Fermandar Egîd Civyan li Emmerîchê hate bîranîn

Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Egîd Civyan li bajarê Emmerîch ê Elmanyayê ji aliyê saziyên Êzidiyan ve bi merasîmekê hate bîranîn.

Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê û Fermandarê Qada Botanê Vahdettîn Karay (Egîd Civyan) ku 11'ê Îlonê li navçeya Şaxê ya Wanê di şer de şehîd bû, li bajarê Emmerîch ê Elmanyayê bi civînekê hate bîranîn.

Civîna ku ji aliyê saziyên civaka Êzidî yên li Ewropayê ve hate lidarxistin, bi beşdariya bi dehan kesî pêk hat.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, li ser jiyana fermandar Egîd Civyan sînevîzyonek hate nîşandan.

Beşdaran jî qala têkoşîna wî ya ji bo civaka Êzidî kirin.

Her wiha ji bo fermandar Egîd Civyan nanê xêrê hate belavkirin.