ENKS li dora maseyê ye, palpiştê wê PDK jî dorê li Rojava dipêçe

Hevdîtinên ENKS-PYNK'ê dewam dikin. Di rewşeke wiha de PDK ku yek ji palpiştên ENKS'ê ye, li ser sînorê Rojava kozikan dikole, qereqolan çêdike û çekên giran bi cih dike. Ev yek dibe sedem ku mirov ji nêt û armanca hevdîtinan gumanê bikin.

Di demekê de ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû şikdandin û li Bakurê Kurdistanê, Efrînê, Serêkaniyê û Başûrê Kurdistanê polîtîkayên dagirkerî û qirkeriyê gihîştibû asta herî bilind, meha Nîsanê li Rojava PYD û ENKS'ê dest bi hevdîtinan kir. Piştî ku 25 partî û rêxistinên siyasî meha Gulanê li hev kom bûn û rêxistinbûnek bi navê Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) ava kirin, hevdîtin navbera PYNK û ENKS'ê dewam kir.

Kurdên li her 4 parçeyên Kurdistanê ku daxwaza yekîtiya neteweyî dikin, ji karakterê ENKS'ê û aktorên palpiştê wê bi fikar jî bin, bi hêviya ku ev hevdîtin dikare ji bo yekîtiya neteweyî bibe gavek, ya jî 'dikare li pêşiya êrişên li ser Rojava bibe asteng' piştgirî dan. Pêwendî û girêdana ENKS'ê ya bi Tirkiye û PDK'ê re, her wiha hewldanên PDK'ê ku li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê gelek qereqolan çêdike û dorpêç dike, li ser nêta van hevdîtinan, mirovan dixe nava fikaran.

LI SER AVAKIRINA ENCÛMENA BILIND A KURD LI HEV HATE KIRIN

Hevdîtinên tifaqê yên ENKS-PYNK ku 3'ê Tebaxê qonaxa wê ya duyemîn dest pê kir, dewam dikin. Di qonaxa duyemîn de, li mekanîzmaya biryara siyasî ya ji bo nêrîna hevpar a Kurdan nîqaş hate kirin. Wê rewşa rêveberiya nû, rê û rêbazên tevlîbûna ENKS'ê li vê rêveberiyê, rewşa parastin û ewlekariyê bên nîqaşkirin. Endamê Konseya Hevserokatiya PYD'ê Aldar Xelîl ku 19'ê Îlonê tevlî bernameya Bûyerê ya li Ronahî TV bû, li ser hevdîtinên navbera PYNK û ENKS'ê axivî.

Aldar Xelîl diyar kir, ku li hev hate kirin, navê vê mekanîzmaya biryardana siyasî Encûmena Bilind a Kurd be. Aldar Xelîl anî ziman ku di vê mijarê de lihevkirineke giştî çêbûye, piştî nirxandina çend detayên biçûk wê derbasî nîqaşên li ser rêveberiyê bibin.

Li gorî agahiyên ku me bi dest xistin, li hev hate kirin ku Encûmena Bilind a Kurd bi rêjeya 40 ji sedî ji ENKS'ê, 40 ji sedî ji PYNK'ê û 20 ji sedî jî ji hêz û partiyê li derveyî ENKS û PYNK'ê pêk were.

HEVDÎTINÊN JI BO YEKÎTIYA NETEWEYÎ NÎNIN, FERZ Û ZEXTÊN POLÎTÎK IN

Ji ber ku PYD rêveberiya xweser a xwe dispêre neteweya demokratîk ji xwe re dike esas, ENSK bi salan e bi navê Kurdîtiyê PYD'ê sûcdar kir. Lê belê ENSK'ê bi xwe li xeta Tirkiye, PDK, Amerîka, Ewropa, Moskowayê bi her awayî tifaqên qirêj çêkir. Ji bo dagirkirina bajarê Kurdan Efrînê, bû hevkarê Tirkiyeyê. Li Efrînê, rayedar û girseya wê bi xwe ji aliyê çeteyên 'Muxalîfên Sûiryeyê' û 'Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger (KNHŞ) ên ser bi Tirkiyeyê ve hatin revandin û êşkence li wan hate kirin. Hîn hefteyek berê serokê KNHŞ'ê endamê konseyê yê ji ENSK'ê Hewas Agîd ji rêveberiyê derxist û endamekî Ereb xistin şûna wî. Tevî van hemûyan ENKS ne ji Tirkiyeyê ne jî ji KNHŞ'ê qut bûye.

