Di êrîşa li ser Qamişloyê de 4 kes şehîd bûn

Hêzên Ewlekariya Hundirîn detayên teqîna li Qamişloyê eşkere kir û ragihand ku dewleta Tirk a dagirker bi balafira bêmirov û biçek wesayîtek bomberan kir, 4 kesên di wesayîtê de şehîd bûn û 2 kes jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê teqîna li taxa Sînaa ya bajarê Qamişlo daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin pavekirin:

“Li gorî encamên lêpirsîna destpêkê ku hêzên me derbarê teqînê vê êvarê 6'ê Tebaxê ya saet 16:21’an a li taxa Sînaa ya bajarê Qamişlo bi dest xistine, balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker wesayîtek kir hedef. Di encamê de 4 kes, di nav de 2 zarok şehîd bûn û du welatî jî birîndar bûn. Rewşa birîndaran giran e, rakirin nexweşxaneyan. Her wiha ziyanên mezin ên madî gihiştin wesayîtan û dikanên pîşesaziyê.

Hêzên me lêkolînên ji bo naskirina nasnameyên şehîdan didomîne.

Êrîşên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan, encamên bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van binpêkirinan e ku ewlehî û istiqrara herêmên me dike armanc.”