Fermandarekî gerîla ku bi dawetê derkete serê çiyê: Hebûn

Welat Şehmûs Kaya daweta xwe di 15'ê Tebaxê de çêkir û şeva dawetê tevlî nava refên gerîla bû. Dema ku rojeke Tebaxê şehîd bû, bi navê Hebûn mîrateya berxwedanê ji gelê Kurd re hişt.

Fîşekên ku di 15'ê Tebaxa 1984'an de li Dihê û Şemzînanê li hemberî hêzên mêtinger hatin teqandin, li Kurdistanê ne tenê rê li ber têkoşîneke çekdarî ya demdirêj vekir, di heman demê de mîna parçekirina deryayeke qeşagirtî, civaka Kurd jî ji xewa giran hişyar kir.

Di van salên hişyarbûn û vejînê yên gelê Kurd de kevneşopên berê ji holê hatin rakirin û nirxên civakî hatin afirandin. Yek ji afirînerên van nirxan jî Welat Şehmûs Kaya yan jî bi navê xwe yê li nava gerîla Hebûn bû.

Hebûn sala 1965'an li taxa Alîpar a Amedê ji dayik bû. Têkoşîna xwe ya destpêkê ji bo nivîsandina navê 'Welat' li nasnameya dewleta Tirk, meşand. Dema ku ji dayik bû, malbata wî navê Welat lê kir, lê belê ev nav bi gotina 'navekî qedexekirî ye' nehate qebûlkirin. Ji ber vê yekê jî heta ku dibistana seretayî jî qedand, nasnameyeke wî tune bû. Piştî ku dibistan qedand, ji bo wergirtina dîplomayê, nasname êdî şert bû.

Hebûn 11 salî bû. Bavê wî Şevket Kaya berê xwe da Daîreya Nifûsê. Li hundirê daîreyê ji karmenê nifûsê re got, "Baş e me dev ji navê Welat berda, hingî navê Şehmûz li nasnameya wî binivîsîne." Lê belê Hebûn li ber vê yekê radibe û ji bavê xwe re dibêje, "Navê min wê Welat bimîne, naxwe ez naçim dibistanê." Karmendê ku israra Hebûn dît, ji ya xwe daket û got, "Dema, wê demê bila bibe herdu" û navê "Welat Şehmûs" qeyd kir.

BERIYA SALÊN 1990'Î PÊŞENGÎ JI RÊXISTINIYA LI AMEDÊ RE KIR

Malbata Hebûn yek ji malbatên dewlemend ên li Amedê naskirî ye. Bav Şevket Kaya di salên 1970'î de endametiya Meclîsa Şaredariyê û di salên 1980'î de jî Serokatiya Odeya Zîreetê kir. Malbata wî di nava siyasetê de bû ku ev yek bû sedem ku Hebûn siyasetê û têkoşîna şoreşgerî zû nas bike.

Sala 1978'an ku hînê 13 salî bû, li kampusa Fakulteya Perwerdeyê di xwepêşandaneke rêxistinên Kurd û rêxistinên din ên şoreşger de hate destgîrkirin û ew birin qereqolê. Polîsên ku dîtin navê "Welat" li nasnameya wî ye, êrîşî Hebûn kir. Tenê ji ber navê xwe nehate berdan. Heta ku bavê wî hinek nas xiste dewrê.

Di salên cûntaya 12'ê Îlonê de; di salên Berxwedana Zindanan û Pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an de Amed bû yek ji wan bajarên sereke ku Tevgera Azadiyê xwe lê bi rêxistin kir. Li vî bajarî ji ber ku rehekî xurt ê welatparêziyê heye, her wiha bajarekî xwendekaran e, ji bo tevgerê avantajeke mezin hebû. Komîteyên bajêr ên ku gel bi rêxistin dikirin, bi lez Û bez li taxan ava bûn.

