Ji bo şehîd Hemîd Şengalî xêr hate dayîn

Li bajarokê Xaneser yê Şengalê xêra Pir Hemîd Şengalî hate dayîn ku di êrîşa artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbû.

Roja 15’ê Çileya 2020’an dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bê mirov ên bi çek êrîşî gundê Digur yê bajarokê Sinûnê yê Şengalê kiribû. Di êrîşê de Fermandarê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Zerdeşt Şengalî û şervanên YBŞ’ê Hemîd Şengalî, Şervan Cîlo û Êzdîn Şengalî şehîd bûbûn û şervanek jî birîndar bûbû.

7 roj bi ser şehadeta egîdên Êzidxanê re derbas bûn. Îro li bajarokê Xanesor a Şengalê xêra Pir Hemîd Şengalî hate dayîn. Jinên Êzîdî sersaxî ji malbata Şehîd Pir Hemid re xwestin. Di ol û baweriya Êzidiyan da, piştê vefata yekê roja 7 xêra wê tê kirin. Jinên ku beşdarî xêrê bûyîn li ser şehîd Pir Hemîd axivîn.

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Meyan Nasir axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got; “Di serî de bejna xwe li beramberî giyanê hemû şehîdan ditewînim. Dinya hemû dizane gelek ferman hatine serê civaka Êzîdî hemû ji bi destê dewleta Tirk hatine serê me. Di 15’ê Çileyê de balaferin Tirk bombe li gundê Digûr yê Şengalê barand û 4 şervanên me şehîd bûn. Yek ji wan fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî bû. Cihan tev dizane dewleta Tirk bi her awayî êrîşî Şengalê dike. Lê mixabin her kes li hemberî vê êrîşê bêdeng ma.

‘EM QEBÛL NAKIN ZAROKÊN ME LI SER AXA ME TÊN QETILKIRIN’

Nasir bi domdarî got; “ Çiqas dewleta Tirk êrîşî civaka Êzîdî bike, em ê her li ber xwe bidin. Em ti carê ji dijmin natirsin. Êzîdî natirsin. Va 7 roj li ser Pîr Hemîd re derbas dibe. Em hatine xêra hefteya wî. Şehîd Zerdeşt, Şehîd Ezdîn, Şehîd Cilo, Şehîd Pîr Hemîd zarokên vê civakê bûn heta roja îro xwe fedayî civaka xwe kiribûn. Em êrîşên dewleta Tirk qebûl nakin.”

Herî dawî Meyan Nasir wiha got; “Em bang li her dewletê dikin bi taybet hikûmeta Iraqê ji ber hikûmeta Iraqê me weke parçeyek xwe dibîne û di vê bibe xwedî helwest. Em qebûl nakin li ser axa me zarokên me werin qetilkirin. Pêwîste her kes rabê ser xwe ji bo zarokên axa neye qetilkirin. Bila êdî bes be.”

‘PÎR HEMÎD DEV JI AXA XWE BERNEDA’

Hevjîna birayê Şehîd Pir Hemîd Marya ji derbarê şahadeta xwarzeyê xwe wiha got: “Dema fermanê malbatê me hebû ji Şengalê derket lê tenê Şehîd Hemîd derneket, nehat Başûrê Kurdistan. Şehîd Hemîd her dixwest ji bo civaka xwe civaka Êzîdî karibe tiştekê bike, civakê xwe ji kampên vegerin ser axa xwe. Hemîd dema fermanê hîn temenê wê biçûk bû. Dema fermanê soz da bû ku ji bo gelê xwe xwe feda bike.Em ti cararî xwîna şehîdên xwe erdê nahêlin. Em bi şahadeta Pir Hemîd ser bilind in. Em ê her xwedî soz û tekoşîna şehîdên xwe derbikevin.”