Dijminê hêstirê Kurdan e jî

Dewleta Tirk ne tenê dijminê Kurd û Kurdistanê ye, dijminê hemû tiştên madî û manewî yên gelê Kurd e. Ji ber vê yekê jî hêstirên gelê herêmê dibin hedef.

Li Zap, Avaşîn û Metîna çiya, gir, deşt, gelî, rê û cihek tuneye ku ku êrîşên hewayî lê nehatibe kirin.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li her cihê ku destê xwe danê û ji xwe re kirine mabed, bûn hedefa balafirên şer ên Tirk. Çiya, kevir, dar û av ji ber ku qadên jiyanê yên gerîla ne, di hedefa balafirên şer de ne.

Baş e hêstirên ku xelkê herêmê ji bo pêdiviyên xwe yên jiyanê bi kar tînin hedefa çi ne? Çima ewqas zilm li heywanan tê kirin?

Ev hovîtiya li hêstiran tê kirin radixe berçavan bê ka dewleta Tirk a dagirker çiqasî ditirse. Di heman demê de ev îspata şênber a rûyê hovane yê TC’yê ye ku para xwe ji mirovahiyê negirtiye.

Ew ne tenê dijminê Kurd û Kurdistanê ye, dijminê hemû tiştên madî û manewî yên Kurdan in.