HPG: Li Heftanîn û Metînayê 2 dagirker hatin cezakirin

HPG'ê ragihand ku li Heftanîn û Metînayê di çalakiyên gerîla de herî kêm 2 dagirker hatine cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk daxuyaniyek weşand. Daxuyanî wiha ye:

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de hin çalakî li dar xistin. Di vê çarçoveyê de;

LI HEFTANÎNÊ DAGIRKEREK HATE CEZAKIRIN

15'ê Cotmehê, artêşa Tirk a dagirker li kaşê Banîkê yê herêma Heftanînê dest bi operasyonekê kir. Hêzên me piştî ku demekê dagirkerên li vê herêmê kontrol kirin, bi çalakiya sabotajê derba giran lê dan. Hejmara dagirkerên hatin cezakirin nehate hînbûn. Dagirker di 17'ê Cotmehê de ji qadê vekişiyan.

Hêzên me di 15'ê Cotmehê de saet 07:20'î li qada Keşanê ya herêma Heftanînê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker ên li ser Girê Koxê Mele Yehya çalakiyeke sûîqestê kirin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin. Dagirkeran piştî çalakiyê bi obus, hawan û çekên nîvgiran bombardûman li herêmê kirin. Ji ber bombardûmanê şewat li herêmê derket.

KOZIKEK TEVÎ DAGIRKERÊN TÊ DE HATE ÎMHAKIRIN

Hêzên me di 17'ê Cotmehê saet 07:30'î li qada Minînê ya herêma Heftanînê li dijî dagirkerên li ser Girê Dûpişkê çalakiyek li dar xistin. Dema ku komek ji dagirker li kozikê civiyan, hêzên me ew kozik tevî dagirkerên tê de îmha kirin.

LI METÎNA DAGIRKEREK HATE CEZAKIRIN

Hêzên me li herêma Metînayê li dijî qereqola Kanîmasê li dijî dewleta Tirk a dagirker çalakiya sûîqestê li dar xistin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

Dewleta Tirk a dagirker di 14'ê Cotmehê de saet 04:00 li navçeya Çelê ya Colemêrgê li gundên Gizê, Zaîte, Tixubê, Guzereşê, Sirtê Helwesîs, Sİrtê Pîrê û Girê Şehîd Egît dest bi operasyonê kirin. Li gundê Guzereşê zext li gelê me kirin û hin ji gundiyan destgîr kirin. Ev operasyon di 15'ê Cotmehê de ji hin aliyan ve bi dawî bû.

ÊRIŞÊN HEWAYÎ

Artêşa Tirk a dagirker êrişên hewayî bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Agahiyên berfireh ên li ser êrişan wiha ne:

16'ê Cotmehê saet di 16:10'î de qada Şkeftiyan a gundê Meyrokê ya herêma Garê bi balafirên şer hate bombekirin.

16'ê Cotmehê saet di 09:10'î de qada Werxelê ya herêma Avaşînê bi balafirên şer hate bombekirin.

Di 17'ê Cotmehê de saet 09:05 qada Geliyê Avaşînê ya li herêma Avaşînê bi balafirên şer hate bombekirin.

Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye."