Dîmenên pêşîn ên Girtîgeha Sînaa ya ku QSD’ê xist bin kontrola xwe

QSD’ê girtîgeha Sînaa ya li Hesekê xist bin kontrola xwe. Bi sedan çete teslîmî QSD’ê bûn.

Çeteyên DAÎŞ’ê di 20’ê Çileyê de êrişî Girtîgeha Sînaa kiribûn û xwestibûn bi hezaran çeteyan birevînin. QSD’ê li hemberî çeteyan operasyon dabû destpêkirin û girtîgeh xist bin kontrola xwe.

QSD’ê daxuyanî da û diyar kir ku wan girtîgeh xistine bin kontrola xwe. Çeteyên DAÎŞ’ê di girtîgehê de gelek zarok û girtî dîl girtibû û ji xwe re kiribûn mertalên zindî.

Di roja dawîn a operasyonê de bi sedan çete teslîm bûn. Piştî kontrol kete destê QSD’ê AN çû girtîgehê. Di dîmenan de tê dîtin ku çeteyên DAÎŞ’ê teslîm dibin.

Nûçegihanê me ANF’ê diyar kir ku piraniya wan biyan nêzî 5 hezar çeteyên DAÎŞ’ê di girtîgehê de bûn.

Di dîmenan de çekên ku hatine desteserkirin jî tê dîtin.