Ciwanekî Êzidî li navçeya Şêxan bi lêdanê hate destgîrkirin

Li navçeya Şêxan a Duhokê, ciwanekî Êzidî Ehmed Mîrza yê li kampê dima bi lêdanê ji aliyê asayîşa navçeyê hate destgîrkirin.

Şert û mercên jiyanê yên Şengaliyên ji ber fermana 3'ê Tebaxa 2014'an ji Şengalê koçber bûn û li kampên Başûrê Kurdistanê bi cih bûn, giran dibe.

Vê dema dawiyê bi hinceta vîrûsa koronayê û qedexeya hatin û çûnê, destûr ji Şengaliyan re nayê dayin ku li warê xwe vegerin.

Şengaliyên li kampên Başûrê Kurdistanê dimînin, bi giranî debara xwe bi çandiniyê dikin.

Ehmed Mîrza jî yek ji wan ciwanên Êzidî ye ku li navçeya Şêxan a Duhokê li kampekê dimîne û debara xwe bi çandiniyê dike. Lê belê dema ku ji nava bexçeyê lê kar dikir vedigeriya kampê, ji aliyê asayîşa navçeyê ve hate destgîrkirin.

Li gorî agahiyên ku malbata Ehmed Mîrza ragihand, hêzên asayîşê bi lêdanê kurê wan destgîr kiriye û ji ber ku ji ber tundiyê rewşa wî ya tenduristiyê nebaş e.

Malbata Ehmed Mîrza daxwaza berdana kurê xwe kir.