Gerîla Çekdar bang li malbata xwe kir

Gerîlayê HPG'ê Çekdar Amed diyar kir ku malbata wî jî li ber avahiya HDP'ê ya Amedê rûdinê û got, "Malbatên me bi taybetî dayikên me divê ne li dijî me bin, divê bi me re bin."

Gerîlayê HPG'ê Çekdar Amed diyar kir ku hikumeta AKP-MHP'ê bi îstîsmarkirina malbata wî dixwaze wan bike parçeyekî şerê taybet û ji malbata xwe xwest, ku li şûna li pêşiya avahiya HDP'ê ya bajêr rûnê, xwedî li doza zarokê xwe derkeve.

Gerîla Çekdar Amed ji ANF'ê re axivî û anî ziman, di nava wan kesan de yên bi fermana hikumeta AKP-MHP'ê û organîzasyona MÎT û Emniyetê li pêşiya avahiya HDP'ê ya Amedê rûdinên malbata wî jî heye.

Çekdar Amed diyar kir, ku dixwazin hestên olî yên malbata wî îstîsmar bikin, bi vî rengî bikin parçeyekî ji şerê taybet ê li Kurdistanê tê meşandin û got, "Helwesta ku malbata min ketiye nav, nerast e, lê belê ez zanim ku ji aliyê AKP'ê ve hatiye xapandin. Divê malbata min tavilê dest ji vê helwestê berde."

DIVÊ MALBATÊN ME BI ME SERBILIND BIN

Gerîla Amed got, dewlet li gel amûrên xwe yên şer nikare bi gerîla, niha jî bi rêbazên şerê qirêj bi ser de tê û diyar kir, "Ez nehatim xapandin û bi vî rengî derneketim serê çiyê. Komkujî û qirkirina ku dijmin li Kurdistanê dike sedema min a tevlîbûna li nava refên gerîla ye. Bi îradeya xwe ya azad û bi têgihiştina xwe ya Kurdewarî tevlî nava refên gerîla bûm. Li dijî polîtîkayên înkar û tinekirinê yên dewleta Tirk a mêtinger em li çiyê ne. Divê malbatên me bi me serbilind bin."

DIVÊ BI ME RE BIN

Gerîlayê HPG'ê Çekdar Amed anî ziman ku ew di pêvajoyeke gelekî krîtîk û girîng de ne û wiha dewam kir, "Malbatên me bi taybetî jî dayikên me divê ne li dijî zarokên xwe bin, lê li gel wan bin û vê dozê bişopînin. Divê nebin ew kesên ku di vê pêvajoyê de nifir li wan tê kirin, divê bibe ew kesên ku di vê pêvajoyê de pîroz tên dîtin. Têkoşîna azadî û wekheviyê ya Dayikên Şemiyê û daxwaza wan a têkoşînê divê ji xwe re weke perspektîfê bibînin."

EV DESTHILATDARÎ ZALIM E

Gerîla Amed hovîtiya desthilatdariya AKP-MHP'ê ya li Kurdistanê bi bîr xist û got, "Hewl dide ku bi rêbazên herî faşîst, gelê Kurd tine bike, bitepisîne. Bêguman ew dijminê Kurdan e. Me dît ku di vê oxirê de ti nirxên civakî nas nakin. Heta hewl dide goristanên me xera bikin. Nêrîneke berevajî vê yekê xeflet e, hevkariya bi polîtîkayên qirêj re ye. Dayikên me hîndekarên me yên jiyanê ne. Ked û fedakariya wan a ji bo me mezin e. Armanceke me ya têkoşînê kêmkirina êşên dayikên me ne. Em ê bi têkoşîna xwe siberojên azad diyarî dayikên xwe bikin. Banga min li malbatan hemûyan e; li dijî mêtingeran têbikoşin, li kêleka mêtingeran cih negirin, li nava refên parêzvanên azadiyê bin."