HPG: Bi zanebûn êrîşê tînin ser qadên sivîl

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand dewleta Tirk a dagirker ji Til Rifatê heta bi Hecî Umran, Berdesorê, Garê, Metîna, bi zanebûn êrîşên hevdem tîne ser jîngehên sivîl.

HPG'ê têkilî êrîşên li ser jîngehên sivîl daxuyanî da. HPG'ê got, ''Dewleta Tirk a mêtinger ku li bara doza azadiyê ya heq û rewa ya gelê Kurdistanê bêgav mayî li gel her cure kirinên faşîst ên qirker jî nekarî serê gelê Kurd bide tewandin, bi rengekî dîn û haran êrîşê dibe ser gelê Kurd ê sivîl.

HPG''ê her wiha got, ''Ji Til Rifatê heta bi Hecî Umran, ji Berdesorê heta bi Garê û Metîna bi hevdemî bi zanebûn êrîşê tînin ser jîngehên sivîl ên gelê me. Gelê Kurdistanê yê welatparêz her demê dilsozê nirxên xwe yên sereke maye û têkoşîna xwe ya li bara dijminê dagirker wê geş bike û bersiva hewce bide.''

Têkilî êrîşên li ser jîngehên sivîl ên Başûrê Kurdistanê di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

''21'ê Çile saet di navbeyna 11:30- 11:30'î de li herêma Metîna derdora gundê Beşîlî bi balafirên şer hatiye bombekirin.

22'ê Çile saet 14.30'an li herêma Xakurkê qadên Hecî Umran û Berdesorê bi balafirên şer 6 caran hatine bombekirin. Ji ber van bombekirinan koxên gelê me yê herêmê hilweşiyane, heywanên wan şikêr bûne.

22'ê Çile saet 14:30'î li herêma Garê gundê Girê yê li qada Meyrokê hatiye bombekirin. Ji ber bombebaranê ji gundiyan 4 kes birîndar bûne ku du jê sivîl in, ziyan gihaştiye ser mal û baxçeyên gundiyan. Ev êrîşa ku tê gotin, ''Kozikên PKK'ê hatine bombekirin' û hatiye kirin, li dijî gelê me yê sivîl ê Başûrê Kurdistanê hatiye kirin. Li deverên navborî ti kozikên me nînin, di van êrîşan de ti ziyan negihaştiye ser hêzên me.

23'ê Çile saet 12.15'an li herêma Garê derdora gundê Kanî Serkê hatiye bombekirin.

23'ê Çile saet 13.30'an li herêma Metîna Girê Colemergê, saet 14:00'an derdora gundê Beşîlî hatiye bombekirin.

23'ê Çile saet 14.00'an li herêma Zapê qada Sîda bi balafirên şer hatiye bombekirin.''