Gundekî girêdayî Amêdiyê hate bombekirin

Balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundekî girêdayî navçeya Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di saet 14:30 de gundê Keverkê ya li bajarokê Çemankê hatiye bombekirin. Hat ragihandin ku di êrîşê de ziyan gehiştiye bax û baxçeyên gundiyan.

Hema her roj li Başurê Kurdistanê û herêmên di bin serweriya gêrîlayan de êrîşên hewayî pêk tên. Di derbarê van êrîşan de ne hikûmeta Iraqê û ne jî hikûmeta Hewlêrê bertekên xwe bi şêweyek fermî nîşan nade.

Roja 28’ê Gulanê di seatên êvarê de gundên girdayî herêma Bradostê hate topbarankirin, agir bi zeviyan ket. Heman rojê di seatên sibehê de gundên Sinyan û Bindêwanyan yên li herêma Bradostê û Xakûrkê ji aliyê balafirên şer ve hate bombekirin, elektirîka herdu gundan hatibû qutkirin.

Di êrîşa hewayî ya ku roja 26’ê Gulanê de ku li gundê Sefre ya girêdayî bajarokê Mawata ya Silêmaniyê de du gêrîlayên YRK a Rojhilatê Kurdistanê û sê sivîl şehîd bû bûn.