HPG'ê 2 gerîlayên li Heftanînê şehîd bûn bi bîr anî

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li Heftanînê şehîd bûn eşkere kir û diya rkir, "Em soz didin ku em ê mîrateya têkoşînê ya ku şehîdan radestî me kirine bi serketinê tacîdar bikin."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Roja 6'ê Tebaxê di êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê hevrêyên me Kendal û Devrîm şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevalên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Kendal Welat Dersim

Nav paşnav: Xemgîn Ozturk

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

Dayik-Bav: Erebe-Lokman

Dem û cihê şehadetê: 6'ê Tebaxa 2020 / Heftanîn

 

Nasnav: Devrîm Seyfettîn

Nav paşnav: Sidika Narîn

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Salîha-Ubeyt

Dem û cihê şehadetê: 6'ê Tebaxa 2020 / Heftanîn

Hevrêyê me Kendal li Mêrdînê ji dayik bû, di nava malbateke welatparêz de mezin bû, ku malbata wî di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de berdêl daye. Hîn di zarokatiya xwe de polîtîkayên dijmin ên valakirina gundan, hewldanên bêdîrok û bêwar hiştinê, dît. Malbata wî koçî Stenbolê kir. Hesreta hevrêyê me ya li xaka Kurdistanê kir ku her tim bi xurtî tevlî kar bibe. Sala 2011'an dema ku karê ciwanan dikir hate girtin, li zindanê kete ji hevrêtî, perwerde û çanda PKK'ê bi bandor bû. Sala 2012'an piştî ku hevalên girtî hemû li dijî tecrîdkirina Rêberê me ketin greva birçîbûnê, hevalê Kendal jî sekneke bi biryar a li gorî rol û mîsyona vê têkoşînê nîşan da. Di nava gerîla de jî li her cihê ku lê bû bi moral, kedkar û durust bû. Bi danhevî û tecrûbeya xwe ya li zindan û çiyê wergirtî, ji hevrêyên xwe re bû hevrê, ji gelê xwe re bû ewlad û bû milîtanekî serketinê yê Rêbertî.

Hevrêya me Devrîm jî li Amedê ji dayik bû, li nava malbat û derdorke welatparêz mezin bû ku di nava têkoşînê de şehîdên xwe yên hêja hene û di vê oxirê de berdêlên giran daye. Hevrê Devrîm rastiya wê yekê dît ku li dijî zext û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker, bêyî berxwedaneke xurt jiyana azad bi dest nakeve. Têgihiştî ku rêya bidawîkirina dagirkeriyê û afirandina paşeroja azad bi têkoşîna gerîla dibe û bi vî rengî tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me Devrîm di demeke kurt de mohra xwe danî binê serketinên mezin û bû fermandareke leheng a têkoşîna azadiya jinê. Di pêvajoya Cenga Heftanînê de beşdarî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li dewleta Tirk a dagirker xist. Bi dilnizmiya xwe, bi têkoşerî û kesayeta xwe ya milîtaniya fedayî ya Apoyî, ji bo wezîfeyên xwe hemûyan bi ser bixîne her tim gelekî hewl da. Hevrêya me Devrîm bi berxwedana xwe, bi sekna xwe ya têkoşer, mîrateya şehîdan bi berxwedaneke fedayî tacîdar kir û di berxwedana Cenga Heftanînê de bû meşaleyek ku rêya me ronî dike.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne bila serê gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be û em soz didin ku em ê têkoşîna ku şehîdan radestî me kirine bi serketinê tacîdar bikin."