HPG'ê şehîdên Xakurkê bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê 3 gerîlayên ku sala 2017'an şehîd bûn bi bîr anî û got, "Soza serketinê ku me dane hevrêyên xwe yên şehîd, Rêberê xwe û gelê xwe, em ê teqez pêk bînin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand. Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk a qirker, ji bo karibe Kurdan qir beike di serî de li Başûrê Kurdistanê li her cihên ku destketiyên gelê me lê hene, êrişan dike. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî li dijî van êrişên qirker di serî de li Başûrê Kurdistanê li her cihî bi rengekî dîrokî li ber xwe didin û ev berxwedan îro gihîştiye asta herî bilind. 12'ê Hezîrana 2017'an hêzên me li qada Şikêrê Spî ya herêma Xakurkê li dijî dagirkeriya Tirk çalakiyeke xurt kirin û di encamê de gelek dagirker ceza kirin. Artêşa Tirk ku di vê çalakiyê de ji hev ket, giranî da ser teknîkê û bi vî rengî xwest têkçûna xwe binixumîne. Ji bo hevrêyên ku di vê çalakiyê de li nava koma êrişê bûn bi rengekî ewle li qadên xwe vegerin, bi fermandariya hevrê Şervan Ronahî hevrêyên me Pelda û Şervan bi rengê fedayî şer kirin û şehîd bûn. Em van hevrêyên xwe di salvegera şehadeta wan de bi rêz û minet bi bîr tînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Şervan Cotkar
Nav paşnav: Ûmût Sezan
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Hanim-Abdulhadî
Dem û cihê şehadetê: 12'ê Hezîrana 2017 / Xakurkê

Nasnav: Şervan Ronahî
Nav paşnav: Mûhammed Ermekan
Cihê jidayikbûnê: Makû
Dayik-Bav: Xezal-Mûstafa
Dem û cihê şehadetê: 12'ê Hezîrana 2017 / Xakurkê

Nasnav: Pelda Gilîdax
Nav paşnav: Yaprak Çakmaz
Cihê jidayikbûnê: Îdir
Dayik-Bav: Emîne-Mîrsevdî
Dem û cihê şehadetê: 12'ê Hezîrana 2017 / Xakurkê

ŞERVAN RONAHÎ

Hevrêyê me Şervan Ronahî li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, ku vê malbatê gelek berdêl daye. Ji ber ku malbata wî welatparêz bû, bi çand û hişmendiya Kurdîtiyê mezin bû. Hevrêyê me Şervan, di demekê de ku li dijî gelê me êrişên giran dihate kirin tevlî nava refên gerîla bû û bi rengekî çalak cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê ya gelê me de girt. Hevrêyê me Şervan ji roja ku tevlî nava refên gerîla bû û pê ve bi kesayetiya xwe ya cewherî û têgihiştî bal kişand ser xwe û ji bo hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hurmetê. Di her kêliya têkoşîna xwe ya gerîlatiyê de bi berpirsyarî û wezîfeya şoreşgerî tevgeriya, bi heman cidiyetê nêzî perwerdeyên leşkerî û îdeolojîk bû. Hevrêyê me Şervan ku ji pergal û dîsîplîna leşkerî ji bo kêliyekê jî tawîz neda, di dema destpêkê ya bicihanîna gerîlatiya serdema nû de bi erka pêşengiyê rabû. Hevrêyê me Şervan bi vê armancê girîngî da ser pisporbûyînê û perwerdeya wergirtî hem bi hevrêyên xwe re parve kir, hem jî li cihê ku lê dima pêşengî ji rêbaza jiyana komunal re kir. Li gel dilnizmî û çalakbûyîna li jiyanê, bi wêrekî û fedakariya xwe ya li qada şer ji aliyê hevrêyên xwe hemûyan ve hate hezkirin. Bi vê sekna xwe li her cihî bû şoreşgerekî ku çav lê digeriya. Hevrêyê me Şervan di gelek çalakiyên dijî artêşa Tirk a dagirker de bi çeka xwe ya Doçka cih girt ku ev çek weke parçeyek ji xwe didît. Hem deb li dijmin xist, hem jî di parastina hevrêyên xwe de bi erkên girîng rabû, ev wezîfe bi rengekî serketî bi cih anî û bû yek ji fermandarên herêma Xakurkê yê nayê jibîrkirin.

