KCK: Dema wê hatiye ku mirov ji desthilata AKP-MHP’ê xilas bibe

KCK’ê diyar kir tekane fikara AKP-MHP’ê ew e ku desthilata xwe li ser piyan bihêle, vîrûsa koronayê ji xwe re weke fersend dibîne û êrîşên xwe zêde dike. KCK’ê bang kir ku piştevanî û rêxistiniya xwe xurt bikin, li dijî desthilatê têkoşînê geş bikin.

KCK’ê destpêka daxuyaniya xwe stranbêja endama Grûp Yorum Helîn Bolek ku di girêva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest dayî bibîr anî, sersaxî da hevalên wê, hunermendan, malabata wê û gelên Tirkiyê û got,’’Bîranîna wê di têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelan de wê were jiyîn, pergala qirker, faşîst û olîgarşîk bi mîsogerî wê were hilweşandin.’’

Bi berdewamî hate gotin desthilata faşîst a AKP-MHP’ê li dijî Kurdan, li dijî şoreşger û demokratan her cure rê û rêbaza kirtêt bi kar tîne, karakterê xwe yê dijmirovî nîşan dide, bi tirsa ku wê desthilata xwe ji dest bide ji hunermendan, ji kesên ku twîtan dinivise û ramana xwe diyar dike ditirse û diyar kir desthilata ku ji hunermendan, ji twîtên dused tîpî ditirse ev tê maneya ku demên xwe yên dawî dijî.

KCK’ê got,’’Hêza kesên ku hunerê dikin her demê ji ya çêkerên qanûnê zêdetir e. Deshilata ku dijminê hunerê ye, tenê qirdikan û şalavan dixwaze nikare li ser piyan bimîne. Ên ku ji hunerê ditirsin û dixwazin hunermend bimirin ber bi dawiyê ve hatine. Tenê ku hemû hêzên demokrasiyê werin gel hev û bi ser vê desthilatê de biçin bes e.’’

Daxuyaniya Hevserkatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi berdewamî wiha ye:

JI BER VÎRÛSA KORONAYÊ JI MIRINA ZÊDE BERPIRS DESTHILATA AKP-MHP’Ê YE

Karakterê desthilata faşîst a AKP’ê MHP’ê ya qirker a li Tirkiyê piştî ku vîrûsa koronayê derkete holê bi rengekî hê beloq hate dîtin. Ev desthilata faşîst ku ji bo desthilata xwe li ser piyan bihêle her tiştî rewa dibîne, hê ji destpêkê ve wiha nêzîkî rastiya vîrûsa koronayê bû. Tirsa ku ji desthilatê bikeve hemû polîtîkayên vê desthilatê diyar dike.

Dema ku li Çînê vîrûs berbelav bû, li rex Tirkiyê li Îranê hate dîtin Tirkiyê got, ‘’Li nav me nexweşiyên vîrûsê nînin.’’ Du mehan propagandaya li Tirkiyê vîrûs nîne, kirin. Bi vî rengî bi gotina di desthilata AKP-MHP’ê de li Tirkiyê vîrûs dernekete holê xwestin ku destekê ji bo desthilata xwe zêde bikin. Ji bo ku puanên li desthilata xwe zêde bike tevdîrên ku diviya li dijî vîrûsê bistanda 2 mehan bi derengî xist. Bi vî rengî mirovan jiyana xwe ya asayî jiyan. Ji bo kesên ku ji derveyî Tirkiyê hatin ti tevdîr nehate stanin û virûs destpêkê li Stenbolê li hemû bajarên mezin berbelav bû.

Ji wir jî li Tirkiyê û Kurdistanê berbelav bû. Berpirsê ku kirî vîrûs li Tirkiyê pir berbelav bibe desthilata AKP-MHP’ê ye ku tevdîr 2 mehan bi derengî xistin. Ji mirina zêde ev desthilat berpirs e. Vîrûs ji ber ku pir berbelav bû hefsar ji dest çûye. Ji ber vê zor lê dibe ku were kontrolkirin. Niha bi fikara ku ev sûcê ku kirîn ji hêla civakê ve hatî dîtin, her kêlî dibêjin me tevdîrên xwe zû gritin û wiha dixwazin ser rastiyê bigirin û berevajî bkin.

DESTHILATÊ HIJMARA MIRIYAN VEŞART

Piştî ku hebûna vîrûsa koronayê qebûl kir dîsa bi fikara ku desthilata xwe li ser piyan bigire û ji bo ku xwe serkeftî nîşan bidin hijmara miriyan veşartin. Heke 100 mirî hebûna weke 10 miriyan dan. Dema ku desthilatê vîrûs cidî negirt, dema ku berbelaviyavê û encamên ku derxistin hate veşartin civakê jî tevdîrên ku hatine standin cidî nedît, bi vî rengî vîrûs hê bêhtir berbelav bû. Dema ku bi propagandayê û bi reşkirina şerê taybet nêzî vîrûsê bû, ku li Tirkiyê bi vî rengî nêzî hemû rewşên cidî dibe, gelên Tirkiyê û kedkarên wê hatin rewşa ku berdêlên giran bidin.

