Gerîlayên YJA Starê tankeke artêşa Tirk wiha îmha kir

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîlayên YJA Starê weşand, ku di encamê de tankeke artêşa Tirk hate îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyê ev agahî dabû:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me 2'ê Hezîranê li dijî artêşa TC a dagirker çalakî li darxistin. Di vê çarçoveyê de:

Saet di 11:45'an de hêzên me yên YJA Starê li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê li tankeke li hundirê qereqola Zevtê xistin. Di çalakiyê de tank îmha bû, hejmara leşkerên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin."