Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêxistin dibe

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji sala 2012'an û vir ve di berxwedana dijî êrîşên dagirkeriyê de 4 hezar û 200 gazî hene. Federasyona Gaziyên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi derfetên xwe piştgiriya pêwîstiyên perwerde û tedawiyê dide.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji sala 2012'an û vir ve di berxwedana dijî êrîşên dagirkeriyê de hinekan milên xwe, hinekan lingên xwe, hinekan jî çavên xwe winda kirin. Rewşa hin ji gaziyan girantir e; herdu ling an jî milên wan nîne, yan jî nikarin qet bibînin.

ARMANCA FEDERASYONÊ

Armanca federasyonê ew e ku tevî xizmetên tenduristiyê, alîkariya psîkolojîk, jinûve avakirina fikrî û fîzîkî, bilindkirina moral û dûrxistin bandora şer, her wiha dixwaze xizmetên tenduristiyê, pêwîstiyên tibî û tedawiyê ji bo gaziyan pêk bîne. Federasyon karê xwe bi alîkariya şexs, federasyon û saziyan ve dimeşîne. Federasyon her wiha karên aborî jî dike. Ji bo encamên wê tevlî jiyana civakî bibin, perwerdeyên pîşeyî jî lidar dixe. Bi vê armancê, ji bo alîkarî û têkilîdanînê, tê payin ku têkiliya bi saziyên derve re bê avakirin.

RÊXISTINBÛN BI RÊYA KOMELEYAN TÊ KIRIN

Îlana Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 28'ê Çileya 2020'î de hatibe kirin jî bi navê Gaziyên Rojava beriya 6 salan karê wê destpê kir. Gaziyên Rojava destpêkê di sala 2015'an de li Hesekê, di sala 2017'an de jî li Qamişloyê komîte ava kirin. Piştre li Kobanê, Tebqa, Minbic, Girê Spî, Efrîn, Reqa, Heleb û Şehbayê belav bû. Gaziyên ku li beşeke mezin a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi rêxistin in, xwestin ku sala 2018'an konferansa xwe lidar bixin, lê belê ji ber êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê piştî salekê di 1'ê Hezîrana 2019'an de karîbû li Rimêlanê pêk bîne. Di vê konferansê de biryara komelebûnê hatibe dayin jî ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser Serêkaniyê û Girê Spî îlana federasyonê dereng ket. Piştî îlana federasyonê, komeleya destpêkê bi navê 'Berdilê Jiyana Azad' li Qamişloyê, komeleya duyemîn bi navê 'Tîrêjên Azadiyê' li Hesekê hatin vekirin. Piştre li Reqa, Kobanê û Şehbayê jî karê komeleyan destpê kir. Li Dêrazorê û Şedadê jî pêvajoya komeleyan destpê kiriye.

Saziyên navneteweyî, rêxistinên alîkariyê û saziyên têkildarî gel dikarin bibin endamê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

DEWREYÊN PERWERDEYÊ TÊNE LIDARXISTIN

Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li herêmê çar akademiyên xwe yên bingehîn heye, bi Kurdî, Erebî û Îngilîzî her wiha li ser mijara teknîkê dewreyên perwerdeyê lidar dixe. Li gel vê yekê dewreyên îdeolojî û felsefî jî têne lidarxistin ku piştî birîndariyê hewl dide ji jinûve jiyanê re amade bike.

BI FÎZYOTERAPÎ Û NAVENDA PROTEZÊ, XIZMETÊ DIKE

Li navendên fîzyoterapî yên li Rimêlan, Dêrik, Çilaxa, Dêrazor û Reqayê bersiv ji pêwîstiya tedawiyê re tê dayin. Ji ber ku li van navendên fîzyoterapî hem doktorên pispor hem jî malzemeyên pêwîst ên tedawiyê kêm in, di çareserkirina pirsgirêkên tenduristiyê û destwerdana di dema xwe de kêmasî rû didin. Çêkirina protezên dest, ling û çav bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê li gorî derfetan ji herêmê re têne şandin. Federasyonê giranî dabe ser karên akademî jî, ji ber şer û ambargoyê bi têrkerî nikare bibe bersiv ji pirsgirêkên tenduristiyê yên gaziyên şer re."