HPG: Demhat û Rojhat bi rêzdarî bibîr tînin

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên 28’ê Gulana 2019’an li Xakurkê şehîd bûne eşkere kir û got: “Soz didin şehîdên xwe em ê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi serketinê tacîdar bikin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê ev agahî da:

“Di operasyona dagirkeriyê ya artêşa Tirk a dagirker a li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê de 28’ê Gulana 2019’an di êrîşa esmanî de 2 hevryên me şehîd bûbûn.

Nasnameya şehîdan wiha ye.

Nasnav: Demhat Botan
Nav û Paşnav: Îdrîs Babayîgît
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Navê Dayikê-Bav: Sîdiye-Ahmed
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Xakurk/28’ê Gulana 2019’an

 

Nasnav: Rojhat Serhat
Nav û Paşnav: Taner Derîn
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayikê- Bav: Guzel – Mûstafa
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Xakurk/28’ê Gulana 2019’an

Li dijî hewldanên dagirkerina xaka Kurdistanê ya ji aliyê dewleta Tirk ve rastî berxwedaneke mezin a gerîlayên Kurdistanê tê.  Hevrêyên me yên bi navê Demhat û Rojhat ên di berxwedana dîrokî ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li herêma Xakurkê hatine destpêkirin de cih girtine, di çalakiyên ku derbên xurt li dijmin dane de pêşengtî kirine û bûne hevrêyên me yên bi lehengî şerkirine.

Hevrêyên me Demhat û Rojhat di nava malbatên welatparêz de hatine dinê û şahidî ji pêkanînên asîmlasyonê ya dewleta Tirk re kirine. Hevrêyên me Demhat û Rojhat ên îlhameke mezin ji felsefeya jiyanê ya Rêber Apo girtine, gihişte wê yekê ku yekane rêya têkoşînkirinê ya li dijî faşîzmê û têkbirina wê tevlîbûna Gerîla ye û cihê xwe di rêzên pêş de girtine. Hevrêyên me heta roja şehîdbûnê jî hemû erkên xwe bi biryardarî û azweriyekê bi serketî bi cih aniye.

Di serî de sersaxiyê ji malbatên şehîdên xwe û hemû gelê welatparêz ên Kurdistanê re dixwazin û di şexsê hevrêyên xwe yên gihiştine şehadetê de soz didin hemû şehîdên şoreşê em ê têkoşîna azadiyê bi serketinê tacîdar bikin. Carekî din şehîdên xwe bi rêzdarî bibîr tînin.”