Desthilata AKP’ê ku bi fikara deshilata xwe li ser piyan bihêle hebûna vîrûsê qebûl nekirî û 2 mehan dereng xistî, gel bi berdêlên giranre rûbirû kir, desthilata AKP’ê li gel rewşa giran a ku derketiye holê jî, hê bi mantiqa ku ji bo desthilata xwe bike avantaj û desthilata xwe li ser piyan bihêle tevdigere. Fikara wê ne tendiristiya mirovan lê li ser piya hiştina desthilatdariya xwe ye.

TI CARAN WÊ HIJMARA RAST NEDIN

Ev desthilata ku ji bilî desthilatê ti fikara wê ya dî nîne hê jî ser mirinan digire. Dibêje mirin li cem min ev qas in, li Elmanya ev qas in û hewl dide ku xwe serkeftî nîşan bide. Van demên dawî sedema ku mirinan zêde dibêje ew e ku welatên din jî mirinan pir dibêjin. Niha jî weke ku hijmara miriyan rast dide xwe nîşan dide. Lê ti caran wê hijmara rast nedin. Mirina li nav xwe wê ji ya welatên mîna Elmanya û Hollanda kêm nîşan bidin û wiha hesêb dikin ku propagandayê bikin. Jixwe her roj nîşan didin bê ka rewşa welatên din çendî kambax e û wiha hewl didin rewşa xwe bidin qebûlkirin. Her wiha weke ku desthilat ne sernekeftî be ên dimirin temenê wan di ser şêstî re ye û jixwe nexweş bûn, bi gotinên wiha dixwazin rewşê sivik bikin, bi vî rengî dixwazin helwesta kedkarên ku di şertên hêla koronayê de dixebitin û helwesta derdorên din ên civakê kêm bikin, bi vê jî nîşan didin bê ka çendî dûrî mirovahiyê ne.

JI BO PROPAGANDAYÊ MALZEME ŞANDIN SPANYA Û ITALYAYÊ

Di rewşeke wiha de ku binesaziya wê ya tendiristiyê wiha ye û li Tirkiyê di dijî têkoşîna dijî vîrûsa koronayê de ekîpmana herî girîng kîtên analîzê ji Çînê standiye û hê jî li nav welatên cîhanê li gel ku ya herî kêm testkirî ew e jî, bi balafira kargoyê tenê ji bo propagandayê hin malzeme şandin Spanya û Italyayê. Tişta ku civak dijî û dibîne û medyaya alîgir nîşan dide, ti têkiliya xwe bi hev nînin. Ji ber vê civak ji ti daxuyaniya vê desthilatê bawer nake. Civak tenê ji tişta ku dijî û dibîne bawer dike. Maneya biwêja ‘ne hesil kil û kildan e, hesil teşî û badane’ di demên wiha yên bobelatê de derdikeve holê. Ji ber ku di demên rehet de quretîkirin ti rastiyê venabêje.

ÇI TIŞTA KU AKP-MHP DIKE JI BO KU DESTHLATA XWE LI SER PIYAN BIHÊLE DIKE

Desthilata faşîsta a AKP-MHP’ê piştî ku vîrûsa koronayê derkete holê êrîşa li ser Kurdan û hêzên demokrasiyê bêyî ku sist bike didomîne. Bi rengekî aşkare nîşan daye Tirkiye têk jî biçe, hilweşe jî, her kes li ber mirinê jî be wê dest ji şerê li dijî Kurdan û hêzên demokrasiyê bernede. Ne tenê li ser gelê Kurd û hêzên demokrasiyê jî, zexta li ser hêzên muxalîf nav pergalê jî di pêvajoya vîrûsa koronayê de zêde kiriye. Dibêje di vê demê de ez çi zextê bkim wê kesek dengê xwe dernexîne, hewl dide ku dîktatoriya xwe qeyîm bike. Di demên wiha de ramana xwe ya siyasî çi dibe bila bibe li şûna ku piştevaniya civakî xurt bibûya bi temamî bi nerîna siyasî û partîzanî hatiye armanckirin ku muxalîf werin bêbandorkirin. Beriya niha bi polîtîkayên şer muxalîfên xwe bêdeng dikir, niha jî di fikara vîrûsê ya civakî de berê xwe daye muxalîfan. Bi vî rengî ji bilî wê ku desthilatdariya xwe bidomînin, careke dî nîşan dane ku çi nirxên wan ên exlaqî, ûcdanî û nirxên hevpar ên civakî li gel wan nîne.

