HPG: Li Geverê 6 dagirker hatin cezakirin, wesayitek Kîrpî hate îmhakirin

HPG'ê diyar kir ku li dijî konvoya dagirkeran a ji Geverê diçû Qereqola Wargenima, hêzên YJA Starê bi rêbaza sabotajê çalakî kirin. Di vê çalakiyê de wesayiteke Kîrpî hate îmhakirin, bi qasî hate tespîtkirin 6 dagirker hatin cezakirin, 10 jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrişên dagirkeriyê û çalakiyên gerîla ev agahî parve kir:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

27'ê Tîrmehê li herêma Xakurkê li dijî dagirkerên ku di navbera qadên Girê Şehîd Derwêş û Gundê Xelîfan de tevdigeriyan, hêzên me bi rêbaza sabotajê çalakî kirin. Di vê çalakiya serketî de herî kêm dagirkerek hate cezakirin.

27'ê Tîrmehê saet di 11:30'î de li Colemêrgê li dijî konvoya leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker ku ji navçeya Geverê diçû Qereqola Wargenima, hêzên me yên YJA Starê li qada navbera gundên Banê û Yekmal Jêr kontrol kir û bi rêbaza sabotajê çalakî lê dan. Di vê çalakiya serketî de wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Kîrpî hate îmhakirin, herî kêm 6 dagirker hatin cezakirin û 10 dagirker jî birîndar bûn.

Piştî çalakiyê, artêşa Tirk a dagirker rêya navbera Gever, Şemzînan û Yekmala Jêr demeke dirêj li trafîkê girt, windahiyên xwe û enqazê wesayitê ji qadê bir.

Li herêma Avaşînê;

27'ê Tîrmehê saet di navbera 23:00-00:00 de artêşa Tirk a dagirker li qada Girê Sor û saet di 01:00 jî li qada Werxelê bi teqemeniyan bombe li tunelên şer barand.

27'ê Tîrmehê saet di navbera 23:00-00:30'î de li qadên Mervanos, Banista û Tabûra Ereban helîkopter geriyan, li qada Werxelê tunelên şer bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

27'ê Tîrmehê saet di navbera 22:30-23:30'î de li herêma Heftanînê quntara Xantûrê bi helîkopterên êrişê hate bombekirin. Şewata ku ji ber bombardûmanê rû da dewam dike.

27'ê Tîrmehê li herêma Xakurkê qada Şekîf ji aliyê qereqolên li ser sînor bi obus û hawanan hate bombekirin. Heman rojê saet di navbera 16:30-17:30'î de qadên Şekîf û Sinînê bi balafirên şer hatin bombekirin. Saet di 21:30'î de jî qada Şekîfê bi helîkopterên êrişê hate bombekirin.

27'ê Tîrmehê saet di navbera 22:30-00:30'î de li herêma Zapê li qadên Cîloyê Biçûk û Tîpa T helîkopter geriyan. Heman saetê artêşa Tirk a dagirker hêzên xwe yên li qada Girê Şehîd Serxwebûn guhert û qada Tîpa T bi helîkopterên êrişê bombe kir.

27'ê Tîrmehê saet di navbera 23:00-01:00 de artêşa Tirk a dagirker hêzên xwe yên li qadên Girê Koordîne, Girê Azad û Boxaza Girê Azad ên li herêma Metînayê bi helîkopteran guhertin.

Ji ber van êrişan tiştek bi hêzên me nehatiye."