Di festîvala li Marsîlyayê de Kurd li hev kom bûn

Li Marsîlyayê Kurd û dostên wan tevlî Festîvala Çanda Kurd ya Sînan Dêrsimê bûn.

Li bajarê Marsîlya ya Fransayê bi dirûşmeya “Em xwe birêxistin bikin, Serok Apo azad bikin, Kurdistanê biparêzin, Dem dema azadiyê ye” Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dêrsim hat lidarxistin.

Bi hezaran kes ji Montpellîer, Draûgînan, Bordeaûx, Lyon û Salonê hatin û tevlê festîvalê bûn. Festîval li Parc de la Ravel pêk hat.

Qada festîvalên bi wêneyên gelek kadroyên pêşeng ên PKK’ê yên şehîd û alên PKK, YPG, YPJ û TJK-E hatibû xemilandin.

Festîval di şexsê şehîd Sînan Dêrsim de bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir. Dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Em hemû Apoyî ne” hatin berzkirin.

Piştre hevserokên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ya Marsîlyayê gel silav kirin.

Gelek siyasetmedarên ku tevlê festîvalê bibûn axivîn.

Endama Dîwana KCDK-E’yê Nûrsel Aydogan îşaret bi girîngiya xwedîderketina li ziman û nasnameya Kurdî kir û di çareseriya pirsgirêka Kurd de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wek adres nîşan da.

Endamê Meclîsa Netewî ya Fransayê Saîd Ahamada jî diyar kir ku Kurd xwedî çandeke dewlemend in û got, “Çi li Marsîlya, çi li tevahiya Fransayê û çi jî di siyaseta we ya ji derve de ez ê bibim nûnerê we.”

Di festîvalê de hunermend Kawa Ûrmiye, Zarîfe, Serhedo û ji Komuna TEV-ÇAND a Marsîlyayê Ozan Farûk, Koma Çar Sînor û Hozan Menal derketin ser dikê û berhemên xwe pêşkêş kirin.

Girse li ber mûzîkê bi gerandina dîlanê, tilîliyan û dirûşmeyan coşiya.