Bayik: Berxwedêrên Heftanînê li ser xeta fermandar Egîd in

Bayik diyar kir, ku pêngava 15'ê Tebaxê bûye hêviya gelên Rojhilata Navîn û got, "Yên ku îro li Heftanînê li ber xwe didin li ser xeta fermandar Egîd in. Xeta gerîla ya Rêber Apo û fermandar Egîd temsîl dikin."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bû mêvanê 'Bernameya Taybet' a Stêrk TV û li ser rojevê nirxandinên girîng kir. Bayik nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên hikumeta Başûrê Kurdistanê da ku têkildarî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, PKK'ê sûcdar dikin. Bayik bal kişand ser raporên li dijî PKK'ê tên amadekirin.

Bayik bang li gelê Kurd kir ku li dijî polîtîkayên şerê qirêj ê dewleta Tirk hay ji xwe hebin û got, "Dewleta Tirk di şexsê jin, ciwan û zarokên Kurd de dixwaze îradeya gelê Kurd bişikîne, teslîm bigire. Ji ber vê yekê êrişî jinan dike. Ji ber ku jin li dijî faşîzm, dagirkerî, zilm û koletiyê, temsîla azadî û demokrasiyê dikin.

Ciwanên Kurd li leşkeriyê tên kuştin, lê dewleta Tirk daxuyaniyên 'krîza dil derbas kir, ket xwarê, nizanim çi bû' dide. Hem dikuje, hem jî alê bi ser cenazeyê wan ve dipêçe û tevlî merasîmê dibe. Herî dawî li Serhedê malbatekê ev rewş qebûl nekir. Divê mirov li ber dijmin rabin. Bi taybetî jin û ciwanên Kurd divê xwe nêzî efser, leşker, polîs, MÎT, çete, cerdevan û nûnerên dewleta Tirk nekin. Divê nebin aşiqê kujerê xwe, divê hesab ji kujeran bipirsin."

Hevpeyvîna ku bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik re hate kirin wiha ye:

13 sal di ser fermana li Şengalê ya 15'ê Tebaxa 2007'an pêk hat, derbas bûn. 6 sal jî di ser fermana 2014'an re derbas bûn. Di her du bûyeran de bi hezaran mirovên Êzidî hatin qetilkirin. Niha jî ew êrişên qirkirinê hene. Wê demê Derwêşên hemdem pêşî li qirkirinê girtibûn. Armanca wan qirkirinan çi bû û îro ji bo pêşî li fermanan bê girtin divê çi bê kirin?

