Gerîla bi hewara xelkê Şengalê ve çû

Yek ji gerîlayên ku li dijî êrişên qirkirinê yên çeteyên DAÎŞ'ê ji bo parastina gel çû Şengalê, Êriş Hewreman bû. Hewreman got, "Di demekê de ku cîhan hemû bêdeng ma, gerîla bi hewara gelê Şengalê ve çû."

Dema ku çeteyên DAÎŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de êriş birin ser Şengalê, yek ji gerîlayên ku bi hewara Kurdên Êzidî ve çûn Êriş Hewreman bû. Hewreman qala komkujiya wê demê û berxwedana li dijî komkujiyê kir. Gerîla Êriş Hewreman bi bîr xist ku çeteyên DAÎŞ'ê beriya Şengalê êriş birin ser Mûsilê û got, "Piştî ku Mûsil hate dagirkirin, tevgera me rewş nirxand û biryar da ku gerîla bişîne Şengalê. Li ser vê yekê min cihê xwe di nava koma destpêkê ya gerîla de girt û me berê xwe dan Şengalê.

Min beriya wê qet Şengal nedîtibû. Me herêm nas nedikir. Li Şengalê ti hêz nema bûn, hemû reviya bûn. Ji aliyekî ve ew direviyan, li aliyê din ve jî me berê xwe didan Şengalê. Tişta ku min li Şengalê dît qet ji bîra min naçe. Li aliyekî kîn û hêrsa me hebû, li aliyê din jî xelkê Şengalê hebû ku hewl dida xwe bigihîne herêmeke ewle. Vê rewşê girîngiya wezîfeya me radixist pêş çavan."

BALA HER KESÎ LI SER GERÎLA BÛ

Gerîlayê HPG'ê Êriş Hewreman got, "Me destpêkê civaka Êzidî baş nas nedikir. Lê belê kêliya ku gel em pêşwazî kir, kelecaneke mezin da me. Gelekî kêfxweş bûbûn. Wan jî zêde tevgera me nas nedikir, lê belê baş zanîbûn ku ev hêza gerîla ji bo parastina wan hatiye. Kêliyên gelekî bi bandor û bi êş bûn. Dema ku li gerîla dinerîn hêvî di çavê wan de dihate dîtin. Xwedîderketina wan mirovan a li gerîla mirov dikir heyranê xwe.

Di demekê de ku dinya hemû bêdeng bû, gerîla çû Şengalê. Her kesî meraq dikir ku gerîla wê bi roleke çawa rabin. Bi hezaran pêşmerge li wir hebûn. Dikarîbûn pêşî li fermanê bigirin, lê mixabin li şûna ku xwedî li gel derkevin çûn. Bala her kesî li ser gerîla bû. Gerîla bi zor û zehmetî xwe gihand çiyayê Şengalê û bi hezaran mirov parast, rizgar kir. Li ku derê xeteriyek hebe amade ye ku şer bike û gelê xwe biparêze. Dinyayê hemûyî dît ku gerîla hêza parastinê ya profesyonel a Kurdistanê ye."

LI ŞENGALÊ PÊNGAVÊN NÛ HATIN AVÊTIN

Gerîlayê HPG'ê Êriş Hewreman bi bîr xist ku çend mehan bi hêzeke biçûk a gerîla berxwedana li Şengalê dewam kir û destnîşan kir ku Şengal gav bi gav ji tarîtiyê xwe gihand ronahiyê. Êriş Hewreman got, "Gerîla ne tenê li herêmekê şer dikir. Roj bi roj hemû herêmên Şengalê rizgar dikir. Firsenda jiyaneke nû dida gel. Xelkê Şengalê ji derfetên perwerdeyê bêpar hatibû hiştin. Gav bi gav xwe perwerde dikir. Hêzên parastinê YBŞ û YJŞ ava bûn. Bingeha sîstema rêveberiya xweser hate danîn. Bi kurtasî li Şengalê ji aliyekî ve pêngavên azadkirinê dihatin avêtin, li aliyê din jî gel ji jiyaneke nû re dihate amadekirin.

Şengal niha gihîştiye asteke ku karibe xwe biparêzer û birêve bibe. Hêzên HPG û YJA Starê piştî ku wezîfeya xwe bi cih anîn vekişiyan, lê belê gel nedixwest ku vekişin. Lê belê Şengal êdî zane bûye. Xwedî wê hêzê ye ku li dijî êrişan karibe xwe biparêze. Bêguman planên dijmin ên li ser Şengalê naqede. Ji xwe car carna bi êrişên hewayî van planên xwe nîşan dide. Lê Şengal êdî ne Şengal a berê ye. Em jî bi navê hêzên gerîla ne tenê ji bo Şengalê ji bo tevahiya Kurdistanê amade ne ku gelê xwe biparêzin. Ferman wê êdî nebe qedera gelê Şengalê. Çarenûsa Şengalê wê êdî bi destê gelê Şengalê diyar bibe. Em jî amade ne ku li ser rêya demokrasî û azadiyê piştgiriya wan bikin."