Hem DAÎŞ'î ye hem jî endama AKP'ê ye

Denîz Buyukçelebî di nava rêxistinbûna DAÎŞ'ê ya Tirkiyeyê de cih digire ku ji aliyê MÎT'ê ve hatiye avakirin û yek ji plansazên êrişên li dijî HDP'ê û pêkhateyên wê ye. Eşkere bû ku hevsera wî Şengul Buyukçelebî jî endama Baskê AKP'ê yê Jinan e.

Şengul Buyukçelebî ku yek ji êrişkarên gelek komkujiyên li Tirkiye û Kurdistanê ye û demeke dirêj li Sûriyeyê ma, eşkere bû ku endama Baskê AKP'ê ya Jinan e. Buyukçelebî hîn jî endameke aktîf a AKP'ê ye.

Şengul Buyukçelebî tevî hevserê xwe Denîz Buyukçelebî di sala 2014'an de çû Sûriyeyê û piştî ku DAÎŞ li ser erdê têk çû vegeriya Tirkiyeyê. Buyukçelebî ku bi rêyên neqanûnî vegeriya, 1'ê Hezîrana 2018'an çû Midûriyeta Emniyetê ya Nîzîpê û îfade da ku ew dixwaze ji "poşmaniyê" sûdê werbigire.

Îfadeya Buyukçelebî gihîşt ANF'ê. Di îfadeya xwe de Buyukçelebî agahiyên li ser rêxistinê dide û hin detayên girîng eşkere dike. Buyukçelebî di îfadeya xwe de dibêje ew endama Baskê AKP'ê yê Jinan e, beriya tevlî nava DAÎŞ'ê bibe diçû Komeleya Ciwanên Misilman ku li Dîlokê ava bû û walîtiyê jî destûra wê da, piştî ku demekê li wir perwerdeya dînî dît tevî hevserê xwe çû Sûriyeyê.

Buyukçelebî diyar kir ku beriya biçin Sûriyeyê, endamên rêxistinê yên ji welatên biyanî dihatin li mala xwe vedihewandin û piştî demekê bi rêya hevserê xwe ew derbasî Sûriyeyê dikirin.

Buyukçelebî anî ziman ku wan Îlhamî Bali, Nûsret Yilmaz, Yûnûs Dûrmaz û Ahmet Guneş beriya derbasî Sûriyeyê bibin nas dikirin, ku van kesan êrişên DAÎŞ'ê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê organîze dikirin. Buyukçelebî ragihand, di serî de derbaskirina ji sînor wan di gelek karên cuda de roleke aktîf lîstine û hevserê wê jî alîkarê Bali bû.

BÊGUMAN HATE BERDAN

Buyukçelebî piştî wergirtina îfadeyê ji bo girtinê sewqî dadgehê hate kirin û ji ber ku di dema lêpirsînê de got, ew dixwaze ji "poşmaniyê" sûdê werbigire, bi "şertê kontrola edlî" hate berdan û bi rengekî negirtî hate darizandin. Di dawiya darizandinê de jî bi heman hincetê biryar hate dayin ku pêwîstî pê nîne ku bê cezakirin.