Ji bo PKK li Misrê bi awayekî fermî were naskirin dozek hate vekirin

Ji bo ku PKK bi awayekî fermî li Misrê were naskirin dozek hate vekirin. Di dozê de hate xwestin ku divê Wezîrê Aboriyê, Serokwezîr û Wezîrê Karê Derve yê Misirê de di dozê de amade bin.

Li Misrê kesekî bi navê Mecdî El Kurdî ji bo betalkirina peymana aboriyê ya di navbera Misrê û Tirkiyeyê, li Qahîreyê dozek vekir.

El Kurdî di vekirina dozê de diyar kir ku “Ji ber ku di vê peymanê de Tirkiye di warê aborî de sûdeke mezin werdigire, aboriya Misirê xerab dike, Tirkiye van pereyan dike çek û bombe û alîkarîya komên terorîst dike. Ji ber vê jî tê xwestin ku bila Misir vê peymana aboriyê ya bi Tirkiyeyê bide sekinandin.”

Di dozê de hate diyarkirin ku Erdogan ne bi tenê li dijî Ereban şer dike, ew li hemberî Kurdan jî şer dike. Ji ber ku têkiliya Kurdan û ya Misirê têkiliyeke dîrokî ye, dewleta Misirê her dem alîkarî daye Kurdan.

El Kurdî bal kişand ser vî tiştî ku di dema borî de li dadgeheke Belçîkayê biryar hate stendin ku PKK ne partiyeke terorîst e, PKK ji bo mafên xwe yê sereke şer dike. Di vê dozê de ya li Misirê jî ev daxwaz hate kirin, divê dewleta Misirê bi çavê tevgereke azadîxwaz li PKK’ê binihêre û wê wisa qebûl bike. Divê di dadgehê de biryar were stendin ku PKK tevgereke azadîxwaz e û bi fermî têkilî bi PKK’ê re were danîn, ji bo PKK’ê buroyek jî dikare were vekirin.

Dadgehê ev doz qebûl kiriye. Wê rûniştina dozê di 10’ê Sibatê de were kirin.