Di nava salên 1980'î de Hebûn jî di temenê xwe yê ciwantiyê de cihê xwe di nava van komîteyan de girt. Lê belê sala 1987'an ku hîn 22 salî bû, bi noteke ku ji yekîneyên gerîla re yên hatibûn bejahiya Amedê hatibû amadekirin, kete destê dewleta Tirk. Hebûn bi rojan di bin êşkenceya giran de li ber xwe da û gotineke bi tenê jî ji devê wî derneket.

JI DAWETÊ WÊDETIR PÎROZBAHIYA 15'Ê TEBAXÊ BÛ

Piştî ku 36 rojan di binê çavan de ma, Hebûn şandin zindana Amedê. 2 salan li girtîgehê hate hiştin û piştre sala 1989'an hate berdan. Karên xwe yên rêxistinî yên Tevgera Azadiyê ji cihê nîvco mayî dewam kir.

Bi sala 1990 û 1991'ê re Amed wê mîna Nisêbîn, Cizîr û Şirnexê bibûya bajarekî serhildanê. Bi taybetî di havîna 1991'ê de ne tenê li Amedê li tevahiya Kurdistanê wê rûpelekî nû di dîroka Kurdistanê de bihata afirandin. Ji bo cenazeyê Serokê HEP'ê yê Bajêr Vedat Aydin ku ji aliyê kontra û çeteyên dewleta Tirk JÎTEM'ê ve hate revandin û piştre hate kuştin, bi sed hezaran Amedî daketin qadan. Hêzên dewleta Tirk êrîş birin ser merasîma cenaze û zêdeyî deh kes qetil kirin.

Komkujiya ku dewleta Tirk li hemberî serhildana 10'ê Tîrmeha 1991'ê ya li Amedê kir, bû sedem ku Hebûn biryarê li ser tevlîbûna li nava refên gerîla bide û ji bo vê jî planek çêkir; ji malbata xwe re got ku wê bizewice û daweta xwe jî di 15'ê Tebaxê de bike. Malbat mat dimîne. Bawer nake ku Hebûn bizewice û fêhm nake ku di nava hefteyekê de çima xwestiye di 15'ê Tebaxê de daweta xwe çêbike.

Lê belê Hebûn dibêje, "Ez bi biryar im" û li ser vê yekê amadekariyên dawetê destpê dikin. Li taxa taxa Alîparê xaniyek tê kirîn û amadekirin. Ji serî heta dawiyê amadekariyên dawetê û zewacê têne qedandin.

LI SER DIKÊ ALÎ TEMEL, LI SERÊ GOVENDÊ JÎ DELAL AMED

15'ê Tebaxa 1991'ê dema ku roja dawetê tê, bi hezaran kes li qada taxa Alîparê li hev dicivin. Navê xwe dawet jî be vediguhere pîrozbahiya 15'ê Tebaxê. Û daweta Hebûn dibe yek ji wan kêliyan ku stêrka Kurdistanê dibiriqe. Li ser dikê hevalê wî yê girtîgehê Alî Temel heye. Beriya çend mehan ji girtîgehê derketibû û wê rojê bi têra xwe stranên têkoşînê got.

Li qada dawetê herî zêde ciwanan govend kişandin. Li serê govendê jî Delal Amed (Hulya Eroglû) hebû ku wê piştre li çiyayên azad ên Kurdistanê bibûya fermandara gerîla. Delal Amed wê salê li Zanîngeha Dîcleyê Beşa Mîmariyê qezenç kiribû. Delal Amed tevî dayika xwe Havva tevlî dawetê bûbû û serê govendê dikişand. Wê rojê mîna Delal Amed hemû ciwan û xwendekarên welatparêz ên bi daweta Hebûn hesiya bû, li taxa Alîparê li hev civiya bûn.