Berî her tiştî ez di kesayetiya Mam Zekî, Zerdeşt, Berîvan de hemû şehîdên Êzidxanê bi bîr tînim, bejna xwe li pêş hemûyan ditewînim. Wê soza ku me da gelê xwe û şehîdan dubare dikim. Ji bo çi DAÎŞ'ê êrişî Êzidxanê, gelê me yê Êzidî kir, xwest çi bike? Lazim e mirov vê baş fêm bikin. Eger DAÎŞ'ê êrişî gelê me yê Êzidî kir, ku komkujî kir, li pişt wê zîhniyetek heye. Ew zîhniyeta ku li Rojhilata Navîn heyî DAÎŞ derxist. DAÎŞ bi wê zîhniyetê êrişî Êzidxanê kir, gelê me yê Êzidî kir. Eger mirov zîhniyeta li Rojhilata Navîn fêhm neke, mirov nikare êrişa DAÎŞ'ê ya li ser Êzidxanê jî fêm bikin. Îro hinek dibêjin, em li dijî DAÎŞ'ê ne. Ev çiqas rast e, mirov vê jî fêhm bike. Yê ku li dijî DAÎŞ'ê ye lazim e li dijî zîhniyeta ku DAÎŞ derxistiye bisekine. Eger nesekine wê demê ew axaftina wan hemû valane, xapandine. Niha li Rojhilata Navîn zîhniyetek heye, ev zîhniyet pir xurte jî. Çi ye ew zîhniyet? Netewe dewlet, nijadperestî û ol, exlaq, civakbûn ev hemû hene. Eger ku DAÎŞ li Rojhilata Navîn derketiye, DAÎŞ encama zîhniyeta ku li Rojhilata Navîn e. Wê zîhniyetê DAÎŞ afirand. DAÎŞ di wê zîhniyetê de asta bilind temsîl dike. Esasê DAÎŞ û ne rastiya Rojhilata Navîn temsîl dike. Derveyî rastiya Rojhilata Navîn e. Ji ber ku li Rojhilata Navîn ol heye, wijdan heye, exlaq heye. Û civakbûn heye. Derketina DAÎŞ'ê li dijî van tiştan e, berevajî van tiştan e. Temamî li Rojhilata Navîn nijadperestî û netewe dewlet ji bo xwe esas wergirtine. Vê zîhniyetê di asta bilind de pêşxistine. Ji ber wê DAÎŞ xwest ku Êzidxanê bi dest bixe, li wir qirkirinê bike. Ji ber ku di zîhniyeta netewe dewlet de, nijadperestî de ew heye. Halbûkî berê li Rojhilata Navîn gelan bi hev re dijiyan, di navbera gelan de zêde pirsgirêk nebû. Civak hebû, wijdan hebû, exlaq hebû. Ji ber wê gelên Rojhilata Navîn bi biratî bi hev re bi hêsanî dijiyan. Kengî ew fikrê netewe dewlet ê nijadperestî bi pêş ket vê Rojhilata Navîn xera kir, gelên Rojhilata Navîn parçe parçe kir. Li Rojhilata Navîn ên ku bi hêz, xwe hêz dibînin diçin ser ên lawaz, dixwazin wan ji holê rakin. Gelê me yê Êzidî jî gelekî qedîm e, ola xwe jî oleke qedîm e. Lawaz dîtin, ji ber wê çûn ser, xwestin ku gelê me Êzidî qir bike. Armanca êrişa DAÎŞ'ê ew bû. Li pişt DAÎŞ'ê gelek hêz hebûn, esas jî dewleta Tirk hebû. Vê her kes îro zane, belkî berê zêde nizanîbûn lê îro zanin. DAÎŞ dewleta Tirkiyeyê xurt kir, ajot ser Êzidiyan. Ji ber ku di dîrokê de jî dema Osmaniyan, piştî wê jî daîm êrişî Êzidiyan kirin, xwestin Êzidiyan ji holê rakin. Dewleta Tirkiyeyê jî ji ber ku dewleteke netewe ye, vê esas werdigire, dixwaze hemû gelên din ji holê rake. Di nava gelan de jî yê herî lawaz, yê qedîm gelê me yê Êzidî bû. Ji ber wê DAÎŞ ajotin ser wan ku bikaribin derbeke mezin lê bidin, di şexsê Êzidiyan de derbê li gelên herêmê bidin. Ji ber ku siyaseta netewe dewlet, nijadperestî vê dixwaze. Li ser Şengalê, li ser gelê me yê Êzidî siyaseta qirkirinê pêş xistin.

