Gerîlayên HPG û YJA-Starê Hefteya Qehremaniyê nirxandin

Gerîlayên HPG û YJA Starê derbarê Hefteya Qehremaniyê ya ji 21-28’ê Adarê nirxandin. Gerîlayan diyar kirin ku wê li ser şopa Fermandar Egîd têkoşînê geş bikin.

Meha Adarê taybet ji bona gele Kurd xwedî girîngiyeke mezin e. Meha Adarê wek biharekê, gelek cejn di nav de hene. Yek ji van cejnan jî, cejna gelên Arî Newroz e. Newroz ne tenê roja nû, bihara nû ye, Newroz bilindkirina meşaleya azadîyê ye.

Di nav PKK’ê de‘Hefteya Qehremantiyê’ jî bi Newrozê dest pê dike û bi şahadeta Egîd (Mahsûn Korkmaz), 28’ê Adarê bi dawî dibe. Ji bona gerîlayên Kurdistanê wate û girîngiya vê rojê cuda ye. Ji bona ‘Hefteya Qehremantyê’ gerîlayên HPG û YJA-Star’ê axivîn.

‘ BERXWEDAN BER BI SERFIRAZIYÊ DIBE’

Gerîlaya YJA-Starê Medya Devrîm Çarçêla, derbarê yek jî kadroyên pêşeng yê PKK’ê Mazlûm Dogan got ku, “Ez pêşiyê Hefteya Qehremaniyê li Rêbertî, li gelên bindest û li hemû rêhevalan pîroz dikim. Berxwedaniya li zindana Amedê ji bona me xwedî girîngiyeke mezin e. Bi taybetî meşa li ser şopa wan di mirovan de hêza qehremaniyê dide avakirin. Berxwedaniya girtîgehê, ya ku bi agirê Mazlûman ve hatiye destpêkirin, bi sedan rêhevalên me dan ser şopa vê rêyê. Em wan bi hurmet bi bîr tînin û soza geşkirina têkoşîna wan didin. Dibe ku wê demê em ne li cem wan hevalan bûn, lê di milê ruhî de em bi wan re dijîn. Têkoşîna ku niha tê meşandin, bi mîrasa wan ve bi watedar û xweşiktir bi pêş dikeve. Wekî ku rêheval Mazlûm dibêje; ‘Teslîmiyet ber bi îxanetê ve, berxwedanî ber bi serfiraziyê ve dibe.’ Ji bo em bibin rêhevalên wan yên rast, têkoşîneke bi berxwedaniyek mezine pêwist e. Berxwedana wan hevalan ji bo me hişyariyek bû, da ku em bibin xwedî vîneke azad û xwedî rûmet bin. Mîrasa wan, di tevahî cîhanê de wekî manîfestoyeke tê bi nav kirin’’

‘LI SER TIRBA MIN BINIVÎSIN DEYNDARÊ GELÊ XWE BÛ’

Yek ji Fermandarê HPG’ê Serxwebûn Azadî qehremantiyên di nava PKK’ê de derketî bi vî awayî nirxand, “Pêşengên PKK’ê, ji 21’ê Adarê heta 28’ê Adarê navê xwe dane nivîsandin û dîrok dane guhertin. Li hemberî faşîzma dewleta Tirk, ya ku dixwestin Kurdan di milê fîzikî û çandî ji holê rakin, berxwedaniya hevalên zindana Amedê de mohra xwe li dîrokê dan. Yek jî berdevamiya vê berxwedanê rêheval Sema bû. Rêheval Sema di zindanê de, li hemberî hevkariyê, îxanet û tasfiyeyê çalakî li dar xist. Wan rêhevalên berxwedêr, bi çalakiyên xwe dîrok dan guhertin. Wan rêhevalan di wê kêliyê de azadî dan jiyîn. Heta roja me ya îro bi ruhê wan rêhevalan ve Tekoşîna Azadiya Kurdistanê didome. Ew zarokên gelê Arî bûn. Ji gelê xwe re xizmet kirin. Rêheval Xeyrî jî dibêje, “Li ser tirba min binivisînin, deyndarê gelê xwe bû’. Em ê heta dawiyê şopdarên van rêhevalan bin.”

’GER AZADÎ HÊSAN BÛYA BÊRÎVAN Û RONAHÎ CANÊ XWE NEDIDAN BER AGIR’

Gerîla yê HPG Hogir Cudî hestên xwe bi vî awayî anî ser ziman: ‘’Agirê bedena Rêheval Mazlûm, Ferhat, Sema û Fîkrîye ve rêya me ronî bû. Van rêhevalan xeta heqîqet û azadiyê ji me re pênase kirin. Di roja 21’ê Adarê de bi geşkirina agirê bedenên xwe ve, Newroz li me pîroz kirin. Rêbertî ji bo berxwedaniya rêheval Berîvan û Ronahîyan wiha dibêje; ’Ger azadî hêsan bûya Bêrîvan û Ronahiyan canê xwe nedidan ber agir’. Ev rêheval bûn rêwîyên heqîqetê û gihiştin heqîqetê.

FERMANDAR EGÎD LI DIJÎ QIRKIRINA KURDAN BÛ DENGEK

Yek jî gerîlaya YJA-Star Zelal Cizîr ji bona Hefteya Qehremantiyê got ku, “Hefteya Qehremaniyê’ bi şehadeta fermandarê me yê mezin Rêheval Egîd ve bi dawî dibe. Rêheval Egît fermandarê gelê Kurd bû. Bi pêşengtiya Rêheval Egîd, fîşeka yekem li beramberî faşîzmê li çiyayên Kurdistanê teqiya. Fermandar Egîd ji qirkirina Kurdan re dengek bû. Wî gelê Kurd ji xewa salan hişyar kir. Ew bû nasnameya gelê Kurd. Bi dehan fermandar li ser rêya rêheval Egîd şehîd bûn. Em ê heta dawî xwedî li mîrateya van hevalan derkevin. Em dîsa Hefteya Qehremaniyê li Rêbertî û li hemû gelan pîroz dikin.”