Daxuyaniya YBŞ'ê ya li ser teqîna li Şerfedînê

YBŞ'ê diyar kir ku doh bi şev li herêma Şerfedînê wesayitek teqiya û ragihand, tevî ku ev teqîn li herêma hêzên çekdar ên PDK'ê çêbû, çapemeniya heman hêzê hewl da ku vê teqînê weke amûrek ji bo reşkirina aramiya Şengalê bi kar bîne.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi daxuyaniyekê ragihand ku doh bi şev saet di 20:45'an de li nêzî mezargeha Şerfedînê ku qadeke pîroz a civaka Êzidî ye wesayitek teqiya.

YBŞ'ê diyar kir ku hîn nehatiye eşkerekirin ku ev wesayit çawa an jî ji aliyê kê ve hatiye teqandin.

Di daxuyaniya YBŞ'ê de işaret bi propagandaya hin saziyên çapemeniyê yên ser bi PDK'ê hate kirin û hate gotin, "Tişta balê dikişîne ew e, hin hêz û hêzên PDK'ê destnîan kirin ku ev yek êrişeke hewayî ye. Dema ku ev wesayet teqiya, ne balafirên keşfê ne jî yên şer li asîmanên Şengalê nîn bû."

YBŞ'ê ragihand ku cihê wesayit lê teqiya ne herêma ku hêzên wan lê bû, ew herêm di destê hêzên çekdar ên PDK'ê de ye.

YBŞ'ê, propaganda di ser vê bûyerê re tê kirin weke hewldanek ji bo astengkirina vegera Şengaliyan a li warê xwe nirxand û diyar kir, "Bi vî rengî dixwazin nîşan bidin ku rewşa ewlekariyê ya Şengalê aram nîne. Lê belê rastî ew e, ku piştî têkoşîna şeş salan aramiya ku li Şengalê çêbûye li devereke din a Iraqê û Başûrê Kurdistanê nîne. Kesên ku dixwazin bi van gotin û lîstikan aramiya Şengalê xera bikin, nagihêjin armanca xwe."