PDK'Ê Û HIKUMETA IRAQÊ ÊZIDÎ DI NAVA LEPÊN DAÎŞ'Ê DE HIŞTIN

Tê zanîn ne dewleta Iraqê ne PDK li Şengalê li gelê me yê Êzidî xwedî derneket. Çima? Ji ber ku ew der ji bo xwe esas wernegirtin. Yanî ew gela, ew erdana yê xwe nedîtin. Tenê meşandina desthilatdariya xwe ya li wê derê esas girtin. Wê çawa li wir netewe dewletê bi pêş bixin, wê nijadperestiyê pêş bixin, çawa gelê Êzidî bikin kole ji bo wê li wir diman. Ne ku li wan xwedî derkevin, wan biparêzin. Eger ew gel, xak ê xwe bidîtana wê xwedî lê derketina, ti caran gelê me yê Êzidî teslîmî DAÎŞ'ê nedikirin. Li ser gelê me ew komkujî wer pêk nedihat. Mirov li Mûsilê binerin. Dema ku DAÎŞ'ê sefareta Tirkiyeyê bi destê xwe xist kes nekuşt. Em zanin ku DAÎŞ li ku derê kê bi dest xwe bixe hemûyan dikuje. Çima dema sefareta Tirkiyeyê bi dest xist kes nekuşt? Ji ber ku têkiliya xwe bi Tirkiyeyê re hebû, Tirkiyeyê alîkariya wan dikir, Tirkiyeyê bi wan re dixwest li Rojhilata Navîn desthilatdariya xwe ya netewe dewlet bi pêş bixe, ji ber wê deng nekirin. Di dawiyê de jî ji xwe hemû teslîmî Tirkiyeyê kirin. Ev di navbera DAÎŞ û Tirkiyeyê de têkiliyeke çawa heye wê dide diyarkirin. Eger têkiliya Tirkiyeyê bi DAÎŞ'ê re wer nebûya DAÎŞ'ê nekarîbû bi wî rengî êrişî Şengalê bikin. Eger PDK, Iraq jî ew gelê xwe weke gelê xwe bidîtina, hurmeta wî gelî bigirtana ti carî ew gel teslîmî DAÎŞ nekirin. Ji ber wê felaketeke pir mezin li ser gelê me yê Êzidî pêk hat. Eger HPG, YPG, YPJ di demê de mudaxele nekiribûna, ew fermana 73'an wê bigihaşta armanca xwe. Yanî îro belkî bi navê Şengal, Êzidxanê, Êzidiyan tiştek li holê nedima. Ew mudaxele di dema xwe de çêbû, pir zehmet çêbû, ji ber ku kesî nikarîbû cesaret bikira wer mudaxele bikira. Kesî bawer nedikir, wer mudaxele wê çêbibe. Ji ber ku destwerdana welê ji sedî yek belkî encamê bigire, 99 ji sedî ew destwerdan bêencam dimîne. Lê belê PKK, HPG, YPG, YPJ fermana Rêber Apo ji bo xwe esas wergirtin, li Êzidxanê, li gelê me yê Êzidî xwedî derketin. Nehiştin ku ew komkujî li ser gelê me tê kirin bigihêje armanca xwe. Rast e belkî gelek komkujî çêbûn, gelek jin, zarok hatin dîlgirtin, hatin firotin, hatin kuştin lê belê armanca wan temamî Êzidî ji holê rakirinbû. HPG, YPG'ê nehişt ku ew pêk bê. Ji vir jî mirovê encamekê derxînin. Lazim e gelê me Êzidxanê li vir tecrûbeyeke dîrokî ji bo xwe derxîne. Me wezîfeya xwe ji bo gelê xwe yê Êzidî ji bo gelê Kurd ji bo însaniyetê pêk anî. Lê belê ev ne bes e. Lazim e gelê me yê Êzidxanê jî wezîfeyeke dîrokî ji bo xwe derxîne. Çi ye ew e? Dîtin; PDK, Iraq lê xwedî derneket. Eger lê xwedî derketibûna ew belayê felaketa mezin bi serê wan ve nedihat. Eger em bêjin xwedî derneketin, eger saziyên rêxistinên Êzidiyan bi xwe hebûna, hêzên wan parastina xwe hebûya, dikarîbûn dîsa xwe biparastana. Dîsa ew felaket bi serê wan nedihat. Îro hin pêngav li ser wî esasî avêtine, ew pêngav baş in. Lê belê divê wan xurtir bikin. Yanî gelê me yê Êzidî lazim e bi xwe bawer bike, bi kesekî bawer neke. Çareseriyê di xwe de bibîne, ne li derveyî xwe di hinek hêzan de. Berê li derveyî xwe didît, Iraq, PDK, ew neparastin. Li vê piçek encam derxistin, niha xwe bi rêxistin dikin. Lazim e ew baştir bê birêxistinkirin, bê xurtkirin. Ji ber ku ya wan biparêze ew e. Ji ber wê lazim e bi xwe bawer bikin, yekîtiya xwe, îradeya xwe xurt bikin. Bi têkoşîna xwe derfetan biafirînin, li ser derfetên xwe têkoşîna xwe xurt bikin, ji bo xwe xweseriya demokratîk bi sebir, bi israr pêk bînin. Ya ku wan bide jiyankirin, biparêze ew e.

