Ciwanên li Stavrapolê li dijî dagirkeriyê banga seferberiyê kirin

Ciwanên Kurd ên li herêma Stavrapolê ya Rûsyayê li ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê rabûn û bang li ciwanên Kurd bi taybetî jî yên li Rûsyayê kir ku bi rengê seferberiyê li dijî dagirkeriyê têbikoşin.

Li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Zap, Metîna û Avaşînê ciwanên Kurd ên li herêma Stavrapolê ya Rûsyayê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Endamê Meclîsa Ciwanên Kurd Mexsût Bazûyev daxuyanî xwend û diyar kir ku armanc ji êrişên li ser qadên gerîla tunekirina tevgera azadiyê ye, lê belê wê mîna têkçûna li Garê careke din têk biçin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êrişên niha li Herêmên Parastinê yên Medyayê tên kirin dewama êrişên li ser Şengalê û Rojavayê Kurdistanê ye û işaret bi hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re hate kirin.

Di daxuyaniyê de bang li gelê Kurd hate kirin ku bi rengekî topyekûn û yekgirtî bersivê bidin êrişên dagirkeriyê.

Ji bo ciwanên Kurd ên li Rûsyayê û tevahiya cîhanê jî banga seferberiyê hate kirin û hate destnîşankirin ku dem dema xurtkirina têkoşînê ye.

Ciwanên ku di dema daxuyaniyê de amade bûn nêrînên xwe anîn ziman.

Hasen Rustemov: Em bi dil û can em bi şervanên Kurdistanê re ne, bi gerîla re ne. Yên ku êrişî gerîla dikin şermezar dikin.

Huseyn Axmedov: Em dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin. Em xwedî felsefeya Serok Apo ne, dijmin êdî nikare me bi me. Têkoşîna me têkoşîna rastiyê ye, em ê bi ser bikevin. Em rêveberiya Başûrê Kurdistanê jî şermezar dikin ji ber ku bûye dostê dijminê me. Bijî berxwedana Zapê.

Mahmût Rustemov: Bang li rêveberiya Başûrê Kurdistanê dikim ku hevkariyê bi dewleta Tirk a dagirker re neke. Berxwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê pîroz dikin, serketinê dixwazin. Bijî yekîtî. Em jî weke her gelî dixwazin bi rengekî azad li welatê xwe bin.

Mexsut Bazuyev: Bi navê ciwanên Stavrapolê em bang li ciwanên Kurd hemûyan dikin, bi taybetî jî ciwanên Başûrê Kurdistanê. Eger yekîtiya ciwanan çêbibe ne xiyanetkar ne jî dijminê hovane nikare me. Îro roja seferberî û yekîtiyê ye. Em yekîtiya xwe ava bikin kes nikare bi me.