HPG'ê 5 gerîlayên li Heftanînê şehîd bûn bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê 5 gerîlayên ku sala 2017'an li Heftanînê şehîd bûn, bi bîr anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

"29'ê Nîsana 2017'an li qada Şehîd Kendal a herêma Heftanînê di êrişên dewleta Tirk a qierker de hevrêyên me Ekîn, Stêrk, Med, Rustem û Çiyager şehîd bûn. Em van hevrêyên xwe yên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin ku dilê wan ji bo azadiya gelê me lê dida û bi vê armancê tevlî nava refên têkoşînê bûn, di nava şert û mercên herî giran de li dijî faşîzmê şer kirin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Ekîn Kurdistan
Nav paşnav: Roan Alî
Cihê jidayikbûnê: Silêmanî
Dayik-Bav: Perjnî-Alî
Dem û cihê şehadetê: 29'ê Nîsana 2017 / Heftanîn

Nasnav: Stêrk Kaewroj
Nav paşnav: Sûltan Davçik
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Fatma-Cemîl
Dem û cihê şehadetê: 29'ê Nîsana 2017 / Heftanîn

Nasnav: Med Mazdah
Nav paşnav: Med Bariş Kesîcî
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Kader-Bahrem
Dem û cihê şehadetê: 29'ê Nîsana 2017 / Heftanîn

Nasnav: Rustem Garzan
Nav paşnav: Melîk Arslan
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Dayik-Bav: Fatma-Mendûh
Dem û cihê şehadetê: 29'ê Nîsana 2017 / Heftanîn

Nasnav: Çiyager Delîl
Nav paşnav: Delîl Tekîn
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: Kezîban-Medenî
Dem û cihê şehadetê: 29'ê Nîsana 2017 / Heftanîn

EKÎN KURDISTAN

Hevrêya me Ekîn li yek ji navendên girîng ên welatparêzî û ronakbîriya Kurdistanê li Silêmaniyeyê ji dayik bû. Malbata hevrêya me Ekîn li nava doza azadiyê ya Kurdistanê gelek berdêl da, di heman demê de tevkariyeke hêja li ronakbîriya Kurd a hemdem kir ku partiya me PKK pêşengiyê jê re dike. Hevrêya me Ekîn ku li nava malbateke wiha hêja de mezin bû, hîn di zarokatiyê de partiya me nas kir û xwe nêzîk kir. Bi ciwantiya xwe re tevlî nava karên jin û ciwanan bû û dest bi jiyana şoreşgeriyê ya çalak kir. Bi vî karê xwe ji bo naskirina partiya me PKK ji aliyê gelê me yê li Başûrê Kurdistanê bû xwedî kedeke mezin. Bi kesayetiya xwe ya dilnizm û sekna li ser xeta azadiya jinê bandor li gelek ciwan û jinan kir, ew tevlî nava refên têkoşînê kir. Di karên xwe de gelekî serketî bû û sala 2015'an dema ku dewleta Tirk a qirker li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê dest bi êrişên giran kir, gihîşt wê baweriyê ku divê êdî têkoşîneke hîn xurtir bê meşandin û berê xwe da çiyayên Kurdistanê, tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me Ekîn piştî ku tevlî nava refên gerîla bû Îdeolojiya Azadiya Jinê ya Rêberê me baştir fêhm kir û jiyana komunal a bi pêşengiya hevrêyên jin a li çiyê gelekî bandor lê kir. Hevrêya me Ekîn asta azadiyê ya jinê ku bi pêşengiya PKK-PAJK'ê bi dest xist, xwest bigihîne nava jinên li Başûr û tevahiya cîhanê, ji bo vê jî gelekî kûr bû. Hevrêya me Ekîn her wiha ji ber şert û mercên şer jî xwe li qada leşkerî timî bi pêş xist û hewl da bersivê bide pêwîstiyên serdemê. Bi taybetî perwerdeyên pisporiyê gelekî girîng dît û bû gerîlayeke şareza. Li ser şopa hevrê Viyan Soran ku timî ji xwe re weke pêşeng didît, bi biryardarî meşiya. Bi kesayetiya xwe ya ji dil ku qîmet dida hevrêtiyê, li nava hevrêyên xwe hemûyan bû hate hezkirin û bû mînak. Di têkoşîna me de hevrê Ekîn wê timî bê bîranîn.

