Ji Zagrosan heta Botanê her der cihê çalakiyan e

Gerîlayên HPG û YJA Starê ji Zagrosan heta Botanê her der li dijî êrişên dagirkeriyê kirine qada çalakiyan. Di çalakiyan de herî kêm 12 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ev daxuyanî da:

"Di çarçoveya pêngava 'dem dema azadiyê ye' hêzên me ji Botanê heta Zagrosê çalakiyên xwe dewam dikin.

ÇALAKIYA TOLHILDANÊ YA HÊZÊN PARASTINÊ YÊN HEWAYÎ

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên me yên hêzên me yên HPG û YJA Starê wiha ne:

Hêzên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal; 6'ê Gulanê saet di 13:00 de li dijî dagirkerên li ser Girê Zendûra yê herêma Metînayê du çalakiyên hevdem kirin. Heman rojê saet di 14:30'î de ji hewayê ve li dagirkerên li vê derê hate xistin. Di encama her sê çalakiyên serketî de derb li dagirkerên li ser Girê Zendûra hate xistin.

Ev çalakî ji bo hilanîna tola hevrêyên me yên bi fermandariya hevrê Serhat Giravî di Berxwedana Mamreşo de bi lehengî şer kirin û şehîd bûn, hatin lidarxistin.

1'ê Gulanê li herêma Cûdî li dijî dagirkerên li qada Deriyê Warayê çalakiya sûîqestê hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

Bi çarçoveya 'Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê';

6'ê Gulanê saet di navbera 17:00-18:00 de li herêma Metînayê li dijî dagirkerên li ser girên Zendûra yê Mezin û Zendûra yê Biçûk bi çekên giran çalakî hate kirin. 3 roketên katyûşa li Girê Zendûra yê Mezin li kozikên dagirkeran hate xistin. Li Girê Zendûra yê Biçûk jî 2 roketên katyûşa li kozikên dagirkeran hate xistin. Di her du çalakiyan de derb li çeperên dagirkeran hate xistin, lê hejmara dagirkerên hatin cezakirin nehate zelalkirin. Dagirkeran piştî çalakiyê bi çekên A4 li derdorê reşandin û bi obusan derdor bombe kirin.

Bi çarçoveya 'Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê';

6'ê Gulanê saet di 12:30'î de li herêma Avaşînê li dijî dagirkerên li Qela Mamreşo û Girê Şehîd Mûnzûr bi doçkayan çalakî hate kirin. Hejmara dagirkerên hatin cezakirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.

6'ê Gulanê saet di 13:45'an hêzên me yên YJA Starê li herêma Avaşînê bi hawanan li dagirkerên li ser Girê Şehîd Serdar xistin. Saet di 14:00 de jî bi doçkayan li dagirkerên li ser heman girî hate xistin. Piştî çalakiyê dagirkeran bi çekên giran bombe li derdorê barandin.

6'ê Gulanê li herêma Avaşînê li ser Girê Şehîd Serdar ji bo 15 deqeyan şer qewimî. Agahiyên berfireh ên li ser vî şerî dema bi dest ketin wê bi raya giştî re bên parvekirin.

6'ê Gulanê saet di 14:00 de dagirkeran bi piştgiriya helîkopterên êrişê li qada Aris Faris a herêma Avaşînê dest bi operasyonekê kirin. Dema ku dagirkeran hewl dan bikevin çeperên şer, hêzên me saet di 16:30'î de bi bombeyên destan û çekên ferdî ji cihekî nêz ve li dagirkeran dan û dest li wan werdan. Bi qasî ku hate zelalkirin dagirkerek di vê çalakiyê de hate cezakirin. Şerê li vê qadê heta êvarê dewam kir. Saet di 20:00 de hêzên me bi çekên termal derbeke giran li dijmin xistin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 4 dagirker hatin cezakirin. Di şerê vê qadê de bi giştî 5 dagirker hatin cezakirin.

6'ê Gulanê ji saet 16:00 heta 7'ê Gulanê saet 07:00 artêşa Tirk a dagirker li qada Aris Faris ku derbên giran ji berxwedana hêzên me xwarin û nekarî encamê werbigire, careke din gazên bi jehr bi kar anîn û xwestin bi vî rengî bikevin nava çeperên şer. Hevalên me li vê derê bi bombeyên destan û çekên ferdî 7'ê Gulanê serê sibehê çalakiyeke êrişê kirin û derbên giran li dagirkeran xistin, ew qewirandin. Hejmara dagirkerên li vir hatin cezakirin nehate zelalkirin. Şerê li heman qadsê hîn jî dewam dike.

6'ê Gulanê saet di 05:40'î de li herêma Zapê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Mervan çalakiyeke koordîneyê ya gerîla li dijî dagirkeran hate lidarxistin. Destpêkê hêzên me yên çalak xwe berdan nava dagirkeran, bi bombeyên destan û çekên ferdî li kozikên dagirkeran xistin. Li vir 4 dagirker hatin cezakirin. Piştre jî baskê praastinê ji 3 baskan ve li dagirkerên li ser gir xistin û di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin. Piştî çalakiyê dagirkeran bi çekên giran derdora xwe bombe kirin û êvarê jî bi piştgiriya helîkopteran mirî û birîndarên xwe ji herêmê bir.

Ev çalakiya ku bi giştî 6 dagirker hatin cezakirin, di şexsê fermandarê mezin hevrê Serhat Giravî de ji bo hilanîna tola şehîdên Berxwedana Mamreşo hate lidarxistin.

DI ÊRIŞÊN HEWAYÎ DE TIŞTEK BI HÊZÊN GERÎLA NEHAT

Bombardûman û êrişên hewayî yên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.

Agahiyên berfireh ên li ser bombardûmanê wiha ye:

5'ê Gulanê saet di 06:30'î de qada Tîpa T a li herêma Avaşînê bi balafirên şer hate bombekirin.

6'ê Gulanê saet di 11:10 û 15:40'î de Girê Zendûra yê herêma Metînayê bi balafirên şer hate bombekirin.

6'ê Gulanê saet di 19:40'î de Girê Şehîd Mervan ê herêma Avaşînê bi balafirên şer hate bombekirin.

7'ê Gulanê saet di 08:25'an de qada Werxelê ya herêma Avaşînê bi balafirên şer hate bombekirin.

Di van bombardûmanan de tiştek bi hêzên me nehatiye."