Jinên Kurd ên li Gurcistanê tecrîd şermezar kirin

Jinên Kurd ên li Gurcistan, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Jinên Kurd ên li Gurcistanê, bi wesîleya pêngava 'Bes e ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re, dem dema azadiyê ye' axivîn.

Jinan diyar kirin ku ew tevlî pêngavê dibin û têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê di çarçoveya pêngavê de mezintir bikin.

Her wiha hate ragihandin ku konsepta înkar û tunekirinê ya dewleta Tirk a faşîst a li dijî Kurdan nikare bi ser bikeve.

Jinan diyar kirin ku Kurdên li Gurcistanê timî bala wan li ser rewşa li Kurdistanê ne, lewma ew tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ti carî qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin.

Jinan bang li saziyên mafên mirovan û raya giştî ya cîhanê hate kirin ku hovîtiya tecrîdê bibînin û li dijî vê yekê tavilê helwestê nîşan bidin.