STÊRK KAEWROJ

Hevrêya me Stêrk li Şirnex-Cizîrê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber ku ji malbata wê gelek kes tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû hevrêya me Stêrk bi bandora van tevlîbûnan û komkujiyên ku dijmin di dema Berxwedana Xwerêveberiyê de li gelê me kir, sala 2015'an tevlî nava refên gerîla bû. Piştî ku beşdarî nava refên gerîla bû, kete bin bandora têkiliyên hevrêtiyê ya li nava PKK'ê û bandora jinê ya di nava jiyanê de û ji bo bibe jineke azad li ser xeta Rêber Apo kedeke mezin da. Rola ku sîstema kapîtalîst li jinê ferz dike baş fêhm kir, li ser bingeha van nirxandinan xwe ji nû ve nirxand, di kesayetiya xwe de guhertinên girîng kir û bû gerîlayeke jin a azad. Hevrêya me Stêrk kûrbûna xwe ya îdeolojîk bi kûrbûna leşkerî re kir yek û bi vî rengî hewl da bibe gerîlayeke yekpare û ji bo bibe şervaneke baş ji aliyê hunera leşkerî û taktîkên gerîla ve xwe timî perwerde kir. Di demekê de ku êrişên dijmin giran bûn tevlî gelek çalakiyan bû, jiyana PKK'ê ku emanetê hevrêyên me yên şehîd û Rêberê me ye, bi canê xwe xwest biparêze û ev yek bi pratîka xwe nîşan da. Hevrêya me Stêrk bi vî rengî bû gerîlayeke jin ku hêjayî şehîdan û Rêbertî bû, bi kesayetiya xwe ya Botanê ya xwezayî û pak di dilê hevrêyên xwe hemûyan de cih girt û tevlî nava karwanê şehîdan bû.

MED MAZDAH

Hevrêyê me Med li Colemêrgê ku yek ji qadên girîng ên berxwedana Kurdistanê ye ji dayik bû. Ji ber ku ji malbateke welatparêz bû û bi saya şerê gerîla yê li Zagrosan û tevahiya Kurdistanê yê li dijî dagirkeriyê dimeşîne, partiya me PKK nas kir. Tevlîbûna xizmên wî li nava refên gerîla û çalakiyên fedayî yên hevrêyên me Êriş û Andok ên di dilê dijmin de kirin, bandoreke mezin li hevrêyê me Med kir û ev yek jî bû sedem ku bikeve nava lêgerînan. Li ser vê bingehê di ciwantiya xwe de bi rengekî çalak tevlî karên ciwanan bû. Di vê demê de heta astekê partiya me nas kir û di temenê ciwantiyê de bû xwedî tecrûbeyên mezin. Hevrêyê me Med bi sala 2015'an re ku dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya 'Plana Têkbirinê' de li dijî gelê me kete nava hewldanên komkujiyan, ji bo hesabê van komkujiyan bipirse tevlî nava refên gerîla bû. Dema ku tevlî nava gerîla bû destpêkê bû heyranê heybeta çiyayên Kurdistanê û jiyana komunal û têkiliyên hevrêtiyê yên partiya me bandor lê kir. Hevrêyê me Med ji bo bibe parçeyek ji vê jiyana ku bi keda mezin a şehîdan hate afirandin, bû xwedî kedeke mezin. Di her kêliya jiyanê de hewl da jiyana partiyê bêhtir hîn bibe û di demeke kurt de gelekî bi pêş ket. Bi taybetî bi perwerdeyên îdeolojîk bû xwedî derfet ku dîrok, çanda xwe hîn bibe, li ser vê bingehê di kesayeta xwe de guhertinên cewherî pêk anî. Di vê demê de ku êrişên dijmin giran bûn, her tim li refên herî pêş şer kir û bi wêrekiya xwe bû çavkaniya moralê ji hevrêyên xwe re. Di şer û jiyanê de her tim di asta pêşengiyê de tevlî bû û di asta fermandariyê de wezîfe kir. Berpirsyariyên dikete ser milê xwe hemû bi cidiyeteke mezin bi cih anî.