Piştevaniya civakî xisletekî sereke yê mirovahiyê ye. Xisletê sereke yê ku civakan dike civak ev e. Dema ku li nav civakê giyanê piştevaniyê bimire hemû nirxên din jî dimirin. Ev desthilat dibêje ku civak piştevanê hev be, li dijî desthilatê wê rêxistinî be û bi helwesteke hevpa be, desthilatariya min qls bibe û ji bo vê jî naxwaze ku ti piştevanî çêbibe. Ji bo ku desthilatdariya xwe bidomîne divê ti nirxê hevpar ê vê civakê, divê helwest û jiyaneke xwe ya civakî nebe. Ji bo desthilatdariya faşîst dive bûbe mîna keriyan, ji bilî ya ku dewletê diyar kirî divê ne xwedî ti fikir û helwestê be, ev civakeke wiha dixwazin. Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ji bo ku civakeke wiha biafirînin destûrê nadin ti xebateke civakî. Tenê komele û weqfên di bin nîrê wê de dikarin xebatên wiha bikin. Hemû kar û xebatên ku ev dikin jî ne ji bo civakê ye, ji bo ku desthilatdariya xwe li ser piyan bihêlin.

JI BER KU DESTHILDAT DIJMINÊ DEMOKRASIYÊ YE ÊRÎŞÎ ŞAREDARIYÊN MUXALÎF DIKE

Di van rojên zor û zehmet yên şaredariyê de ku herî zêde bi civakê re di nav hev de ne û nûnerê erê yê civakê ye, rêgirî lê têkirin ku destekê bide civakê. Di roja me ya îro de bi taybet şaredarî weke yekane saziyên ku civakê li ser lingan digire ye. Şaredarî tê wateya demokrasiya xwecihî û yekîneyên demokrasiyê. Di demokrasiyê de sînordarkirina dewlet û rayedarên desthilatê, tê wateya bihêzbûna gel û civakê ya li pêşberî navendîbûna dewletê. Dewlet û desthilata berê bi taybet di nava du sed-sê sed salên dawî de hê zêdetir navendî bûye û ketiye şeklê destpotîk. Desthilatên faşîst rewşa herî berbiçav a desthilatên destpotîk ên navendî ne. Desthilata AKP-MHP’ê ji derveyî desthilata navendî, naxwaze qadeke ya nefeshiştin û demokrasiyê ji bo civakê nahêle. Ji ber ku dijminê demokrasiyê ye êrîşî rêveberên xwecihî û şaredariyên nikare bixe di bin kontrola xwe de êrîş dike. Duh bi giranî êrîşî şaredariyên gelê Kurd kirin, niha jî dixwaze şaredariyên mûxalîf ên nava sîstemê jî bê bandor bike. Dixwazin şêwazekî cuda ya qeyman pêş bixin.

Demokrasî tê wateya bihêzbûna gel. Tê wateya rêveberiya gel. Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê jî şaredarî, demokrasiya xwecihî û bihêzbûnagel weke derveyî dewletê dibîne û êrîş dike. Ji derveyî hêza otorîter a navend ti yekîneyeke demokrasiyê yan jî rêxistinbûna civakê û piştevaniyê qebûl nake. Ev ne tenê dijminahiya demokasiyê ye, dijminahiya gel û civakê ye. Bê şik û guman dijminahiya demokrasiyê jî tê vê wateyê.

AKP-MHP DIJMINÊ CIVAK Û GEL E

Piştevaniya xwecihî û ciakê pir girîng e. Civak û şaredarî yên herî baş dizin ku kêne muhtac. Dîsa dixzanin piştevaniya kê bikin. Dewlet jî her demê çavê xwe li hevkarên xwe digerîne. Ji ber ku ji nêz ve civakê nas nake, di çareserkirina pirsgirêkan de kêm dimîne. Bi taybet di şewbên wiha de xwerêxistinkirina xwecihî û civakan gihandin civakê girîng e; astengkirina tevnên piştevaniya xwecihî û ciavkê bi temamî dijminahiya gel e. Niha yekîneyên herêmî, rêxistinên civaka sivîl ji bo dagirtina valahiyên dewletê û ji bo xizmeta civakê bike hene. Lê ji ber ku desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ji ber ku dijminê demokrasiyê ye êrîş piştevaniya civakê û dîsa yekîneyên demokrasiya herêmî dike. Desthilata AKP-MHP’ê têkoşîna li dijî şewbê ji ber ku wiha lewaz kir, di rewşa dijminahiya civak û gel de ye.