Di ser re, Serokê ENKS'ê Sûûd Mele bi ziman û mejiyê PDK'ê daxuyaniyek da û got, "Bila Kurdên ne Rojavayî ji Rojava derkevin." Sûûd Mele vê demê careke din ji çapemeniya PDK'ê re axivî û daxuyaniyeke çewt da ku digot, "Hevdîtin bi giranî dimeşin, PKK hevdîtinan asteng dike".

Her wiha polîtburo ya PDK-S'ê ya ser bi ENKS'ê ku yekser bi Mensûr Barzanî û îstîxbarata PDK'ê ve girêdayî ye, ji ber peymana MSD'ê ya li Moskowayê bi Partiya Vîna Gel a Sûriyeyê re kir, ew sûcdar kir. Ev hemû daxuyaniyên ji bo wê yekê bûn ku zextê li PYNK'ê bikin, raya giştî manîpule bikin û bi vî rengî hesaban li ser Emerîkayê bikin.

LÎSTIKÊN LI DORA MASEYÊ

Dema ku mirov bala xwe didin ser nîşane û encaman, dibînin ku partî û hêzên demokratîk-welatparêz ên di bin sîwana PYNK'ê de ne û partiyên li nava ENKS'ê, qet nebe beşek ji wan, ji bo dijberî neyê kirin fedakariyeke cidî dikin. Bêguman armanc ew e ku destketiyên Kurdan û gelên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bên parastin. Lê belê ne şaş e ku mirov bêjin, ENSK di nîqaşan de li şûna avakirina tifaqa Kurdan bi gerandina dek û dolaban hewl dide xwe bispêre Emerîkayê û bi vî rengî desthilatdariyê parve bike.

Endamê Konseya Serokatiyê ya ENKS'ê Suleyman Oso 15'ê Îlonê ji qenaleke televîzyonê ya ser bi PDK'ê re axivî û got, "DYE'yê pêşniyar kir ku ENKS û PYNK her yek ji wan bi rêjeya 40 ji sedî di nava Encûmena Biryardana Siyasî ya Rojava de cih bigirin." Hêzeke ku ti eleqeya xwe bi sîstem, gel û şoreşa Rojava re nîne, berevajî timî xera bûye û hevkarî bi dijminên Kurdan re kiriye, tê ferzkirin ku bi îradeya Kurdan a li herêmê re bibe hevparekî wekhev. Ev rewş li devereke din a cîhanê nehatiye dîtin.

PIRSÊN GEL Û NERAZÎBÛNÊN TÊN NÎŞANDAN

Bi demê re Kurdên li Rojava û qadên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, li ser van hevdîtinan û nêzîkatiyên ENKS'ê gelek pirs kirin, bûn xwedî fikar. Rojavayî di nîqaşên rojane de van pirsan li PYD'ê û PYNK'ê dikin. Kurdên Rojavayî baş bi têkiliyên ENKS'ê yên bi dewleta Tirk û PDK'ê re zanin. Yek ji van pirsan jî wiha ye: "Gelo ENKS wê ji ber pratîk û nêzîkatiya xwe ya li Şoreşa Rojava û Efrînê rexnedayina xwe bide Kurdan û têkiliya xwe ya bi Tirkiye û KNHŞ re bibire yan na?"

Kurdên Rojavayî ji PDK'ê ku palpiştê ENKS'ê ye nerazî ne, ji ber ku piştgiriyê dide dewleta Tirk a ku êrişên dagirkeriyê li qadên gerîla dike, êrişên hewayî dibe ser Mexmûr û Şengalê û ji van êrişan jî PKK'ê dike hincet. Vê dipirsin, "Di rewşekê de ku hewl didin Tevgera Azadiyê ya Kurd a li Başûr bieciqînin, gelo wê çawa li Rojava hîmên yekîtiya neteweyî bên danîn?"

Her wiha nayê jibîkirin; sala 2016-2017'an dema ku li dibistanên li Rojava sîstema perwerdeyê ya bi zimanê dayikê dest pê kir, ENKS'ê tevî girseya xwe perwerdeya bi Kurdî şermezar kir. Di vê der barê de fikareke wiha heye: "ENKS a ku li şûna perwerdeya bi Kurdî, mufredat û perwerdeya Erebî ya di sîstema Baasê de ferz dike, gelo wê bixwaze ku em sîstema xwe ya perwerdeyê ji nû ve berevajî bikin?"

