Dewleta Tirk pêşniyara çi li HTŞ'ê kir, HTŞ'ê çi, çima red kir?

Dewleta Tirk ku nekarî xwe li ber zexta Rûsyayê ya ferzkirina peymana Soçî bigire, pêşniyar li HTŞ'ê kir ku xwe fesix bike û tevlî 'Artêşa Milî ya Sûriyeyê' bibe. HTŞ'ê ev pêşniyar red kir û dewleta Tirk jî HTŞ li eniya Helebê bi tenê hişt.

Hêzên rejîma Sûriyeyê ku bi piştgiriya Rûsya û Îranê bi pêş ve diçe, gelek herêmên ku dikevin ber peymana Soçî ji çeteyên ser bi dewleta Tirk ve paqij kirin. Hêzên rejîmê doh bêyî şer bikin rojavayê helebê ji çeteyan standin.

Di demekê de ku ji ber pêkneanîna peymanê di navbera garantorên Soçî Rûsya û dewleta Tirk de rageşî zêde bûye, dewleta Tirk du rojên dawî bi Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) re hevdîtin dikir ku El Nûsra serkêşiya wê dike.

Di hevdîtinan de ku rayedarên MÎT-HTŞ û OSO tevlî bûn, ji HTŞ'ê dihate xwestin ku xwe fesix bike û tevlî çeteyên bi navê 'Artêşa Milî ya Sûriyeyê' (AMS) bibe. Dewleta Tirk bi vî rengî hesabê wê yekê dikir ku argûmana 'têkoşîna li dijî terorê' ji destê Rûsyayê derxîne û welê nîşan bide ku wan çeteyên li Idlibê yên 'nerm' û 'radîkal' ji hev cuda kiriye, ku ev yek ji xalên Soçî ye.

PÊŞNIYARA DEWLETA TIRK A LI HTŞ'Ê

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên li ser rewşa leşkerî û dîplomatîk a li herêmê serwer in hatin wergirtin, rayedarên Tirk pêşniyar li HTŞ'ê kir ku "xwe fesix bike û endamên xwe bi navê baskê çaremîn ê artêşê tevlî AMS bike" û "Emîrê HTŞ'ê Mûhammed el Colanî jî di nav de hejmarek ji endamên meclîsa şûra û emîrên payebilind derbasî Efrînê bibin û di bin parastina dewleta Tirk de bimînin."

HTŞ'Ê RAGIHAND KU WÊ XWE FESIX NEKE

Hate ragihandin ku di hevdîtinên du rojan de El Qaîdeyê û HTŞ'ê pêşniyara dewleta Tirk qebûl nekirine. Di daxuyaniya HTŞ'ê de hate gotin, "Tevgera me wê xwe fesix neke û rêya xwe bidomîne. Lê belê deriyê me li her kesên dixwazin tevlî tevgera me bibin vekiriye."

COLANÎ JI AQÛBETA BAGDADÎ DITIRSE

Çavkanî diyar kir ku HTŞ'ê heta niha gelek caran navê xwe guhert, lê belê vê carê ji ber ku ji dewleta Tirk bawer nake xwe fesix nake û nav naguherîne û ev şîroveya balkêş kir: "Emîrê DAÎŞ'ê Bagdadî di bin parastina dewleta Tirk de hate kuştin. Wê nezantî bûya ku Colanî û ekîba wî ji parastina dewleta Tirk bawer bikira. Ji ber ku El Qaîdeyê di daxuyaniyên xwe yên beriya niha de El Nûsra (HTŞ) rexne dikir ku xwe zêde dispêre dewleta Tirk."

BÊYÎ KU ŞER BIKIN XWE JI KELEHÊN ÎXVAN VEKIŞANDIN

Beriya daxuyaniya navborî, komên çekdar xwe ji herêmên Kefer Hemra, Harîtan û Anedan ên Helebê vekişandin û ev herêm ketin bin kontrola hêzên rejîmê. Ev herêmên navborî weke navenda Îxvanî Muslîm (Biratiya Misilman) a li Sûriyeyê dihate naskirin. Tê gotin ku li pişt vekişîna ji van herêman bêyî şer bikin, dewleta Tirk heye.

