEBÛL NAKIN'

Koordînasyona KJK'ê destnîşan kir, ew vê komploya li dijî rêberê wan ê azadiyê hatiye kirin ti carî qebûl nakin û diyar kir, "Hewl didin ku vê komployê bi pêşengiya dewleta TC a faşîst qirker bidomînin. Em ê vê yekê ti carî qebûl nekin. Heta ku dîwarên Îmraliyê hilweşînin, em ê têkoşîna azadkirina rêberê xwe bi biryardarî bidomînin. Bi dirûşma 'Azadiya Rêberê me azadiya jinan e' li dijî sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê, li dijî polîtîkayên qirkirinê yên li hemberî gelê me, li dijî kuştina jinê û hewldanên tineknirina destketiyên jinê, em ê têkoşîna xwe li her qadê bimeşînin. Em ê berxwedanê mezin bikin." Bi coşa ruhekî fedayî em ê ji bo azadiya Rêberê xwe, jinan, gelê xwe û gelên xwe bixebitin."

Di dawiya daxuyaniyê de her wiha bang li her kesî hate kirin ku di salvegera 21'emîn a komploya navneteweyî de jiyana azad ava bikin, çalakiyên ji bo azadiya rêbertî xurt bikin û her bajar, tax, kolan, gund, mal, kargeh, zindan, çiya her qadê veguherînin qadên berxwedan û azadiyê.