ENKS LI DORA MASEYÊ YE, PALPIŞTÊ WÊ PDK JÎ DORÊ LI ROJAVA DIGIRE

Kurdên Rojavayî li gel van pirs û rexneyan bi hêviya pêşveçûnê her tim piştgirî dan hevdîtinan. Lê belê fikarên li ser hevdîtinên navbera ENKS-PYNK'ê vê dema dawiyê zêde bûne. Di nava gel de nîqaşa 'wê şer biqewime' tê kirin. Mîna gelên din ên li herêmê Kurd jî dibînin ku PDK li ser sînor qereqolan çêdike û çekên giran bi cih dike. PDK li girên derdora sînorê Pêşxabûrê yê li pêşberî Deriyê Sînor ê Sêmalka ye, derdora 40 qereqol, çeper û nuqteyên leşkerî yên nû ava dike. Halbûkî di dema rêveberiya Baasê de tenê qereqolek û 3-4 pêşmergeyên PDK'ê li ser sînor hebûn. Rojavayiyan ev yek bi çavên xwe dîtin.

Ji ber ku hevkariya dewleta Tirk û PDK'ê, her wiha pratîka beriya niha ya PDK û ENKS'ê baş tê zanîn, fikar zêde dibin ku Tirkiye bi piştigriya PDK'ê êrişeke nû ya dagirkeriyê ya li ser herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê plan dike. Bi vê fikarê hevdîtin tên dîtin û nirxandin. Gel bi fikar e ku ev hevdîtin hewldanek ji bo mijûlkirinê be.

GELO PLANEKE DAGIRKERIYÊ YA NÛ BI KONSEPTEKE HEVPAR TÊ KIRIN?

Dema ku mirov bûyerên li tevahiya Kurdistanê diqewimin û dîrokê binirxînin, hingî Rojavayî ji van fikar û gumanên xwe ne neheq in. Tê dîtin ku PDK li her qadê piştgiriyeke veşartÎ dide êrişên dagirkerî û qirkeriyê yên dewleta Tirk. Rojnamevanên Tirk bi xwe tînin ziman ku dewleta Tirk êrişî sivîlan dike, bi sedan gund vala kiriye, armanca xwe ew e ku ji Başûr, Rojava heta Mûsil-Kerkûkê xetekê ava bike. Di rewşeke wiha de jî PDK, PKK'ê sûcdar dike.

Di 4'ê Îlonê de Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçirvan Barzanî bi navê hikumeta Başûr tevî hin rayedarên PDK'ê çû Tirkiyeyê û bi Mevlut Çavûşoglû û Erdogan re hin hevdîtin kir, ku ev yek di nava raya giştî ya Kurdan de bû sedema nerazîbûnan. YNK, Goran û hevkarên hikumetê tevlî vê hevdîtinê nehatin kirin. Lewma vê yekê her kes aciz kir û xist nava fikaran. Hemû alî hemfikirin ku di vê hevdîtinê de dewamkirina konsepta li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd bi gavên nû, hatiye nîqaşkirin.

Dema ku mirov ji Kurdistanê vê yekê binirxînin jî, dibe ku li ser Şengal û Rojava plana operasyonên dagirkeriyê yên nû hatibe kirin. Ji ber ku dewleta Tirk a ku di siyaseta Lîbya, rojhilatê Derya Spî û Egeyê de têk çû, derba herî giran û têkçûna herî mezin li Heftanînê ji PKK'ê dît. Li gorî agahiyên ji rojnamevanên ji qadê hatin wergirtin, artêşa Tirk a ku bi hêz û teknîka xwe beşek ji Heftanînê dagir kiriye, li gel nêzîkbûna zivistanê jî ji ber çalakiyên gerîla nikare ji xwe re baregeh û rê çêbike. Tê gotin ku rewş bi vî rengî dewam bike wê artêşa Tirk neçar bimîne xwe ji hin herêman vekişîne.

Ji xwe, Tirkiye ya ku dixwaze Başûr û Rojavayê Kurdistanê dagir bike, ji bo têkçûna xwe ya li Heftanînê binixumîne, dibe ku êrişên nû yên dagirkeriyê li dijî Rojava bike. Avakirina qereqolên nû yên PDK'ê jî vê gumanê zêde dike. Bi gotina herî sivik, PDK a ku bûye şirîkê dewleta Tirk a ji bo dagirkirina sînorê Bakurê Kurdistanê, "Dibe ku bûye hevkarê planê qutkirina parçeyên Kurdistanê ji hev û hewldanên dewleta Tirk ên ji bo fetisandina her parçeyî."