Danê êvarê alên ARGK û PKK'ê li dawetê têne hildan. Hêzên tîmên taybet û polîsan ên dewleta Tirk ku piştî demekê dor li taxê girtin, dema ku çav li qelebalixiyê ketin, xwe vekişandin û heta dawet qediya sekinîn. Piştre bi şev, yên ku ji dawetê diçûn yek bi yek tevî xwediyê dawetê yek bi yek hatin destgîrkirin. Wê şevê Welat Şehmûs Kaya kincê zavatiyê ji xwe dike û kincê gerîla li xwe dike. Xatir ji malbata xwe dixwaze û tevî dergistiya xwe ji bo tevlî nava refên gerîla bibe bi rê dikeve. Ew dibe Hebûn, dergistiya wî jî dibe Jiyan.

Hebûn û dergistiya wî Jiyan dema tevlî nava refên gerîla dibin...

'ÇÛBÛ WEZÎFEYA XWE, EM Ê NIHA JÎ DAWETÊ TEMAM BIKIN'

Hebûn bi zanebûn, danhevî û sekna xwe di demeke kurt de li nava gerîla bû fermandarek û hem ji aliylê hevalên xwe hem jî ji aliyê gelê Amedê ve hate hezkirin, bû yekî cihê hurmetê. Bi bihara 1991'ê re bi tevlîbûna bi hezaran kesî re gerîlayên bi fermandariya Hebûn xwe berdan nava gel û wê rojê kamerayekê qeyd dikir. Hebûn ku navê wî di demeke kurt de li nava gelê Amedê deng veda, di rojên destpêkê yên Tebaxa 1992'an de li Girê Sor ê Licê di şerekî dijî leşkerên Tirk de birîndar bû.

Hevalên wî ji bo tedawiyê neçar man ku Hebûn bibin gundê Sine yê Licê. Piştî çend rojan 6'ê Tebaxa 1992'an mala ku gerîla lê bûn îxbar lê hate kirin û leşkerên Tirk dor li gund girtin. Hebûn û hevalên wî teslîmiyet qebûl nekirin û dest bi şer kirin. Piştî şerê ku bi saetan dewam kir, gerîla Hebûn, Dr. Jiyan (Hulya Goger), Cabbar û Şiyar û milîs Nedîm Balyecî şehîd bûn.

Malbata wî piştî çend rojan cenazeyê Hebûn wergirt û ew bir mala ku lê ji dayik bû û lê mezin bû. Bav Şevket Kaya li ser cenazeyê kurê xwe got, "Daweta wî nîvco mabû, çûbû wezîfeya xwe. Em ê niha dawetê temam bikin." Dayika wî hineya ku ji şeva dawetê ve hilanî bû li destê Hebûn kir. Ev jî wasiyeta wî bû, ku gotibû "Dema şehîd bûm, hûn ê vê hineyê li destê min bikin."

Di dema serdanên sersaxiyê yên ji bo malbata Hebûn de dewleta Tirk ketin û derketina Amedê qedexe kir. Gelê Amedê wê rojê êş û hêrsa xwe bi girtina dikanan, bi boykotkirina dibistanan nîşan da. Çend sal di ser re derbas bûn, lê belê Hebûn hîn jî ji aliyê gel ve hate hezkirin û nehate jibîrkirin. Hêzên dewleta Tirk ku nekarîn xwe li vê yekê rabigirin vê carê êrîşî malbata wî kir. Kekê Hebûn Sûphî Kaya sala 1994'an meha Gulanê ji aliyê kontrayan ve hate qetilkirin.

Hebûn (Welat Şehmûs Kaya) tevî kekê xwe yê şehîd Sûphî Kaya

Hunermend Alî Temel ji bo şeva dawetê ya 15'ê Tebaxa 1991'ê bi navê "Bûka Kurdan" stranek çêkir û ev stran jî di albûma destpêkê ya Koma Şiya "Rozerîn" de got. Hebûn jî li gel Welat bûn navê zarokên di salên 1990'î de li Amedê ji dayik bûn.