Bi girseyî serdana malbata Arslan kirin

Gel, partî û saziyên sivîl bi girseyî serdana malbata Hakan Arslan ê ku cenazeyê wî 7 sal bi şûn de di kîsekî de hat dayîn, kirin.

Bi pêşengiya şaxên Wan û Amedê yên Komeleya yên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyan Mezopotamyayê Winda Kirine (MEBYA-DER), serdana bi girseyî ya malbata Hakan Arslan ê dema “qedexeya derketina derve“ ya sala 2015’an hat ragihandin li navçeya Sûrê ya Amedê şehîd bû û cenazeyê wî di kîsekî de hat dayîn, hat kirin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) Berdan Ozturk, Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Serokwekila Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş, Berdevka Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Dersîm Dag, parlamenterên partiyê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hukumxwarî (TÛAY-DER), Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) û bi sedan kes tev li serdanê bûn. 

Girse li ber goristana gund hat ba hev û ber bi mala Arslan ve meşiya. Di meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo“ û “Şehîd namirin“ hatin berzkirin. Li ber sirûda “Çerxa Şoreşê“ rêz hat girtin û bi pişt re daxuyanî hat dayîn.

‘KURD WÊ LI CENAZEYÊN XWE XWEDÎ DERKEVIN‘

Hevserokê HDP’ê yê Erziromê Mûhammer Dûman bertek nîşanê pêkanînên berpêyê cenazeyan da û got: “Apê Elî Riza ne bi tenê ye. Ên ku hesab û kîtabê xwe dikin, bila Kurdan bibînin û li wê gorê hesabê xwe bikin. Dewletê gava destpêkê cenaze bi kargo şandin em wiha tevbigeriyana wê cenazeyên me yên din jî di kîsan de nedana me. Kurd wê li cenazeyên xwe bibin xwedî. Kurd yek in û bi hev re ne.“

Hevseroka MEBYA-DER’ê Hanim Kaya, cenazeyê gerîlayê HPG’ê Agît Îpek ê ku bi kargoyê teslîmê malbata wî hat kirin bi bîr xist û wiha axivî: “Cenazeyê kur di kîs de didin bav, bi kargoyê dişînin ji dayikê re. Êrîşê goristanan dikin. Dayikên me rû bi rûyê vî şerê derûnî dibin. Li dijî van hemû êrîşan em Kurd bi dayikên xwe re ne.“

‘MIRÎ Û GORÊN ME LI KÛ BIN EW DER WELATÊ ME YE’

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî sersaxî ji malbatê re xwest û dest bi axaftinê kir û ev tişt gotin: “Gelê Kurd dev ji ziman û çanda xwe bernedaye û wê bernede. Piştî 7 salan dayîna cenaze di kîsekî de eziyet e, sûcek e li dijî mirovahiyê. Deshilatdariya AKP-MHP’ê ji ber sûcên ku li dijî Kurdan kirinê wê mehkûm bibin. Ez bang li her kesê dikim ku behsa mafê mirovan, demokrasî û edaletê dikim. Ku mesele dibin Kurd hûn bertek nîşanê eziyeta li mirî tê kirin nadin? Miriyên me li kû bin, gorên me li kû bin ew der axa me ye, welatê me ye. Em ê li gor û miriyên xwe xwedî derbikevin.“

‘HÛN ÇI JÎ BIKIN WÊ GELÊ KURD LI MEŞA XWE YA AZADIYÊ DEWAM BIKE’  

Hevserokê DTK’ê Berdan Ozturk jî axivî û got: “Di dîroka mirovahiyê de li dijî cenazeyan êrîş çênebûne, di şerê di navbera qebîleyan de jî zilm û eziyet li cenazeyan nehatiye kirin. Ev nîşaneya wê yekê ye ku vê dewletê di zilm û bêwijdaniyê de ji hemû zilmkarên di dîrokê de derbas kiriye. Lê hûn çi jî bikin wê gelê Kurd li meşa xwe ya ji bo azadiyê dewam bike. Rêya me rêya serkeftinê ye. Bila serê gelê me sax be.“

Alî Riza Arslan ê bavê Hakan Arslan jî got: “Ev ne bi tenê şehîdê min, şehîdê me hemûyan e.“