PELDA GILÎDAX

Hevrêya me Pelda li bajarê welatparêz ê herêma Serhedê li bajarê Îdirê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hevrêya me Pelda polîtîkayên qirkirinê yên ku dewleta Tirk a qirker li ser gelê me ferz dike, rola ku civaka fedodal li jinê ferz dike zû dît û li dijî van nêzîkatiyan serî hilda. Hevrêya me Pelda xwest ku vê sekna xwe, bi hişmendiya lêgerîna azadiyê ya kûr û rêxistinî veguherîne têkoşînê û baweriya xwe bi wê anî ku ev yek jî tenê bi tevlîbûna li nava refên gerîla dibe. Hevrêya me Pelda ku Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêber Apo hîn bû, asta azadiyê ya ku jinên PKK'yî xwe gihandine ji nêz ve dît û bi xeyala bûyîna jineke azad tevlî nava refên gerîla bû. Ji roja ku tevlî nava refên gerîla bû û pê ve ji aliyê fîzîkî ve zor û zehmetî kişandibe jî bi îradeyeke mezin têkoşiya û ev zor û zehmetî ji pêşiya xwe rakir. Hevrêya me Pelda ku bi daxwaza azadiyê dest bi gerîlatiyê kir û di asta dilsoziyê de bi jiyana çiyê ve hate girêdan, her roj xwe bi pêş ve xist, di demeke kurt de veguherî gerîlayeke çalak û şareza. Bi baldarî nêzî perwerdeyên îdeolojîk û leşkerî bû û di asta leşkerî de xwe bi pêş ve bir. Hevrêya me Pelda ku bi hêza xwe ya jinê hesiya, weke şervaneke YJA Starê û milîtaneke PAJK'ê bi coşeke mezin tevlî karên şoreşê bû, her wezîfeya xwe bi rengekî serketî pêk anî û ji bilî serketinê ti pîvan qebûl nekir.

ŞERVAN COTKAR

Hevrêyê me Şervan Cotkar li bajarê serhildêr û berxwedêr ê herêma Serhedê li bajarê Wanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û mezin bû. Bi pêşketina Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê li Wanê û ji ber welatparêziya malbat û derdora xwe, hevrêyê me Şervan partiya me PKK nas kir û nema karî xwe li mêtingeriya Tirk a li ser gelê me rabigire. Ji bo têkoşîna li dijî vê sîstema mêtinger, tevlî nava refên gerîla bû. Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, bi taybetmendiyên xwe yên kedkar û fedakar zû hînî jiyana li çiyê û gerîla bû. Ev taybetmendiyên xwe jî xiste meriyetê. Li qada leşkerî timî hewl da xwe bi pêş ve bibe. Di heman demê de ji aliyê îdeolojîk ve jî xwe perwerde kir, taybetmendiyên xwe yên xwezayî û cewherî bi pîvanên Apoyî re kir yek û bi vî rengî hewl da bibe milîtanek. Li dijî êrişên mêtingeriya Tirk ên li ser destketiyên gelê me, hevrêyê me Şervan bi çalakiyan bersiv da. Bû mînaka şênber ku divê ciwanên Kurd li dijî dijmin çawa têbikoşe.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Şervan Ronahî, Pelda Gilîdax û Şervan Cotkar ên ku xeta fedayî ya Apoyî bi lehengî û berxwedêrî meşandin, em sersaxiyê ji tevahiya xelê welatparêz ê herêma Serhedê û gelê me yê Kurdistanê re dixwazin. Soza serketinê ku me dane hevrêyên xwe yên şehîd, Rêberê xwe û gelê xwe em ê teqez pêk bîne."