Egîdbûyîn

Li Kurdistanê Egîd gelek in, çawa ku Egîdek li dijî qirkeriya DAÎŞ'ê meşiya, li dijî êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk û PDK'ê wê bi sedan Egîd derkevin holê. 

Li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê di 11'ê Tebaxê de ji ber êrişa namerdî ya balafirên dewleta Tirk Fermandarê Eyaleta Xakurkê yê HPG'ê Egîd Garzan tevî du generalên Iraqî şehîd bû. Niha jî li qada Masîro ya Botanê di 11'ê Îlonê de Fermandarê HPG'ê yê Herêma Botanê Egîd Civyan di şerê dijî hêzên dewleta Tirk de şehîd bû. Mirovahiyê fermandar Egîd Civyan di berxwedana dijî êrişên qirkirinê yên li ser Şengalê de nas kir ku çeteyên DAÎŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de êriş kiribûn. Ew di têkoşîna rizgarkirina civaka Êzidî ya ji qirkirina DAÎŞ'ê, nas kir.

Li ser vê bingehê, di serî de em hêzên gerîla yên leheng ku ji Xakurkê heta Şengalê Kurdistan li dijî dagirkerî û qirkirinê parastin, diparêzin silav dikin. Zarokên Kurd ên ku di xeta azadiyê ya Rêberê Abdullah Ocalan de bûne Egîd ji ber serketinên wan ên dîrokî pîroz dikin. Şehîdên leheng ên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê di şexsê milîtanên azadiyê yên fedayî Egîd Garzan û Egîd Civyan de bi rêzdarî bi bîr tînin. Em ji dil bawer dikin ku ev mirovên leheng û fedakar wê di her dema dîrokê de bên onorekirin.

Em hîn bûn ku Egîd Garzan zarokekî Serhedî bû. Ji ber ku li Garzanê tevlî nava refên gerîla bû û herî zêde li Garzanê şer kir paşnavê xwe kiribû 'Garzan'. Egîd Civyan jî li gundê Civyan ê Geverê ji dayik bû û mezin bû. Ji ber ku fermandarê gerîla yê nemir ê PKK'ê Egîd (Mahsûm Korkmaz) ji xwe re kirin mînak, herduyan jî navê Egîd li xwe kirin. Bi rastî jî li ser şopa wan meşiyan û mîna Mahsûm Korkmaz bûn Egîd.

Eşkere ye ku her du Egîd di çarçoveya dîrektîfa 'Li dijî PKK'ê bi hev re têbikoşin' a rêveberiya DYE'yê de ji aliyê Dewleta Tirk-Iraq-PDK'ê ve ku tifaqeke xurt kirine, hatin qetilkirin. Li gorî agahiyên ku eşkere bûn, Fermandarê Eyaleta Xakurkê Egîd Garzan, ji aliyê van her sê hêzan an jî hêzên di nava wan de, bi cîhaza ku berê li wesayita Generalê Iraqî Zubeyîr Halî hatibû bicihkirin bi balafira keşfê ya dewleta Tirk hatin qetilkirin.

Bûyereke welê qirêj e ku generalê Iraqî di hundirê wesayita xwe ya meqamê de ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve tê kuştin, lê belê ev bûyer her du dewletan nîne hemberî hev, berevajî bêhtir nêzî hev dike.

Xaka Kurdistanê ku Egîd Garzan û generalên Iraqî lê hatin qetilkirin, niha ji aliyê leşkerên Tirk ve tê dagirkirin. PDK ku ji xwe re dibêje 'Hikumeta Kurdistanê me' û rêveberiya Iraqê ku xaka navborî weke 'Welatê Iraqê' pênase dike, piştgiriya vê dagirkeriyê dikin. Dîrektîfa DYE'yê ji aliyê van her sê hêzan ve li ser bingeha komkujiyên welê hovane û qirêj bi cih tê anîn.