RUSTEM GARZAN

Hevrêyê me Rustem li Xîzanê ku zaroyên xwe yên herî dilêr di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de dane û yek ji mînaka herî xweş a welatparêziya Kurdistanê jidayik bûye. Ji ber ku Xîzan qadeke têkoşînê ya girîng a têkoşîna me ye û welatparêziya ji kûr ve ya li vir bandoreke zêde li hevrêyê me Rustem kiriye. Dema şivanî kirî hevrêyê me Rustem gelek caran li hêzên me yên gerîla rast hatiye, nêzîkatiya gerîla ya li mirov, ked û nirxên Kurdistanê bandor li ser kiriye û tevlî nav refên gerîla bûye. Hevrêyê me Rustem xasetên xwerû, jidil û dirûst ê civaka gund a sirûştî di kesayata xwe de temsîl kiriye, li nav PKK'ê jî bi van xasetên xwe derketiye pêş. Xasma jî di têkiliyên hevrêtiyê de bi jidiliya we kiriye ku hemû hevrêyên wî jê re giramgir bin. Hevrêyê me Rustem hay jê çêbûye ku li nav PKK'ê hemû nirx bi kedê çêbûne, bûye xwedî jiyaneke bi ked. Hevrêyê me ti caran ji bîra xwe dernexistiye ku weke jiyanê şer jî bi kedê mirov dikare bi ser bie, di serî de xebatên perwerdehiyê, di xebatên bicihbûnê û jêresaziyê de bûye milîtanekî ku bi fedekariya xwe bûyî mînak. Ji dema ku tevlî nav gerîla bûyî û pê de her demê li qaden ku şer lê giran bû xwestiye ku şer bike û li vê rawestiyaye. Bi van xasetên xwe giyanê fedayî yê gerîlayê Kurdistanê tesmîl kiriye, bûye yek ji derbirîna herî berbiçav a serdema nû.

ÇIYAGER DELÎL

Hevrêyê me Çiyager li bajarê Serhildanê yê Kurdistanê li Êlihê li nav malbateke welatparêz çêbûye. Ji ber ku ji derdora malbatê tevlêbûn çêbûne kiriye ku hevrêyê me Çiyager bikeve nav lêgerînê. Sala 2015'an piştî ku dijmin komkujî aniye ser gelê me, rastiya dijmin daye ber pirsan û gihaştiye wê bîr û baweriyê têkoşîna li dijî vî dijminê faşîst peywirke mirovî û welatparêzî ye. Hevrêyê me Çiyager pir ketiye ber bandora jiyana alternatîf ku Şoreşa Azadiya Rojava danî holê û li dijî êrîşên li ser jiyana alternatîf a bi pêşengiya TC'ê bûye xwedî hêrseke mezin. Xasma jî dema berxwedana Xwerêveberiyê, bi rojan sekinandina cenazeyê Yadê Taybet, bi panzêrê ve xijiqandina Hacî Loqman Bîrlîk kiriye ku hevrêyê me Çiyager li dijî dijmin tûjtir bibe.Hevrêyê me Çiyager navê fermandarê efsanewî yê Berxwedana Sûrê Çiyager Hêvî rakiriye, ji bo ku li ser xeta şehîan bibe xwedî têkoşînê bûye xwedî hewldaneke zêde. Hevrêyê me Çiyager ji bo ku milîtanekî pêşeng û gerîlayekî Apoyî yê mînak di her şertî de xwe perwerde kiriye, bi dersên teorîk û teknîkî bûye gerîlayekî pispor. Li Heftanînê di gelek çalakiyan de yê li dijî mêtingeriyê bi çalakî cih girtiye, hêrs û kîna xwe ya li dijmin bi rengekî herî rast derxistiye holê. Hevrêyê me Çiyager bi helwesta xwe ya jiyanê û şehîdbûna xwe bandoreke kûr li ser hevrêyên xwe kiriye, bûye yek ji mînakê herî xweşik ê rihê ciwaniyê yê partiya me.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyê me yên şehîd Ekîn, Stêrk, Med, Rustem û Çiyager, serê tevahiya gelê me yê welatparêz sax be, em careke dî sond dixwin ku têkoşîna lehengên me yên nemir bi serfiraziyê tacîdar bikin."