Ji bo Mexmûrê li medya civakî kampanyayê dest pê kir

Ji bo bidawîkirina ambargoya li ser kampa penaberan a Mexmûrê li medya civakî kampanyayê dest pê kir.

Ji bo rêveberiya Hewlêrê ambargoya li ser Mexmûrê tavilê rake, li ser medya civakî kampanyayekê dest pê kir.

Bi taybetî hunermend û siyasetmedarên Kurd ên bikarhênerên înternetê, ji bo bidawîkirina ambargoyê bang li Hikumeta Herêma Kurdistanê ya Federal dikin.

Di parvekirinan de ku wêneyên kampê hene, wiha tê nivîsandin, "Em bang li hikumeta Başûr dikin! Divê ambargo bi temamî bi dawî bibe. Pêşî li felaketa mirovî bigirin û tavilê dest bi xizmeta tenduristiyê bikin. Ambargoyê tavilê rakin."

Piştî ku di 17'ê Tîrmeha 2019'an de rêveberê MÎT'ê Osman Kose li Hewlêrê hate kuştin, ji hingî ve ambargo li ser kampa Mexmûrê heye ku di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de ye. Li kampê 12 hezar Kurd hene û bi zor û zehmetî debara xwe dikin. Ji ber şewba vîrûsa korona ya Covîd-19 gefeke mezin li ser wan heye.