DBP û KCD’ê li dijî êrîşên dagirkeriyê û îxanetê bang kirin

KCD û DBP’ê têkildarê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek dan û bang li gelê Kurd, hemû partiyên Kurdistanî, sazî û hêzên demokrasiyê kir ku bi ruhê Yekîtiya Netewî li dijî şer û îxanetê bisekinin.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên 17’ê Nîsanê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Di dema ku êrîşên dagirkeriyê û operasyonên ku 17'ê Nîsanê li dijî Herêma Federal a Kurdistanê dabûn destpêkirin dewam dikin, dewleta Tirk a ku hêviyên xwe di vî şerî de nedît, êrîşî penaberên siyasî û gelê Herêma Federal a Kurdistanê dike.”

Daxuyaniya KCD û DBP'ê bi vî awayî ye:

“Êrîşên dagirkeriyê û operasyonên ku di 17’ê Nîsanê de li dijî Herêma Federal a Kurdistanê hatibûn destpêkirin berdewam dikin. Dewleta tirk ku di vî şerî de encam negirt, êrîşê dibe ser penaberên siyasî û gelê Herêma Federal a Kurdistanê.

Mehmet Zekî Çelebî di 17’ê Gulanê de li Kolana Bextiyarî ya bajarê Silêmaniyê ya Herêma Federal a Kurdistanê, li ber cihê kar, ji aliyê 2 kesan ve rastî êrîşa çekdarî hat û di encema vê êrîşê de jiyana xwe ji dest da.

Dîsa di 26’ê Gulanê de jî, di encama êrîşa hewayî de ya dewleta tirk a li ser gelê me yê Başûrê Kurdistanê ku li derdora navçeya Bamernê ya Amediyê diçûn seyranê, 3 welatiyên me ku 2 jê zarok bûn, jiyana xwe ji dest dan.

BANG LI PDK’Ê HAT KIRIN: DEST JI XIYANETÊ BERDE

Hêzên navneteweyî yên li hemberî van êrîşan bêdeng man û PDK ya ku bi veşartina sûcdaran hewl da berpirsyariya xwe veşêre, berpirsiyarê sereke yê van êrîşan e. PDK ku gelê Kurd û zarokên wan ji bo berjewendiyên xwe feda dike; bi rê û rêbazên xwe yên siyasî ên ku dişibin zîhniyeta AKP-MHP’ê di heman demê de xizmetê ji faşîzma AKP-MHP’ê re dike. Em careke din bang li PDK’ê ya ku ji vê rewşê qet fedî nake dikin ku dest ji vê xiyaneta ku nirxên hevpar ên gelê me binpê dike berdin; li rex gelê xwe cîh bigrin û nebin şirîkê polîtîkayên faşîzma AKP-MHP'ê ya ku dijminatiya gelê Kurd dike. Nexwe wê gelê Kurd we mehkûmî rûpelên reş ên dîrokê bike.

‘HIKUMETÊN BERÊ ÇAWA TÊK ÇÛN HÛN Ê JÎ Bİ HEMAN AQÛBETÊ RE RÛ Bİ RÛ BİMÎNİN Û TÊK BİÇİN’

Zihniyeta faşîst a ku tu nirx, exlaq û hiqûqê nas nake, doh êrîş biribû ser merasîma cenazeyê Aysel Doğan a ku li sirgûnê jiyana xwe ji dest dabû û îro jî hewl da ku definkirina cenazeyê Zekî Çelebî asteng bike. Nakokî û durûtiya wan kesên ku ji bo Filistînê diqîrin û tehamul nakin ku Kurd şîna xwe deynin berdewam dike. Hikûmetên ku berê ev helwest nîşan dan, çawa têk çûn hûn ê jî bi heman aqûbetê re rû bi rû bimînin û têk biçin.

BI RUHÊ YEKÎTIYA NETEWÎ LI DIJÎ XIYANETÊ DERKETIN

Em careke din van êrîşên li ser nirx, destkeftî û avakirina pêşeroja gelê xwe şermezar dikin û em bang li hemû partî, sazî û hêzên demokrasiyê yên Kurdistanê, bi taybetî jî gelê xwe dikin ku li dijî vî şer û îxanetê bi ruhê yekîtiya neteweyî, xwedî li destkeftiyên Kurdan derkevin û bi vî awayî xeta îxanetê mehkûm bikin.”