KOMÊN SER BI AMS'Ê XWE JI ENIYÊ VEKIŞANDIN

Ev herêmên navborî ji destpêka meha Sibatê ve di hedefa rejîmê de bûn. AMS'ê ya ser bi dewleta Tirk hêzên teqwiye ji bo HTŞ'ê şandibûn van herêman. Lê belê ji ber ku di hevdîtinên navbera HTŞ û MÎT'ê de HTŞ'ê qebûl nekir ku xwe fesix bike, AMS'ê komên xwe yên li van herêman bi fermana dewleta Tirk vekişandin.

ERDOGAN Û AKAR GEF LI HTŞ'Ê XWARIBÛN

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan têkildarî Idlibê beriya niha gotibû, "Li hemberî komên mûxalîf ên bi serê xwe tevdigerin û bahaneya êrişê didin rejîmê em ê êdî bêtawîz tevbigerin." Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar jî gotibû, "Radîkal jî di nav de li dijî yên ku li gorî agirbestê tevnagerin wê tundî bê bikaranîn û tedbîrên bi her rengî bên wergirtin." Balkêş e ku gavên têkildarî HTŞ'ê piştî van daxuyaniyan hatin avêtin.

HEYETA TIRK LI MOSKOWAYÊ YE

Hêzên rejîma Sûriyeyê, beşeke mezin a herêmên ku di çarçoveya peymana Soçî de hatine destnîşankirin û Rûsya li dewleta Tirk ferz dike, bi dest xist. Heyetek ji dewleta Tirk jî îro çû Moskowayê û wê bi rayedarên Rûs re hevdîtinê bike.

XALÊN SOÇÎ YÊN HEWL TÊN DAYIN KU BI CIH BÊN ANÎN

Di 17'ê Îlona 2018'an de di navbera Rûsya û dewleta Tirk de peymana Soçî hatibû îmzekirin. Li gorî çend ji xalên peymana Soçî, "Wê herêmeke ji çekan hatiye paqijkirin ku bi 15-20 kîlometreyî kûrahiya xwe heye bê avakirin", "Rêyên M4 (Heleb-Lazkiye) û M5 (Heleb-Hama) bên vekirin û radestî rejîmê bên kirin" û "Komên çekdar ên nerm û radîkal ji hev bên cudakirin". Giranî ji bicihanîna van xalan re hate dayin.

MANEWRA SIYASÎ YA DEWLETA TIRK

Ji bilî vekirina rêya M4, piraniya van madeyan tevî dijberiya dewleta Tirk jî ji aliyê Rûsyayê ve li qadê di pratîkê de bi cih hatine anîn. Lê belê beriya hevdîtina li Moskowayê tê gotin ku dewleta Tirk bi veguhertina HTŞ'ê hewl da ku manewrayeke siyasî bike.

BERÊ JÎ NAV GUHERTIBÛ

El Qaîdeyê bi navê Cephet El Nûsra ketibû nava Sûriyeyê, di sala 2015'an de hin rêxistin tevlî xwe kiribû û piştre navê Fetîh El Şam li xwe kiribû. Lê belê rêxistinê di 28'ê Çileya 2017'an de gelek rêxistinên mezin û biçûk tevlî xwe kiribû û navê Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) li xwe kiribû.

HTŞ'Ê SOÇÎ ŞIBANDIBÛ SREBRENÎTSAYÊ

Dema ku peymana Soçî hate îmzekirin HTŞ'ê bi rêya organên xwe yên weşanê nerazîbûna xwe ya ji ber peymanê nîşan dabû. HTŞ'ê peyman şibandibû peymana radestkirina çekan a li Srebrenîtsayê ku di dema şerê Bosnayê de hate kirin. Rêxistinê bi bîr xist ku li Srebrenîtsayê Bosnayî bi garantiya Neteweyên Yekbûyî hatin bêçekkirin û piştre komkujî li wan hate kirin. Rêxistinê destnîşan kiribû ku dewleta Tirk li gorî berjewendiyên xwe tevdigere.