Girtiyê nexweş ê 76 salî Alî Boçnak şehîd bû

Girtiyê nexweş ê 76 salî Alî Boçnak ku li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê dîl dihate girtin, şehîd bû.

Alî Boçnak sala 2009'an li Qersê di operasyona qirkirina siyasî de hatibû destgîrkirin û 7 sal û 8 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.

Cenazeyê Alî Boçnak wê li warê wî li Qersê bê veşartin.

Alî Boçnak ku ji sala 2017'an ve li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Patnos a Agiriyê dîl dihate girtin, yek ji wan girtiyên nexweş bû ku di lîsteya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de bû. Li gel nexweşiya gurçikê gelek nexweşî bi Boçnak re hebûn.