HPG: Şehîdên Xakurkê bi rêzdarî bibîr tînin

HPG’ê ragihand ku 20’ê Mijdara 2019’an 4 gerîla di êrîşên esmanî de şehîd bûne got: “Li dijî tevgera dagirkeriyê bi vîn, cereteke mezin û ruhê fedayî yê Apoyî li eniyên pêş li ber xwe dan.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayên şehîd bûne daxuyaniyek da.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

20’ê Mijdara 2019’an di encama êrîşa esmanî ya balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker a li ser Herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê hevrêyên me Pale, Serhildan, Stêrk û Zana şehîd bûne.

Nasnameya şehîdên me wiha ne:

Nasnav: Pale Dersim
Nav û Paşnav: Jiyan Taşdemir
Cihê Jidayikbûnê: Stenbol
Navê Dayikê-Bav: Netîce – Selîm
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Xakurkê/20’ê Mijdara 2019’an

Pale – Jiyan Taşdemir

Nasnav: Serhildan Gimgim
Nav û Paşnav: Emîn Karataş
Cihê Jidayikbûnê: Mûş
Navê Dayikê-Bav: Lutfiye – Abdulbakî
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Xakurkê/20’ê Mijdara 2019’an

Serhildan – Emîn Karataş

Nasnav: Sterk Hevî
Nav û Paşnav: Nupelda Şahîn
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayikê-Bav: Nucan – Alî
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Xakurkê/20’ê Mijdara 2019’an

Sterk – Nupelda Şahîn

Nasnav: Zana Serhed
Nav û Paşnav: Serhat Guler
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayikê-Bav: Bedevî – Cesim
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Xakurkê/20’ê Mijdara 2019’an

Zana – Serhat Guler

Polîtîkayên dewleta Tirk a faşîst a li ser gelê Kurd her carê tar û mar bûye, hişmendiya qirker a dewletê her carê xwestiye bi masekeyek din vê xeyala xwe bi cih bîne. Tevî hemû polîtîkayên asîmlasyon û koçberiyê gelê Kurd xwedî li çand û dîroka xwe derketiye û bi derketina PKK’ê re jî bi berxwedanê tacîdar kiriye. Her ku berxwedan geş bûye, pêkanînên der mirovî û qetlîamên dewleta Tirk jî mezin bûye, xwestiye hêvî û berxwedana gelê Kurd bişkîne.

Ciwanên Kurd ên di zanabûna vê polîtîkaya tinekirinê ya bi salane dewleta Tirk dide kirin de ne, li şûna tirsê cesaret, li şûna koletiyê jî azadî hilbijartine û tevlî têkoşîna azadiya Kurdan bûye û her roja diçe nêzî azadiyê dibe. Dewleta Tirk bi hemû derfetên destê li dijî gelê Kurd û tevgera azadiyê dest bi tevgerek dagirkeriyê ya top yekûn kiriye. Ji roja destpêkirina vê tevgerê û vir ve ji dest gerîlayan derbe li ser derbê xwarine. Hevrêyên me Pale, Sterk, Serhildan û Zana  jî bûne milîtanên fedayî yên vê berxwedanê.

Hevrêyên me Pale, Sterk, Serhildan û Zana yên ji deverên cuda yên Kurdistanê û hinek ji li metrepolên Tirkiyeyê hatine dinê û ji nêz ve şahidî ji hişmendiya faşîst a dewleta Tirkiyeyê re kirine.Bi hêviya azadiyê û serketina azadiyê berê xwe dane nava gerîla. Li dijî tevgera dagirkeriyê bi vîn, cereteke mezin û ruhê fedayî yê Apoyî li eniyên pêş li ber xwe dan.

Di serî de sersaxiyê ji malbatên şehîdên xwe û hemû gelê welatparêz ên Kurdistanê re dixwazin û soza gihandina serketinê ya xeyalên şehîdên xwe didin.”