Dewleta Tirk wê Bîden test bike?

Dewleta Tirk ji bo Bakur-Rojavayê Sûriyeyê dagir bike di navbeyna Moskowa-Şam û Bexda û Hewlêrê de diçe û tê. Hewl dide rêveberiya nû ya DYE'yê test bike.

Dewleta Tirk a dagirker li Rojava û Başûrê Kurdistanê ji bo êrîşên nû yên dagirkeriyê gera xwe ya ji bo sehkirina derdorê zêde kir.

Aliyekî van geran Bexda-Hewlêr û aliyê dî jî Moskow-Şam e.

Ji van geran a ku zêde bal kişandî gera Wezîrê Berevaniyê ê Tirk Hulîsa Akar û Serekerkanê Tirk Yaşar Guler a li Bexda û Hewlêrê bû.

Akar piştî ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û li Hewlêrê bi Barzanî re rûnişt gef dagirkirinê li Şengalê xwar.

Piştî Akar Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp jî beriya bi rojekê piştî nimêja Înê li ser pirsa, ''Wê operasyon li ser Şengalê çêbibe?'', got, ''Her car gotinekê dikim'', ''Şevekê dibe ku em ji nişka ve werin', mesele ev e.''

Piştî van gotinên Recep Tayyîp Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî duh bi daxuyaniyekê got, ''Tirkiye hazir e ku 5 milyar dolaran ku dema Konferansa Kuweytê de soza wê dabû, destekê bide Iraqê.''

Helbet ji bo Kazimî ber bi hilbijartinê ve diçe 5 milyar dolar xêra Xwedê bû lê qaseya Tirk li binî daye, divê ev jî li bîrê bimîne..

Li aliyekî ku ev geşedan, Ajansa Nûçeyan a Hawarê di nûçeyeke xwe de ku xwe spartibû ser kanên ewlehiyê diyar kir, ''Dewleta Tirk xwe kar dike ku bi hevdemî êrîşê bîne ser Şengalê û bajarê Dêrikê yê Rojava.''

Li ser vê, hin kanên ewlehiyê  yên Bakur-Rojhilatê Sûriyê ku ANF'ê xwe gihandiyê, diyar kirin, ''Her demê armanca dewleta Tirk heye ku êrîşê bîne ser herêmê.''

Li ser haziriya êrîşên li ser Şengal û Dêrikê jî kanên ewlehiyê gotin, ''Agahiyeke wiha heye.''

Kana dîplomatîk ya ku ANF'ê xwe gihandiyê li ser mijarê got, ''Dewleta Tirk ji bo êrîşê li qada navnetewî xebateke zêde ya dîplomatî dike.''

Li ser asta êrîşê jî eynî kanê ragihand, ''Hê zû ye ku mirov bibêje, ji bo êrîşeke weke ya li ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî şert çêbûne. Lê weke êrîşa 2017'an a li ser Qereçoxê dibe ku hin êrîş bibin.''

Dewleta Tirk a dagiker ji bo qadên dagirkeriyê li Bakur-Rojhilatê Sûriyê berfireh bike ji 2016'an û wir ve hewl dide ku lîstika şantajê ya di navbeyna DYE û Rûsyayê de bidomîne.

Dewleta Tirk 2018'an bi Rûsyayê re li hev kir û Efrîn dagir kir, 2019'an jî bi DYE'yê re li hev kir û Girê Spî û Serêkaniyê dagir kir, niha jî dixwaze biceribîne bê ka wê bikaribe eynî lîstikê bidomîne yan na.

Dewleta Tirk beriya ku rêveberiya Bîden were sar kar li deriyê Moskowê da û li dagirkirina Eyn Îsa geriya. Misteşarê MÎT'ê  Hakan Fîdan jî bi vê çarçoweyê hate Şamê.

Li aliyekî êrîşên Tirk ên li ser Eyn Îsa û Şehbayê didomin, Şam û Moskow jî li Qamişlo û Hesekê bi destê çeteyên Dîfayî Wetenî yên bi ser rejîmê ve, hin provokasynan dike.

Ambargoya Şamê ya li ser Şehbayê didome, dewleta Tirk bi hevdemî Til Rifat kire hedef û 3 sivîl kuştin.

Eynî rojê çeteyên Dîfayî Wetenî li Qamişlo provakasyonan dike û ev jî weke tesadûfekê nayê dîtin.

Lingekî stratejiya dewleta Tirk a dagirkirina Rojava piştî serdana şandeya Tirk a li Bexda û Hewlêrê gefên li ser Şengal û Dêrikê ne.

Dewleta Tirk piştî van serdanan Şengal kire hedef, peymana Şengalê ya 9'ê Cotmehê ya li ser Hewlêr û Bexdayê ku bi koordîneya rêveberiya Trûmp hate îmze kir, diceribîne.

Bi gefa li ser Dêrikê ku li sêgoşeya Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê ye û xwedî cihekî stratejîk e, hem têkiliya di navbeyna Rojava û Başûr de dikin hedef û hem jî armanc dikin ku gaveke dîtir nêzî Şengalê bibin.

Li vir hêza sereke ku test dikin rêveberiya nû ya DYE'yê ye. Bi êrîşeke lokal wê bixwazin helwesta rêveberiya nû ya DYE'yê fêhm bikin.

Lê testekî dî ya li vir a dewleta Tirk wê ji bo wê bixwe jî be. Ev jî wê bibe testa bê ka wê li ser xeta Washîngton-Bexda-Hewlêrê bimeşe yan li ser xeta Moskow-Şamê.