3'Ê TEBAXÊ DIVÊ WEKE 'ROJA QIRKIRINA ÊZIDIYAN' BÊ QEBÛL KIRIN

Eger xweseriya xwe pêk nînin, li xwe xwedî dernekevin, rêxistina xwe ya siyasî, dîplomatîk, aborî, eskerî bi pêş nexin dîsa wê ferman li wan rabin. Ji bo fermanên nû li wan ranebin lazim e vê ji bo xwe pêş bixin. Ev mafê wan e, wan ew heq kiriye. Kes nikare bêje, hûn ji bo çi ji bo xwe xweseriyê dixwazin. Ji ber ku dîroka ku derbas kirin vê derdixîne holê. Kes lê xwedî derneketiye. Ev jî çi nîşan dide, mafê wan e ku xweseriya xwe ya demokratîk bi pêş bixin, hêza xwe ya parastinê bi pêş bixin, xwe bikin civakek rêxistinî. Ew rast e, mafê wan e. Lazim e Kurd hemû alîkariya vê bikin. Lazim e Iraq jî vê qebûl bike, hemû saziyên navneteweyî jî divê vê qebûl bikin. Niha di vir de dixwazim hinek tiştên din jî bêjim. Lazim e her kes ew qirkirina ku li ser Êzidiyan pêk hat qebûl bike, roja 3'ê Tebaxê bike roja qirkirina gelê me yê Êzidî. Gelê me yê Êzidî jî lazim e ji bo wê kar bike. Her kes jî lazim e vê qebûl bike. Û gelê me yê Êzidî li ku dibe bila bibe berê xwe bide Êzidxanê, bide Şengalê. Ancax li wir dikare bijî, li derveyî wê derê nikare rastiya xwe, ola xwe, çanda xwe, kesayetiya xwe, civakbûna xwe biparêzin. Ji xwe êrişa li ser wan hate kirin, yek ji armanca wan çi bû, ku Êzidxanê belav bike, gel belav bike, ku dawiya wan bîne. Lazim e ev jî bibe sebeba ku Êzidî li xwe xwedî derkevin, îrade û rêxistinbûna xwe xurt bikin, parastina xwe xurt bikin, li xwe xwedî derkevin, ji xwe bawer bin. Çareseriyê bi xwe re bibîne, ne li nava hêzeke din, ne li devereke cuda. Ya rast ew e. Niha li Başûr hinek derketine dibêjin îro Şengal bûye nizanim çekdaran, nizanim yê ne qanûnî, yê terorîstan falan. Yanî hedef dide diyarkirin. Li şûna ku bêjin 'em spas dikin, we nehişt ku qirêjî bigihêje me, we hurmeta me parast, we em dan jiyankirin, ji ber we em spas dikin', ku wê xwe deyndar bibînin, dinerin çi dibêjin, dibêjin çima hûn li xwe xwedî derdikevin, çima hûn xwe bi rêxistin dikin, çima hûn xwe dikin xwedî îrade. Li dijî vê derdikevin. Yanî îradebûna vî gelî qebûl nakin. Ev tê çi wateyê? Koleyê xwe dibîne. Dixwazin weke berê di xizmeta xwe de bibînin, îrade, rêxistinbûn û xwedîderketina gel a li xwe qebûl nakin. Maneya wê ev e, wekî din maneyeke xwe nîne. Halbûkî HPG jî YPG, YPJ jî ne tenê li Êzidxanê xwedî derketin, ne tenê kerameta xwe parastin, kerameta gelê Kurd, hikumeta Başûr, yên ku van axaftinan dikin, ya însaniyetê parastin. Nehiştin ku qirêjî bigihêje wan. Ji bo wê her kes deyndarê wan e, lazim e spasiya wan bikin. A rast ew e.

Cenga Heftanînê dewam dike. Hewldana dagirkeriyê ya dawî nêzî 2 meh li pey xwe hişt û berxwedan jî bi heybeta xwe dewam dike. Asta wê berxwedanê û rewşa heyî hûn çawa dinirxînin?

