Dikandar Buşra Mihemed Hesen: Ez ne pê re me ku jin tenê li malê bin

Buşra Mihemed Hesen a ji Kerkûkê ye, 30 sal in bi xwe debara xwe dike: "Ji bo ku li hemberî rewşa giran a jiyanê bisekinim, 30 sal beriya niha min biryar da ku karekî ji bo xwe peyda bikim, ji bo dabînkirina debara malbata xwe li ser piyan xwe bisekinim."

Buşra Mihemed Hesen ku li taxa Şorce ya bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê dimîne, 28 sal beriya niha ango ji sala 1994’an ve li bazara Şorce ya bajêr dikandariyê dike û bi tena xwe 6 zarokan xwedî dike. Buşra ji beriya dikanê veke, çend karên din jî kirine. Heta niha bi dehan pîşe ceribandine û xwedî ezmûneke karkirinê ya 30 salan e. Weke ku Buşra bi xwe jî behsê dike ji zarokatiyê ve eşqa wê ya karkirinê hebûye û kar kiriye.

Jina kedkar û xwebawer Buşra ku li bazara Şorce ya bajarê Kerkûkê yekm jina dikandar e, di hevpeyvîna xwe ya bi ANF’ê re behsa jiyan û ezmûna xwe, her wiha astengiyên ku pêre rû bi rû maye kir.

‘JI BER VÊ MIN BIRYAR DA KU LI SER PIYÊ XWE BISEKINIM’

Buşra di destpêkê wiha behsa sedemê karkirina xwe û bi xwe bawer bûna xwe kir, “Dabînkirina jiyanê pir giran e, lêçûna jiyana rojane jî pir zêde bûye, ji ber wê min biyar da ku ji bo dabînkirina debara jiyanî ya xwe û malbata xwe li ser pê xwe bisekinim. Min di nava vê civakê de karî wek jinekê bi karkirinê îspat bikim ku jin jî dikarin xwe bi xwe xwedî bikin û debara jiyaniya xwe û malbata xwe dabîn bikin.”

‘MIN BI DEHAN PÎŞEYÊN CUDA KIRINE’

Buşra di dewamê de bi van gotinan karên ku di nava 30 salan de kiriye vedibêje; “Di nava 30 salên derbasbûyî de ji bo dabînkirina debara jiyaniya xwe min çend pîşeyên cuda kirine ku wiha dikarim bijmêrim, karê çêkirina avahiyan, li gorî wê min erd yan jî avahiyên ku nîvco mabûn dikirî û temam dikir û wisa difirot, her wiha kel û pelên nava malê jî dikirî û piştre bi taqsît difirot, weke din min karê kirîn û firotina wesayîtan jî kiriye. Ji bilî wana min çend karên dikandariyê yên wek dikana çêkirin û firotina kevçî û firaxan hebû, piştre dikana firotina fêkiyan, dîsa ya firotina şûşeyan hebû. Her wiha market û dikana min a kuaferê hebû û çend karên din kiriye.

Niha nêzî 27 sale ku li vî cihî dikana min heye û li gorî rewşa pêwîstiyên xelkê her çend salê carekê cûreyên kel û pelên dikanê diguherînim; her wiha li vir ji bilî firotina hin pêwîstiyan, temîratên dirûtinê jî dikim, amûrên metbexê jî çêdikim.”

‘DI BAZARÊ DE YEKEM JIN BÛM’

Bûşrayê her wiha têkildarê eşqa xwe ya karkirinê weke jinekê serbixwe di nava civakê de got, “Ji temenê biçûkatiyê ve hezkirina min ya karkirinê hebû û min karên biçûk jî dikirin. Min hez dikir ku her tim li ser pê xwe bisekinim, ji ber ku jiyan tenê çend roj nînin û divê berdewam hewl bideyî. Pêwîste jin li benda destê zilam nebin. Dema ku min li vê bazarê dikan vekir, di vî bazarî de tu jineke dikandar tunebû.”

‘LI BA XELKÊ TIŞTEKÎ BALKÊŞ BÛ DEMA ZANÎN KU JINEK DIKANDAR E’

Jina dikandar Bûşra îşaret bi nêzîkatiyên xelkê ya li hemberî wê ya di dema ku weke yekem jin li vê bazarê kar kiriye kir û wiha pêde çû; “27 sal beriya niha li ba xelkê tiştekî balkêş bû dema zanîn ku jinek dikandar e û di vî bazarî de xwedî karê xwe ye. Berê eger 10 kes ji bo kirîna tiştan bihatibana dikanê, ji wana 5 kesên wan tenê dihatin da ku bibînin bê ka çawa jinekê dikan vekiriye û xwediyê karê xwe ye. Min ti carê guh nedaye gotinên xelkê, dabînkirina pêwîstiyên jiyanê zehmete û pêwîste jin jî kar bikin.”

‘EZ NE PÊ RE ME KU JIN TENÊ LI MALÊ BIN’

Bûşrayê her wiha bang li jinan kir ku kar bikin û ragihand; “Daxwaza min ji jinên bajarê Kerkûkê û hemû jinên beşên din ên Kurdistanê ye ku li ser pê xwe bisekinin û pişta xwe bi xwe ve girêbidin. Ti carê ez ne pêre me ku jin tenê li malê bin, berovajî dikarin di karkirinê de alîkarê hevjînên xwe bin. Pêwîste jin ji gotinên civakê netirsin, ji ber ku eger mirov ji deriyê xwe bê ji derwe, wê gotinan li ser bikin, ji ber wê jî pêwîst nake ji ber gotinên xelkê tu jiyana xwe rawestînî. Ji ber ku tu kes ji rewşa jiyana te fêm nake. Li gorî salên bihorî civak pir guheriye, dema ku min li vî bazarî dikan vekir, ez yeka tabû şkandî bûm û yekane jin bûm. Lê niha çend jin li vî bazarî xwedî dikana xwe ne û bi giştî li Başûrê Kurdistanê ji berê cudatin jin xwedî îrade ne ku karê taybet bi xwe pêş bixin.”

‘GEL BI MIN SERFIRAZE Û PIŞTGIRIYÊ DIDIN MIN’

Di dewamê de Bûşrayê bal kişande ser piştevaniya civaka Kerkûkê ya ji bo karkirina wê weke jineke serbixwe û got, “Gel pir bi min serfiraze û piştgiriyê didin min, her wiha bi dirêjahiya 27 salên ku li vê derê dixebitim cîranên min berdewam di mijara rêvebirina karên min de alîkarî dane min, bi taybetî dema ku nexweş ketime dikana min birêve birine. Her wiha tevahiya bazarê ji ber ku ez di karê xwe de wêrek im û ji bo dabînkirina debara jiyaniya xwe li ser pê xwe disekinim gelek rêzê li min digirin.”

‘DIVÊ WEKE WELATÊN PÊŞKETÎ JIN DI NAVA CIVAKÊ DE ROLEKE BI BANDOR BILÎZIN’

Jina xwebawer û kedkar Bûşra Mihemed Hesen bi vê peyama ku arasteyê civakê kir wiha dawî li axaftina xwe anî; “Hêvîdarim ku pêşiya jinan negirin ku biçin li bazarê kar bikin, bila mînakên me pir bibin. Em hez dikin weke welatên pêşketî jin di nava civakê de rêleke bi bandor bilîzin. Her wiha daxwaza min ji tevahî jinên her çar beşên Kurdistanê eve ku pişta xwe bidin xwe û daxwaza min ji civakê jî eve ku rê li pêşiya jinan negirin da ku pêwîstiyên xwe pêk bînin û li benda kesê nemînin ku alîkariya wan bike.”