DIVÊ EM LI DIJÎ HER CÛRE ŞIDETA LI DIJÎ JINÊ RABIN

Ti derdekî yê dewletê yê vê civakê û mirovan nîne. Mînaka vê ya herî ber bi çav; hê jî xebitandina karkeran ya bi rûbirûbûna şewbê re hiştiye û li dijî şideta li ser dijnê bêdeng e. Pirsgirêkên gelan ji ber ku tenê bi nêzîkatiya desthilat û mêtingeriyê nêzîk dibe di nava civakê de pirsgirêka herê bingehîn a civakê di mijara têkiliyên jin-mêr de li pêşberî pirsgirêkên derdikevin nebûna xwedî ti helwesekê ye. Di demekê de ji bo pêşîgirtina şewbê gotina li mal bimînin, pirsgirêka aborî û civakî ya li malê wan eleqedar nake. Berê di nava rojê de şideta mêr a derdike, îro şideta li ser jinê di nava 24 saetan de belav bûye û şidetên li dijî jinê zêdetir bûye. Çawa ku ti tedbîr û gotineke vê desthilatê ya li dijî şideta li ser jinê nîne, şidetê normal dibîne û ketine nava helwesekî erêkirinê. Ji ber vê em, gelê Kurd hemû, gelên Tirkiyeyê divê şideta li ser jinê dixwazin bidin nîşandan ku nexweşiyeke civakî ya mêr a li ser jinê ye. Şoreşa jinê ya li Kurdistanê pêş ket, di wê baweriyê de ne ku şoreşa demokratîk mêr jî guherandiye; li ser vî bingehî ji bo li ser bingeheke têkiliyên demokratîk û wekhev a jinê pêş bikeve ev yek wê li gelê Kurd û mêran bê; bang dikin ku divê li em li dijî her cûre şideta li ser jinê bê kirin rabin.

DIXWAZIN GIRTIYAN BI XETERIYA MIRINA TOPYEKÛN A ŞEWBÊ RE RÛ BI RÛ DIHÊLIN

Gelê me û hêzên demokrasî yên bi nirx;

Di demê vîrûsa Koronayê de em hê baştir dibînin ku desthilata AKP-MHP’ê li pişta gelê me bûye bar qirnî. Yekane derdê desthilata tifaqa AKP-MHP’ê desthilata wê ye û bi polîtîkayên dişopîne ne çareseriya pirsa gelan e. Bi mezaxtin û dabînkirina çekan a ji bo çete û şer hatin dayîn, wê bikaribana li Tirkiyeyê pêşî li şewbê bigirta û ji bo şewbê jî sîstemeke ya tenduristiyê ava bikira. Ti sîstemeke ya tenduristiyê û pêwîstiyên civakî yên vê desthilatê nîne, li gel vê jî beşek mezin ên sîstema tenduristiyê ya vê jî xizmetên tenduristiyê bi pereyan radestî şirketan kiriye. Ev sîstemên tenduristiyê ne ji bo kesên civakê yên hejar, ji bo beşên dewelemend hatine çêkirin. Ev rastî tenê jî be rûyê desthilatê radixe berçavan.

Desthilateke ku bi ti pirsgirêkên civakê re eleqedar nabin heye. Em qala desthilatekê dikin ku hemû derfet û hêza xwe ya dijminahiyê li dijî gelê Kurd û demokrasiyê dimezêxe dikin. Ji ber metirsiya belavbûna şewba vîrûsa Korona ya li girtîgehan yem car hêzên demorkasiyê kirin rojev, lê desthilata faşîst a bi hişmendiya ‘Kurd bila dayika xwe nebîne’ hêzên demokrasiyê yên Kurd û dostên Kurdan digirin zindanan û bi xeteriya mirinê ya topyekûn a şewbê re rû bi rû dihêle.

Di serî de gelê Kurd û hemû gelên Tirkiyeyê, divê dijminahiya desthilatê ya li ser gel û civakê bibîne. Çawa ku di nava du mehan de ji ber tedbîrên kêm ên vîrûsê bi hezaran kes mirin, bi pêşîgirtina piştevaniya herêmî ya civakê, li dijî vê vîrûsê û pirsgirêkên bi xwe re anî têkoşîna xwe lewaz kiriye û ketiye nava sûcê.

Divê gelê me û hemû beşên civakî piştevaniya xwe bi hêz bike, li dijî vê vîrûsê têkoşînê bike, bi vê piştevanî û rêxistikirinê, li dijî desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ya li dijî gel bûye makîneyeke ya şer, bi her rê û rêbazê têkoşînê bilind bike. Êdî dem hatiye ku ji vê desthilatê rizgar bibin!!”