DYE: DAÎŞ dixwaze bi hezaran çeteyên di destê QSD'ê de ne birevîne

Li gorî DYE'yê, çeteyên DAÎŞ'ê yên li Sûriye û Iraqê bi giranî hate qedandin, di serî de Efrîka li gelek welatan li ser komên cuda bi bandor in. Hate ragihandin ku DAÎŞ dixwaze bi hezaran çeteyên li girtîgehên di kontrola QSD'ê de ne birevînin.

Dîrektorê Navenda Kontr-Terorîzm a Neteweyî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Chrîstopher Mîller diyar kir ku çeteyên DAÎŞ'ê tevî ku derb xwarine hîn jî 'li cîhanê stratejiyeke êrişkar dimeşînin'. Mîller dema ku rapora rêxistinên îstîxbaratê yên li ser 'gef'ên li dijî DYE'yê pêşkêşî Kongreyê dikir, ev yek anî ziman.

Mîller anî ziman ku Koalîsyona Navneteweyî û DYE bi taybetî sala dawî di têkbirina serkêşên DAÎŞ'ê û astengkirina êrişên terorîstî de serketî bûne, lê tevî vê yekê jî metirsî hîn bi dawî nebûye. Li gorî Mîller, DAÎŞ bandorê li ser 20 komên çekdar dike ku piraniya wan li parzemîn Efrîkayê ye.

Mîller diyar kir, tevî ku serkêşê DAÎŞ'ê Ebûbekir el Bagdadî Cotmeha 2019'an hate kuştin, çeteyên DAÎŞ'ê tim û tim bi rengê 'pêngavê' êrişan dikin û bi taybetî bal kişand ser êrişên li gelek welatên Efrîkayê.

'ARMANCA WAN EW E KU ÇETEYÊN GIRTÎ Û MALBATÊN WAN BIREVÎNIN'

Dîrektorê Navenda Kontr-Terorîzm a Neteweyî ya DYE'yê Chrîstopher Mîller bi bîr xist ku çeteyan çend mehên dawî li hin welatên cuda êriş kirine û ev yek jî weke parçeyek ji stratejiya 'êrişkariya global' nirxand.

Lê belê li gorî Mîller, armanca herî girîng a çeteyan ew e ku bi hezaran çete û malbatên wan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li girtîgeh û kampên QSD'ê de ne, birevînin.