Kaplan: Ji bo Kurdî rexnedayîna xwe didin

Alîkarê Hevserokê HDP’ê Kaplan anî ziman ku ji bo valaderxistina polîtîkayên asîmlasyonê ya sîstemê pêwîstî bi refleksek cidî heye, diyar kir ku kampanya Kurdî ya HDP’ê jî, rexnedayîna vê yekê didin.

Hevberdevkê Komîsyona Şopandina Nexşerêya Kurdî Selîm Kaplan bal kişand ser bandora zimanê dayikê ya li ser her ferdekî civakê, diyar kir ku yekan e amûra herî girîng a civakîbûna mirovahiyê zimna e.

Kaplan bibîr xist ku bi dehan nivîskarên Kurd ji ber polîtîkayên asîmlasyonê yên dewleta Tirk, berhemên xwe bi zimanê xwe nenivîsandine. Kaplan anî ziman ku avakirina komîsyona têkildarî ziman weke renxedayîn pênase kir, seferberiya perwerdehiyê dane destpêkirin.

Hevberdevkê Komîsyona Şopandina Nexşerêya Kurdî Selîm Kaplan têkildarî kampanya fêrbûna zimanê Kurdî ya ku bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê dabûn destpêkirin ji ANF’ê re axivî.

Kaplan diyar kir ku bi destpêkirina sîstema perwerdehiyê ya 4+4+4 re hê ji tememên pir biçûk ve asîmlasyon destpê kir û got: “Eger hûn ferdî ji zimanê wê/î qut bikin, bi xwezayî têkiliya wî ya bi dîrok, raman û netewê re, eger di çarçoveyek din mezintir de lê binêrî ji cîhan, mirovbûna wî/ê qut dikî. Dîroka civakîbûna mirvahiyê heman demê dîroka pêşketina ziman e jî.”

Kaplan anî ziman ku qetilkirina zimanê keskekê tê wateya ne tenê kuştina wî kesî, heman demê tê wateya kuştina mirovahiyê û got: “Dema ferd dîrokê li gel xwe digire, heman demê nirxên ku bi ziman ve pêş dikevin jî digire. Di şexsê Kurdan de ku bi sedê salan e êrîşî zimanê wê dike û dîsa îmha û redkirina Kurdan tê wateya di cîhanê de qetilkirina 8 milyar mirovan. Pêşîgirtina polîtîkayên êrîş, cihêkarî û her cûre zextên li ser ziman, mafê herî bingehîn ê mirovahiyê ye.”

Kaplan bibîr xist kir ku di dîroka Komarê ya sed salî de bê navber û domdar li ser zimanê Kurdî êrîş pêk hatine, mafê mirovan hatiye binpêkirin. Eger ku bi xebatên HDP’ê re derdorek demokratîk bê avakirin, wê li Dîwana Edaletê ya Lahey bi sîstemeke ya darezandinê re rû bi rû bimînin.”

Kaplan destpêkirina kampanya zimanê Dayikê weke rexndayîn nîşan da û wiha pêde çû: “Dema di asta giştî de digirin dest, ji bo di nava partiyê  de Kurdî bibe zimaneke bibandorker, gava ku me avêtî, tê wateya ku ji polîtîkayên asîmlasyonê yên sed sal in li Tirkiye li ser Kurdî heye bêjin ‘rawest e’. Ez berdevkê komîsyonê di serî de gelê kurd û hemû gelên mezlom ên li derveyî desthilat û dewletê mane, rexnedayina xwe didin. Ji bo ziman derveyî Tirkî di nava civakê de bi bandor bibin ne bûne xwedî polîtîkayên bi hêz. Zehmetî çi dibin bila bibin, ji ber me ji derveyî zimanê Tirkî zimanên din bi bandor nekiriye ji gelê xwe daxwaza qebûlkirina rexnedayina me dikim.

Hevberdevkê Komîsyona Şopandina Nexşerêya Kurdî Selîm Kaplan herî dawî got: “Wê ji bo zimanên din jî komîsyon bên avakirin. Sîstem êrîş dike, zorê dike û dixwaze bihelîne, lê ji bo valaderxistina hemû asîmlasyonan refleksek cidî ne gelê Kurd û ne jî saziyên wê pêş xistiye. Bi taybet di nava 5-6 salên dawî de em HDP zêdetir bi Tirkî xebat kir, ji derveyî Tirkî bi qasî em dixwazin bername nehatin pêşxistin, nebûn xwedî polîtîkayeke baş, ji ber vê yekê hem di nava partiyê de hem jî ji nava gel rexne hatin. Ji bo vê yekê ji bo zimanê Kurdî di nava partiyê de bê pêşxistin me pêwîstî bi komîsyoneke wiha dît. Ji bo vê yekê me 21’ê Sibatê serferberiyeke ya perwerdehiyê destpê kir. Komîsyonê wê ji niha û şûnde ji bo zimanê Kurdî bibe ziamanê fermî, bibe zimanê perwerdehiyê têkoşînê bike û bişopîne.”