'Xelîfeyê nû yê DAÎŞ'ê li Tirkiyeyê ye'

Çeteyê DAÎŞ'ê Taner Sabrî Gorenoglû diyar kir ku xelîfeyê nû yê DAÎŞ'ê El Selbî tevî zilamên nêzî xwe li Tirkiyeyê ye.

Taner Sabrî Gorenoglû ku di sala 2009'an de bi rêya çeteyê DAÎŞ'ê Leys Abûş ê li Tirkiyeyê nas kir di sala 2014'an de tevlî DAÎŞ'ê bû û bi xelîfeyê nû yê DAÎŞ'ê Emîr Mûhammed Abdul Rahman el Mevla el Selbî (Haci Abdullah) re xebitî, li xwe mikur hat û agahiyên girîng da.

Gorenoglû diyar kir ku di Tebaxa 2017'an de bi fermana El Selbî hewl da derbasî Tirkiyeyê bibe û îdîa kir ku El Selbî û 2 zilamên nêzî wî beriya wî derbasî Tirkiyeyê bûn. Gorenoglû destnîşan kir ku kuştina Bagdadî herî zêde wê bi kêrî Tirkiyeyê bê û got, "Piştî Bagdadî kesî herî xurt Haci Abdullah e. Haci Abdullah kesekî Tirkmen e. Hema bêjin temamiya Tirkmenan jî nêzî Tirkiyeyê ne. Ev rewş bi kêrî îstîxbarata Tirk tê."

Taner Sabrî Gorenoglû ragihand ku Haci Abdullah wê aqîdeya DAÎŞ'ê biguherîne û got, "Aqîdeya Haci Abdullah cuda ye, mîna ya Bagdadî nîne. Aqîdeya wî mîna ya Adnanî (Taha Sûbhî Falaha) û Fûrkan (Vaîl Adîl Hasan Selman El Fayad) tund nîne. Wê li pêşberî Tirkiye û El Qaîdeyê hîn nerm be. Wê xwe nêzî Tirkiye û El Qaîdeyê bike, bi wan re peymanan çêbike."

'WÊ JI IDLIBÊ BIÇÛNA TIRKIYEYÊ'

Taner Sabrî Gorenoglû ragihand ku xelîfeyê nû yê DAÎŞ'ê Haci Abdullah tevî zilamên xwe li Tirkiyeyê ye û got, "Ez zanim ku Haci Abdullah di meha 2'emîn a sala 2017'an de çû Idlibê û wê ji wir biçûya Tirkiyeyê. Ew, Mûrat Qardaş û Leys Abûş wê biçûna Tirkiyeyê. Min ev ye ji birayan û Leys Abûş bihîst. Leys Abûş got 'Em ê biçin Tirkiyeyê'. Min jî jê pirsî 'wê çi bi min bê?'. Wî jî got, 'Em ê bi rêya notekê ji te re bêjin ku tu yê kengî derkeve'."

Ji bo pirsa 'Gelo nabe ku li Idlibê mabe?' Gorenoglû got, "Ne bawer im ku li Idlibê mabe. Idlim qad şer e. Lingên Haci seqet e, zehmetiyê dikişîne. Her wiha ew ewlekariyê gelekî girîng dibîne. Li Idlibê nava OSO û komên din ên cîhadîst de gelek sîxurên Emerîkayê hene. Ji ber wê yekê Idlib ewle nîne. Ji bo Haci devera herî ewle Tirkiye ye. Li Tirkiyeyê bi rengekî veşartî tevdigere. Xwe ji Erdogan venagire, lê xwe ji Emerîkayê vedigire."

Taner Sabrî Gorenoglû diyar kir ku çend meh piştî Haci Abdullah û zilamên wî ji bo derbasî Tirkiyeyê bibin çûn Idlibê, mîna ku Leys Abûş jê re got ferman jê re hat ku ew jî derbasî Tirkiyeyê bibe û got, "Li ser fermana Haci Abdullah min hewl da derbasî Tirkiyeyê bibe. Notek ji min re şandibûn. Di notê de digotin ku di meha 8'an de derbasî Tirkiyeyê bibe, wezîfeyên nû hene. Ez jî tevî malbata xwe bi sivîlan re ji Ebû Haşabê derketin û ji herêma YPG'ê derbas bûn. Piştî ku 6 rojan li Minbicê man Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) hat em girtin."

'HACI ABDULLAH EM HÎN KIR'

Gorenoglû ji bo pirsa "Eger bi fermana Haci Abdullah derket, wê demê DAÎŞ'ê çima qaçaxçiyekî ewle jê re amade nekir?" got, "Ji xwe ji bo karibim wezîfeya xwe bimeşînim ji sala 2015'an ve min xwe sivîl nîşan dida. Eslê min Ereb e û bi Erebî baş zanim. Ji ber ku hevsera min jî Sûriyeyî ye, hingî hêsan bû ku bi sivîlan re em derkevin. Haci Abdullah em demeke dirêj perwerde kir, hîn kir. Sîstema me ya ragihandinê cuda ye, tevlî civînan nabe, bi kesî re hevdîtinan nake. Haci tevlî civînekê nabe.

