Dengên xwepêşandanê jî hikûmeta Başûr xistiye nava tirsê

Van çend rojên dawî dengê xwepêşandanekî mezin tê bihîstin, vê jî kiriye ku tirsekî mezin xistiye nava dilê Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Di 16’ê Gulanê de mamoste, rewşenbîr, çalakvanên sivîl li bajarê Dihok li ser nedayîna muçe û dîsa xirabiya jiyanê ya aborî û siyasî ya Başûrê Kurdistanê dest bi xwepêşandanekê kiribû. Lê desthilata Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tundî mudaxeleyî çalakiyê kiribû û gelek ji çalakvanan destgîrkiribûn.

Her çendî hikûmetê rê neda ku çalakî bê kirin jî, lê bandora wê zêde bû. Ev jî kir ku bibe sedemê xwepêşanan û nerazîbûnên nû yên li Başûrê Kurdistanê bên kirin.

Piştî çend rojan niha jî li Herêma Başûrê Kurdistanê dengên xwepêşandanekî mezin û seranserî başûr bê lidarxistin, tê bihîstin. Ew jî kir ku desthilat bixe nava tirsê. Partiya Demokratî Kurdistan a li ser desthilatê ye li bajarê Hewlêr û Dihok hêzekî zêde ya asayîş û zêrevan li ser kolan û benda kontrolê ya Dêgele bicih kirine.

Berî niha Waliyê Hewlêr Firset Sofî berî du rojan di daxuyaniyekê de diyarkiribû ku ew wê rê nedin ku ti çalakiyek bê kirin û dîsa aramiya bajarê Hewlêr bê xirakirin.

Xwepêşandanên li Dihok û Hewlêr ya ji bo muce û rewşa aborî weke provakasyon tên pênasekirin. Lê ev 6 mehe ku karmend û mamoste muçeyên xwe negirtine.