Daxuyaniya 12 saziyên jinan a li ser Gulistan Şaylemez -NÛ BÛ

Saziyên jinan ên li Ewropayê ji bo Gulistan Şaylemez daxuyanî dan ku 15'ê Sibatê li Amedê ji aliyê birayê xwe ve hate qetilkirin. Saziyan gotin, "Gulistan Şaylemez a ku di temenê zarokatiyê de hate zewicandin, mixabin bû qurbanê paşverûtiya malbatê."

12 rêxistin û saziyên jinan daxuyaniyek weşandin û nerazîbûn nîşanî qetilkirina Gulistan Şaylemez dan ku 15'ê Sibatê li Amedê hatibû kuştin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Gulistan Şaylemez ku 15'ê Sibatê li Amedê ji aliyê birayê xwe ve hate kuştin dayika çar zarokan bû. Em, yê ku ew kuşt û yê ku bûn sedema kuştina wê şermezar dikin." Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Çi zîhniyeta dewleta Tirk a faşîst, çi jî zîhniyeta hevser, kek-bira ji bo me jinan weke hev in! Kujer, kujer e! Bira yan jî kek be vê rastiyê naguherîne.

EM Ê LI HEMBERÎ VÊ BÛYERA KUŞTINÊ BÊDENG NEMÎNIN

Gulistan Şaylemez çima hate kuştin? Ji hevserê xwe cihê bûbû, bi zarokên xwe re dima. Li hemberî zor û zehmetiya jiyanê li ber xwe dida û hewl dida ji bo xwe jiyaneke nû ava bike. Lê belê di temenê xwe yê ciwan de li naverastê bi rengekî ku qet heq nedikir hate kuştin. Bêdengiya li pêşberî kuştina jinan tê wateya hevkariya komkujiyan. Em ê li hemberî vê bûyera kuştinê bêdeng nemînin.

Divê gelê Kurd êdî vê zîhniyetê rawestîne. Kê biryara vê komkujiyê dabe divê êdî bê teşhîrkirin. Kujer kî dibe bila bibe, rastiya kujeriya wî naguhere. Em careke din kujer, malbat û dewletên ku kujeran diparêzin şermezar dikin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Gulistan Şaylemez a di temenê zarokatiyê de hate zewicandin bû qurbanê paşverûtiya malbatê û hate gotin, "Jin li kîjan civakê bên kuştin, ev yek paşverûtî ye, hovîtî ye. Nêzîkatiyên ku bûyerên kuştinê asayî nîşan didin, nêzîkatiyên ji rêzê ti carî nayên qebûlkirin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku jin ne tenê li nava malbatê û li qadên cemaweriyê tên kuştin, bi taybetî dewlet serkêşiyê ji vê faşîzma zayendperestiyê re dike û hate gotin, "Tundî ne tenê li dijî jinê ye, di şexsê jinê de li dijî tevahiya civakê tê kirin."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Tundiya li dijî jinê pirsgirêka bingehîn a jinan hemûyan e. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, divê jin cudahiya ziman, ol, nijad û etnîkî deyne aliyekî û li hev bicivin. Kuştina jinê êdî gihîştiye asta qirkirina zayendî. Ji ber vê yekê pêwîstî bi têkoşîneke rêxistinî heye. Heta ku jin di têkoşîna rêxistinbûyî de bi rengekî hevgirtî tevbigerin dikarin vê pirsgirêkê çareser bikin û pêşî li qirkirina jinê bigirin.

Bi navê sazî û meclîsên jinan em kuştina jinan bi ti bahaneyê qebûl nakin. Biryara kuştina Gulistan ji aliyê kê ve hatibe wergirtin divê bê darizandin."

Sazî û rêxistinên jinan ên mohra xwe danîne binê bangê:

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê, Meclîsa Jinê ya Desdan, Dziewuchy Berlîn, Women Defend Rojava-Elmanya, Partiya Femînîst Dîe Fraûen, Yekîtiya Xwendekarên Jin ên Kurd, Meclîsa Jinê ya Êzidî ya Binevş a Berlînê, Meclîsa Jinê ya Ûta-Dresden, Yekîtiya Jinên Sosyalîst û Yekîtiya Jinên Koreyî Trostfraûe, Federasyona Kurdistaniyên Azad a Rojhilatê Elmanyayê, Rêxistina Jinan a Elman a Têkoşîna Hevpar a Giştî.