Mirovên li derdora Haci Abdullah jî ew mirov in ku ji wan hemûyan bawer dike. Di gelek qonaxan de ew ceribandiye û jê bawer bûye. Zilamên xwe nîşanî kesî nade. Li gel Haci Abdullah sîstema pîramît nîne. Sîstemeke ku ew ê bi alîkarê xwe re, alîkarên wî jî bi hinekî din re hevdîtinê bike nîne. Ew yekser têkiliyê datîne ku kesê sêyemîn ji holê rake. Ji ber ku kesê sêyemîn dibe sedema peydabûna îstîxbaratê. Di nava rêxistinê de em zêde dernakevin pêş."

PIŞTÎ BAGDADÎ NAMZETÊ HERÎ XURT HACI ABDULLAH BÛ

Çeteyê DAÎŞ'ê Taner Sabrî Gorenoglû ragihand ku piştî Bagdadî wî texmîn dikir ku xelîfeyê nû Haci Abdullah be û got, "Haci Abdullah yekî kevn e û di nava rêxistinê de tê hezkirin. Di nava rêxistinê de di asta bilind de rêveber neman. Hemû hatin kuştin. Ya rast Haci Abdulnasir (Taha Abdurrahîm Abdullah ê di destê QSD'ê de) kesê herî zêde nêzî xelîfetiyê bû. Lê belê ew jî bi beyaneke xwe de li nava rêxistinê bû sedema tevlîheviyê. Gelekî radîkal bû, ji wezîfeyê hate girtin. Aliyê îdeolojîk ê Hac Hamîd lawaz bû. Ji ber vê yekê namzetê herî xurt, dibe ku yekane namzet Haci Abdullah bû."

'KUŞTINA BAGDADÎ BI KÊRÎ TIRKIYEYÊ HAT'

Gorenoglû destnîşan kir ku kuştina Bagdadî herî zêde bi kêrî Tirkiyeyê hat û got, "Eger Bagdadî bê kuştin, kesê bikev şûna wî kî ye? Bêguman Haci Abdullah e. Haci Abdullah jî Tirkmen e. Hema bêjin temamiya Tirkmenan nêzî Tirkiyeyê ne. Ev yek bi kêrî îstîxbarata Tirk tê. Ji xwe eger tevî ku bi hatina helîkopteran zanîbûn agahî nedan Bagdadî, ev yek tê wê wateyê ku xwestin Bagdadî bê kuştin û zilamê wan bikeve şûna wî ku bi OSO re xwedî hêzeke din bin. Dibe ku dixwazin li dijî PKK û rejîmê bi kar bîne.

Yê ku DAÎŞ esasî bi rê ve dibir Bagdadî nebû. Yên ku Bagdadî jî bi rê ve dibirin, yên ku aqil didan wî Tirkmenên Iraqî bûn. Mînak Leys Abûş, Haci Abdullah, Haci Abdulnasir di nava DAÎŞ'ê de xwedî wezîfeyên mezin bûn. Yanî esasê DAÎŞ'ê Tirkmen in. Her kes zane, çi sivîl be çi jî DAÎŞ'î be Tirkmen hemû ji Erdogan û DAÎŞ'ê gelekî hez dikin. Kes nizane ku çiqas endamên îstîxbarata Tirk di nava Tirkmenan de hene. Hemû aşiqê Tirkiyeyê ne."

'WÊ DAÎŞ'Ê LI DIJÎ PKK'Ê Û HÊZÊN CUDA BI KAR BÎNIN'

Taner Sabrî Gorenoglû ragihand ku di nava DAÎŞ'ê de ji sala 2017'an û pê ve di navbera baskê radîkal ê bi navê 'xerîcî' û baskê nêzî xeta El Qaîdeyê yê bi navê 'mûxalîf'an de pirsgirêk hene û anî ziman ku Haci Abdullah û ew ji baskê 'mûxalîfan' e. Gorenoglû diyar kir ku Haci Abdullah wê DAÎŞ'ê bêhtir nêzî dewleta Tirk bike û got, "Aqîdeya Haci Abdullah cuda ye, mîna ya Bagdadî nîne. Mîna aqîdeya Adnanî (Taha Sûbhî Falaha) û Fûrkan (Vaîl Adîl Hasan Selman El Fayad) tund nîne.

Wê li pêşberî Tirkiye û El Qaîdeyê bêhtir nerm be. Wê xwe nêzî Tirkiye û El Qaîdeyê bike û bi wan re li hev bike. Ew ê jî vê yekê weke firsendê bibînin û li dijî PKK'ê bi kar bînin. Wê bêje 'Dijminê me hevpar e, were em li dijî PKK'ê tiştekî bikin'. Ji xwe Ebû Hanzala jî berê mirovên ku dixwestin tevlî DAÎŞ'ê bibin ji wan re digotin 'Werin em li dijî PKK'ê dest bi cîhadê bikin' û ew digirt. Polîtîkaya dewleta Tirk ev e, dixwaze li dijî PKK'ê bide şerkirin. Tirkiye piştî OSO wê bixwaze DAÎŞ'ê jî ji bo xwe bike artêşeke cîgir."