Her sê hêzên navborî di salvegera 22'emîn a komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ragihandin ku wan li ser planeke nû ya dagirkeriyê ya li dijî Şengalê li hev kirine. Hefteya derbasbûyî mijara ku herî zêde di nava raya giştî ya Kurd de hate nîqaşkirin ev bû. Yanî civata Kurdên Êzidî ku ji aliyê PKK'ê ve ji qirkirina DAÎŞ'ê hate rizgarkirin, niha jî ji aliyê van her sê hêzên ku 'Li dijî PKK'ê tifaq kirine', ji nû ve koletî tê ferzkirin. Şengal a ku ji aliyê PKK'ê ve ji DAÎŞ'ê hate rizgarkirin û ji bo civaka Kurdên Êzidî bûye xaka jiyana azad, niha ji aliyê van her sê hêzan ve hewl tê dayin ku ji civaka Kurdên Êzidî bê standin. Navê şervanê azadiyê yê leheng ê Zagros û Botanê Egîd Civyan li ser vê bingehê gelekî dikeve rojevê.

Xuya ye bicihanîna şerê bêeman e ku li ber dîrektîfa DYE'yê, di demekê de ku dewleta Tirk, Iraq û PDK amadekariyan dikin ku Şengalê ji civaka Kurd a Êzidî bistîne, fermandarê gerîlayê PKK'ê Egîd Civyan ê ku payîza 2014'an Şengal ji dagirkeriya DAÎŞ'ê rizgar kir, di şerekî dijî artêşa Tirk de şehîd bû. Ev şehadeta ku ji aliyê Biryargeha Navendî ya HPG'ê ve ji raya giştî re hate ragihandin, ji aliyekî ve nîqaşên li ser Şengalê zêde kir, li aliyê din jî xuya ye ku plana dagirkeriyê ya van her sê hêzan a li ser Şengalê zehmet kiriye.

Eşkere ye ku hêzên dixwestin piştî Xakurkê û Heftanînê Şengalê bi heman rengî dagir bikin, karê wan gelekî zehmet e. Ji ber ku di serî de civaka Kurd ên Êzidî ya li Şengalê û saziyên wê yên rêveberiya xweser a demokratîk, hêzên şoreşger û demokratîk hemû bi berfirehî plana dagirkeriyê ya navborî nîqaş dikin û li ber radibin. Li ser vê bingehê argumana herî xurt jî rastiya Şehîd Egîd Civyan e û projeya siyasî ye ku ji bo çareseriya xweseriya demokratîk a Şengalê hatiye destnîşankirin.

Ji ber ku di peymana ji bo dagirkirina Şengalê ya 9'ê Cotmehê hate eşkerekirin de, herçend gotina 'Herêm ji terorîstên biyanî û xwecihî bê paqijkirin' bê bikaranîn jî her kes zane ku mebesta wan ji vê yekê PKK ye. Ji xwe tê zanîn ku tifaqa navborî 'tifaqa dij bi PKK'ê ye. Her çend hin hêzên mîna Rêveberiya Iraqê di vê mijarê de hewl dide rewşê xumamî bike jî hedefa esasî ya DYE, dewleta Tirk û rêveberiya PDK'ê PKK ye û vê yekê jî venaşêrin. Di bin navê 'dijî PKK'ê de dixwazin YBŞ û saziyên Meclîsa Xweser ên gelê Şengalê ji hev belav bikin.

Rewşa dijwar jî di vir de derdikeve holê. Ji ber ku dewam ku DAÎŞ'ê êrişî Şengalê kir û civaka Kurdên Êzidî qir dikir, yên ku dest li vê rewşê werdan û li dijî DAÎŞ'ê Şengal û civaka Kurdên Êzidî parastin gerîlayên PKK'ê bûn. Hêzên navborî ya li holê nebûn (Ji ber ku xwe veneşartibûn) ya jî mîna PDK'ê ji ber DAÎŞ'ê reviyan, yan jî mîna dewleta Tirk bi rengekî eşkere (Bûyera Mûsilê) destek didan DAÎŞ'ê. Ya duyemîn jî; gerîlayên PKK'ê li Şengalê bi cih nebûn; berevajî vê yekê, Şengal ewle kirin, li aliyê din jî piştgirî dan gel û ciwanên Şengalê ji bo karibin hêza xwe ya xweparastinê û saziyên xweseriya demokratîk ava bikin. Xala sêyemîn jî; gerîlayên PKK'ê yên ku wezîfeya wan a li Şengalê temam bûn, di bihara 2018'an de ji Şengalê vekişiyan û ev yek jî li pêşberî raya giştî kirin. Yên ku di asta pêşengiyê de ev kar meşandin Mam Zekî Şengalî û Egîd Civyan bû û her du jî ji aliyê dewleta Tirk ve bi namerdî hatin qetilkirin.

