HPG'ê nasnameya gerîlayekî şehîd bûye eşkere kir

HPG'ê ragihand ku gerîla Ahmed Şêxmûs (Amed Dorşîn) di 22'ê Çileyê de ji ber êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker şehîd bûye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

"Di daxuyaniya 30'ê Çileya 2021'ê de me ragihandibûn ku 22'ê Çileya 2021'ê qadên Hecî Umran û Berdesorê bi balafirên şer hatine bombekirin û di encama vê bombardûmanê de hevrêyê me Amed Dorşîn şehîd bûye.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me yê şehîd bûye wiha ne:

Nasnav: Amed Dorşîn
Nav paşnav: Ahmed Şêxmûs
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Dayik-Bav: Fatma-Şêxmûs
Dem û cihê şehadetê: 22'ê Çileya 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Artêşa Tirk a dagirker ji bo derba giran a ku ji Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê xwarî binixumîne, ji bo têkçûna xwe veşêre, her wiha ji bo nîşan bide ku li pêşberî gerîla serketî ye, teknîka di destê xwe de bi xwînxwarî bi kar tîne. Lê belê êrişên xwe yên li dijî mirovahiyê, berevacî têkbirina gerîla bû sedem ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li hember mêtingeriya Tirk hîn bêhtir tûj bibin. Serketina dîrokî ya li qada Garê nîşaneyeke girîng a ruhê fedayî yê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ye. Bêguman afirînerên herî mezin û nûnerên vî ruhî şehîdên me yên leheng in. Her hevrêyeke/î me yên şehîd bûn, xwe gihandin vê rastiyê û weke meşaleyeke azadiyê rêya me û gelê me ronî dikin.

Hevrêyê me Amed li qada Hesekê ya Rojava ku partiya me PKK lê bû gel û fikrên Rêber Apo lê kete pratîkê, li nava malbateke welatparêz ku di nava têkoşîna azadiyê de berdêl dan, ji dayik bû. Hevrêyê me Amed ji ber ku malbata wî welatparêz e, firsenda xwe çêbû ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ji nêz ve nas bike û bi Şoreşa Rojava re hîn bi rengekî çalak tevlî têkoşîna şoreşê bû. Hevrêyê me Amed piştî ku demekê di nava karên civakî de ma, ji bo fêhmkirina fikrên Rêber Apo ku bingeha îdeolojîk a Şorşa Rojava ye, bi gotina 'ji bo xwegihandina cewhera xwe' berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêyê me Amed piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, bi fedakariyeke mezin bi jiyana gerîla û çiya re bû yek. Hevrêyê me Amed aliyê hînkar ê çiyê zû fêhm kir û li ser bingeha paradîgmaya Rêber Apo bi kûrbûneke mezin hewl da rastiya civakî ya gelê me baştir fêhm bike. Di encama vê lêgerînê de xwe gihand rastiya civakî, lewma rastiya xwe. Têgihiştin di heman demê de gava destpêkê ya guherîn û veguherî ye, lewma hevrêyê me Amed di demeke kurt de bû xwedî taybetmendiyên milîtanê Apoyî û xwe kir gerîlayekî pêşeng. Di nava jiyana gerîla de bi sadebûn û dilnizimiya xwe her li pêş bû, her wiha bi hêrsa xwe ya li dijî dijmin jî milîtanekî mînak bû. Hevrêyê me Amed di nava her şert û mercî de bi Rêbertî û hevrêyên şehîd re dilsoz ma û baweriya xwe ya bi şoreşê bi kelecaneke mezin di her karî de nîşan da. Bi vî rengî bû hevrêyê hevrêyan, heta nefesa xwe ya dawî jî ji van taybetmendiyên xwe tawîz neda û tevlî karwanê şehîdan bû.

Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Amed, em sersaxiyê ji xelkê Rojava û tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe ya 'Rêberê azad, Kurdistana azad' dubare dikin ku me dane hevrêyên xwe yên şehîd bûne."