Hêza qewîn a îradeyê: Heftanîn -2

Bila şervanên berxwedêr ên rê nadin mêtingeriyê qala destana xwe bikin. Em di demên herî zindî de ne, ku yên şer dikin pê bedew dibin.

Ji bo mirov bi rengekî azad li ser xaka xwe bijîn, jin û mêr ên leheng li qada cengê bi lehengî şer dikin li dijî dîktatoriyê. Ya ku li deşt û çiyayên Heftanînê diqewime, têkoşîneke bêeman e. Hostayên şoreşê gotibûn; berxwedan jiyan e. Şervanên ciwan di asta herî pîroz a jiyanê de ne. Di kêliyên herî dijwar ên jiyanê de, di şerê herî giran de dirûşmên tolhildanê berz dikin. Ya ku dane ser milê xwe ne tenê tivinga wan e, di heman demê de paşeroja bi rûmet û xewn û xeyalên azadiyê yên gelekî ye.

18 roj, 18 roj in ku hêja ye bi salan mirov qalê bikin. 18 roj ên ku bi dirûşma 'Ev der Heftanîn e' mîna fîşekekê li mejiyê dewleta Tirk a faşîst hate xistin û derbasî dîroka Kurdistanê bû. Bila têkoşer bên vegotin, lehengên 18 rojan bên vegotin, dilên ciwan ên ku mohra xwe li dîrokê xistine bên vegotin, şervanên berxwedêr ên welatê min ku bi biryardarî rê nadin mêtingeriyê bên vegotin. Bila ew şervanên berxwedêr qala destanên xwe bikin. Em di demên herî zindî de ne ku şer lê bedew dibe. Ne birînên wan, ne westandin û bêxewî, ne jî birçîbûn nikare bi bedewiya wan. Berevajî, her şûna fîşekê, her parçeyê şarapnelê bedewiya wan bêhtir bedew dike. Ev yek ji bo wan nîşaneya şoreşê ye ku pê serbilind in.

'EM Ê HETA DAWIYÊ ŞER BIKIN'

Yek ji deverên ku li Heftanînê berxwedanê mezin dike û şerekî giran lê diqewime qada Şeşdara ye. Zinarîn Zinar ku li wê qadê şer kir, qala berxwedana hingî dike: "Li dijî faşîstan û teknîka wan têkoşîneke mezin tê meşandin. Bi taybetî berxwedana şehîd Esmer, şehîd Nûcan, Bêrîvan, Ararat û şehîd Zeryan hêja ye ku li rûpelên dîrokê bê nivîsandine. Dewleta Tirk a faşîst mêtinger heta jê hat bi derfetên xwe hemûyan êrişî Heftanînê kir. Her bihosteke Heftanînê bi Kobrayan, bi balafirên şer û keşfê bombe kir û bi vî rengî hat.

Li Şeşdarayê hema bêjin, me li her bihostê şer kir. Bi taybetî balafirên şer bombardûmaneke giran dikir. Tevî ku di vî şerî de teknîk gelekî zêde hate bikaranîn, gaveke bi tenê jî bi paş ve nehate avêtin. Di şexsê hevalên ku li Şeşdarayê şehîd bûn me ev yek gelekî bş dîtin. Wê kes nikare li pêşiya me bibe asteng. Ya ku ji me tê hêvîkirin ew ku li ser şopa şehîdan bin. Xewn û xeyalên hevalên me yên şehîd bûn ew bû ku li welatekî jiyan bijîn. Berpirsyariya me ye ku em xewn û xeyalên wan pêk bînin. Ez; gerîlayeke YJA Starê tevlî Cenga Heftanînê bûme. Û dikarim vê bêjim; em ê wan poşman bikin ku hatine Heftanînê. Em ê heta dawiyê şer bikin."

'GERÎLA DÎROKÊ DINIVÎSÎNE'

Gerîlayeke din a YJA Starê ku di Cenga Heftanînê de ye Eylem Mazlûm e. Eylem Mazlûm jî wiha qala 18 rojên berxwedanê dike: "Dewleta Tirk a faşîst dixwaze gerîla biqedîne. Lê belê li dijî vê yekê berxwedaneke mezin heye. Li her devera Heftanînê şer heye. Bersiveke mezin tê dayin. Yên ku hewl dan îradeya gerîla bi teknîkê têk bibin bêencam man. Ji ber ku gerîla hêza baweriyê ye. Bi rastî jî li vir kêliyên dîrokî diqewimin. Li dijî fîloyeke balafiran tenê çend gerîlayan şer kirin.

Min li qada Partîzanê ev yek dît. Li Heftanînê îradeya mirovan li dijî teknîkê dîrokê dinivîsîne. Ya rast, em dibînin ku baweriya bi serketinê dike ku mirov dikare çi bike. Her hevaleke/î me li dijî artêşekê şer dike. Eger hatine hingî wê encamên wê jî qebûl bikin."

'LI PÊŞBERÎ TÊKOŞÎNA ME TENGAV BÛNE'

Yek ji berxwedêrên Cenga Heftanînê jî Çîçek Canfeda Gabar e. Wiha qala berxwedana li Heftanînê dike: "Ti teknîk nikare bi îradeya me, ji ber ku me xwe bi îdeolojiya Rêberê xwe afirandine. Mirovên ku dixwazin bi şeref û namûsa xwe bijîn, dest ji xaka xwe, welatê xwe, gelê xwe bernadin. Ji ber ku sedema me ya habûnê gelê me ye, welatê me ye. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe şer bikin. Û em ê têkoşîna xwe mezin bikin.

Li pêşberî têkoşîna me tengav bûne. Çend rojan carekê neçar dimînin ku leşkerên xwe biguherînin. Ne ji teknîkê be nikarin li ber xwe bidin. Ev yek jî ji bo me cihê moralê ye."