Eşkere ye ku destwerdana PKK'ê ya li Şengalê bi vî rengî ye û her kes bi vê rastiyê zane. PKK'ê Şengal ji DAÎŞ'ê rizgar kir û nehişt ku civaka Kurd a Êzidî bê qirkirin. PKK'ê pêşengî ji gelê Şengalê û civaka Kurdên Êzidî re kir ji bo rêveberiya xwe ya xweseriya demokratîk ava bike. Piştî zêde wezîfeya xwe nema, PKK'ê xwe ji herêmê vekişand û çû cihên cuda. Di rewşeke wiha de ku rastiya li ber çavan bi vî rengî ye, bi bahaneya PKK'ê hewldana ji bo dagirkirina Şengalê zehmet e.

Di vê mijarê de zêde gotinek ji bo DYE, dewleta Tirk û PDK'ê nayê gotin. Ji ber ku dîn û îmanê DYE'yê petrol û berjewendiyên wê ye. Rêveberiya dewleta Tirk ji xwe dijminê sondxwarî yê Kurdan û Êzidiyan e, gelek caran bi balafiran bombe li Şengalê barand. PDK jî, eşkere ye ku qîmet û rûmeta xwe bi temamî li Şengalê winda kir, ji ber ku ji ber DAÎŞ'ê reviya û civaka Kurdên Êzidî di nava lepên qirkirinê yên DAÎŞ'ê de hişt. Şengala ku cihê bidawîbûna wê ye û kêliya reva xwe dixwaze ji ser dîrokê bibe.

Lê belê ji bo Rêveberiya Iraqê rewş ne bi vî rengî ye. Ji ber ku Rêveberiya Iraqê bi rengekî fermî eşkere kir ku ew piştgiriyê dide têkoşîna li Şengalê li dijî DAÎŞ'ê hate meşandin û PKK'ê bi karê xwe rûmeta mirovahiyê rizgar kir. Li Mûsil û derdora wê, wan bi xwe jî li dijî DAÎŞ'ê têkoşîn meşandin. Rêveberiya Iraqê ya heyî nikare van ji bîr bike, bi dîrektîfên DYE'yê di vê astê de serî li ber eniya dewleta Tirk-PDK'ê bitewîne, bi wan re li hev bike yan jî vê rewşê qebûl bike. Ne şaş e ku mirov hîn jî li bendê bin ku dest ji vê yekê berdin.

Li dijî amadekariyên dagirkirina Şengalê gelê Şengalê, civaka Kurdên Êzidî û saziyên xweser ên demokratîk bi rengekî girîng û lehengî helwest nîşan dan. Ji çar parçeyên Kurdistanê û çar aliyên cîhanê piştgirî ji vê helwesta berxwedêr û azadîparêz re hate dayin. Eşkere ye ku Tevgera Azadiyê ya Kurd wê her tim piştgiriyê bide gelê Şengalê. Lewma nepêwîst e ku mirov zêde bikeve nava tirs û fikaran. Eger careke din pêwîstî bi destwerdanê çêbibe, PKK û hêzên şoreşger-demokratîk wê xwe ji vê yekê venegirin û berpirsyariya dikeve ser milê xwe bi cih bînin. Li Kurdistanê Egîd gelek in, çawa ku Egîdek li dijî qirkeriya DAÎŞ'ê meşiya, li dijî êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk û PDK'ê wê bi sedan Egîd derkevin holê. Ji ber ku bûyerên ku qewimîn, li ku dibe bila bibe rastiya Egîdbûnê baş hînî jin, ciwan û civaka Kurd kirine.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA