HPG: Mobeseyek hate îmhakirin

Çalakiyên gerîlayên Kurdistanê bênavber didome. Di çalakiyên gerîlayan de li qada Çemçoyê pergaleke kamerayê ya mobeseyê hate îmhakirin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin

“Di çalakiyên hêzên me de pergaleke kameraya mobeseyê hate îmhakirin.

Artêşa Tirk a dagirker 2 caran bi bombeyên qedexe, 13 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran çeperên berxwedanê yên gerîla bomberdûman kir.

Agahiyên li ser çalakî û êrîşên hatine kirin wiha ne;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê

Di 30’ê Çileyê saet 17:00’an de pergaleke kameraya mobeseyê ya ku dagirkeran li derdora çeperên gerîla yên li nêzî herêma Çemço ya navçeya Şêladizêya Amêdiyê bi cih kiribûn, ji aliyê tîmên me yên gerok ve hate îmhakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

Di 30’ê Çileyê saet 11.00’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şahan, tîmên me yên gerok bi çekên giran li dagirkeran dan.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş de

Di 27’ê Çileyê saet di 05:15’an de li Qada Berxwedanê ya Girê FM tîmên me yên gerok bi çekên giran li dagirkeran dan.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî;

Di 29 û 30’ê Çileyê de çeperên berxwedanê yên gerîla yên li derdora herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladizê ya Amêdiyê du caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Di 13, 26, 27 û 28’ê Çile de qadên Stûnê, Şûkê, Dola Maran, Dola Konferansê û Geliyê Avaşîn ên Avaşînê, her wiha Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Bihar û Girê Amêdiyê 13 caran bi balafirên şer bomberdûmankirin.

Di 26, 27, 28’ê Çileyê de, Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê FM û Girê Amediyê, herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladizê ya Amêdiyê û çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî gundê Sîda bi dehan caran bi tank, çekên giran û obusan hatin bombekirin.”