Heyva Sor kampanyaya malbatên xwişk û bira da destpêkirin

Heyva Sor a Kurdistanê derbarê kampanyaya Malbatên Xwişk û Bira daxuyanî da û got, ''Heyva Sor a Kurdistanê li bara vê rewşa derasayî ji bo piştevaniya gelê me û heqderketina ji van rojên giran kampanyaya 'Malbatên Xwîşk û Bira daye destpêkirin.''

Ji ber panemiya vîrûsa koronayê ku li hemû cîhanê bandora xwe heye li ser gelê Kurdistanê jî pirsgirêkên giran ên aborî hene.

Duh TJKE-E û KCDK-E'yê jî ji bo malbatên hewce ragihandibû ku wan kampanyaya 'Malbatên Xwîşk û Bira' dane destpêkirin.

Derbarê Kampanyayê îro Heyva Sor a Kurdistanê daxuyaniyeke niviskî da û got,''Li Kurdistanê ji ber vîrûsa koronayê hin malbatên me hewceyî alîkariyê bûne, em bi van malbatên xwe re bibin malbatên xwîşk û bira''.

Heyva Sor her wiha got: '''Ji ber hêla (pandemî) Covîd-19'ê ku hemû cîhan daye ber xwe rewşeke derasayî tê jiyîn. Kurdistan ji hêla serdestan ve hatiye hejarkini, bêkar hatiye hiştin û li talana hemû dewlemendiya wê dane,ji ber êrîşan bi milyonan mirovên ku ji şûnwarên xwe hatine kirin, ji ber sedema vê vîrûsê ji bo tevdîrên ku hatine standin hijmara mirovên ku hewceyî alîkariyê bûne zêdetir bûne.

Heyva Sor rewşa gelê Efrînê ya ku ji ber dagirkeriya Tirk koçî Şehbayê kirî û niha bi şertên giran dijî, her wiha rewşa gelê Serêkaniyê, Girê Spî ku niha li kampan dijî, reşwa gelê Şengalê û gelê li Kampa Mexmûrê bi şertên dijwar dijî bi bîr xist, rewşa bakur û gelê ku li başûrê Kurdistanê li kampan dijî bi bîr xist û got, ''Ji br vîrûsa koronayê qedexeya derketina derve, girtina kargehan rewşa gelê me yê bêhtir giran kriye û hewce kiriye ku demildest em destê alîkariyê bidin hev.'''

Heyva Sor  Kurdistanê got, ''Li bara vê rewşa derasayî ji bo piştevaniya gelê me û ji bo heqderketina ji van rojên giran kampanyaya ''Malbatên Xwîşk û Bira'' daye destpêkirin.

Li ser şertên kampanyayê jî hate gotin:

-Sê mehan her meh divê bi kêmanî 100 Euro alîkarî ji bo malbata xwîşk û bira were şandin.

-Agahiyên malbata ku wê alîkarî pê re were kirin Heyva Sor wê bide.

-Malbata ku wê alîkariyê bike ew bixwe dikare vê alîkariyê ragihîne û dikare bi rêya Heyva Sor jî bigihîne.

Heyva Sor  a Kurdsitanê bang kir ku her kes bi peywirên mirovî rabe û di van rojên giran de destê alîkariyê bide malbatên ku hewce ne.

Heyva Sor herî dawî got, ''Li gorî biryara ADD'ê li eyaleta Rheînland-Pfalzê destûra komeleya me tine ku alîakriyê bide hev.''