Ez qehreman, egîdên ku li Heftanînê şer dikin silav dikim, ji bo wan hurmeta xwe nîşan didim. Ew ne tenê ji bo PKK'ê wê berxwedanê dikin. Ne tenê ji bo Bakur, ne tenê ji bo Başûr tenê jî wê berxwedanê dikin. Ew ji bo tevahiya gelên herêmê, ji bo mirovahiyê li ber xwe didin. Ew şervan şervanên rûmeta mirovahiyê diparêzin. Ew leheng in, egîd in. Fedayî ne. Ji bo gelê Kurd jî ji bo mirovahiyê jî xwe feda dikin. Di şexsê Esmer, Nûcan, Memyan, Rustem Cûdî de hemû şehîdên berxwedana Heftanînê ez silav dikim, ez ji bo wan hurmetê xwe diyar dikim, li pêş wan bejna xwe ditewînim. Ew şehîdana şehîdên mirovahiyê ne, bûne êdî malê mirovahiyê, malê dîrokê. Çi şehîd bin çi birîndar bin, çi yên ku têkoşînê dimeşînin hemû qehremanên ku mezin dikin, di dîroka mirovahiyê ji niha ve cihê xwe girtine. Rastî ew e. Ji ber wê lazim e her kes xwedî li van şehîdan derkevin, van şehîdan şehîdên xwe bibînin. Vê berxwedana destanî weke berxwedana xwe bibîne, di wê de îradeya xwe, paşeroja xwe, azadiya xwe bibîne. Ya rast ew e. Niha li Heftanînê di bin şertên zor û zehmet de di bin bêderfetiyê de gerîla destanê dinivîsîne, timî derbên mezin li dijmin dixin. Nahêlin ku dewleta faşîst, dagirker, qirker armanca xwe pêk bîne. Li pêş wê fedayîtiyê dike, canê xwe dide. Vê her kes lazim e baş fêhm bike. Vê ji bo çi dibêjim? Ji ber ku PDK derketiye dibêje, eger ku Tirkiye êriş dike, sedem PKK ye. Her roj vê axaftinê dike. Gelê Kurd dixapîne. Eger ku dewleta Tirkiyeyê êrişî PKK'ê dike, sedema wê heye. Ji ber ku PKK li pêş qirkirina dewleta Tirkiyeyê disekine. PKK gelê Kurd temsîl dike, diparêze, ji bo gelê Kurd nirxan ava dike. Îradeya wê ava dike, hurmeta wê ava dike, nahêle ku dewleta Tirkiyeyê siyaseta qirkirinê bi pêş bixe. Li pêş wê astengiyeke mezin çêdike. Eger ku dewleta Tirkiyeyê êrişî PKK'ê dike ji ber wê êriş dike, sedem ew e. Ji ber ku PKK nebe wê bi hêsanî li ser Kurdan siyaseta qirkirinê bimeşîne. Ne tenê li Bakur, li hemû beşan. Dibînin ku Rêber Apo, tevgera ku Rêber Apo afirand, gerîlayê ku afirand, li pêş wê disekinin. Him jî bi şiklekî fedayî disekine. Nahêle ku encamê werbigire, ji ber wê bi hemû derfetên xwe tê ser PKK'ê. Dixwaze gel jî bixapîne. Dibêje ez ne li dijî Kurdam e, binere têkiliya min bi PDK'ê re, bi ENKS'ê re heye. Ez li dijî PKK'ê me li dijî terorîzmê me. Bi vî şeklî dixwaze rastiya xwe veşêre û gelê Kurd jî bixapîne. Ku bikaribe bi vî rengî astengiyên li pêşiya xwe rake û bigihêje armanc û hedefên xwe. Di dîrokê de jî timî ku Kurd çiqas rabûne gotine ev eşqiya ne, ew li dijî medeniyetê ne, paş da ne, nahêlin ku komara Tirkiyeyê, şaristanî bi pêş bikeve, ji ber wê em diçin ser. Wer xapandiye û alîkarî jî wergirtiye. Ji ber wê vê dimeşîne. Wer fêhm dike ku Kurd Kurdê berê ye, dinya jî dinyaya berê ye, çawa berê her kes xapandiye, alîkariya wan wergirtiye, qirkirin çêkiriye niha jî dikarin wê bikin. Ew ne mumkun e. Lazim e her kes vê zanibe. Gerîlayên PKK'ê jî destûrê nadin vê. Ji bo wê jî PDK lazim e dev ji wê axaftinê berde. Kesekî nexapîne. Li ser wî esasî dibêjin, îşte hinek rapor jî hatine amadekirin. Dixwazin wan raporan pêşkêşî parlamena Başûr jî bikin, dixwazin ser wî raporî hinek siyasetan jî bikin. Ez li vir her kesî hişyar dikim. Lazim e kes wer li dijî PKK'ê rapor maporan amade nekin, gavan neavêjin. PKK ji Heftanînê jî dernakeve, şerê ku dimeşîne jî ti carî terk nake. PKK, gerîlayên PKK'ê wê heta dawiyê gelê Kurd, mirovahiyê biparêzin. Ji ber ku derketina xwe li ser wezîfeyeke dîrokî ye. Ji bo Kurdan, ji bo gelên herêmê û mirovahiyê xwe wezîfedar dibîne. Wê wê wezîfeyê pêk bîne, kes nikare pêşî li wê bigire, hêza kesî têra vê nake. Ji ber wê lazim e biryara ku bidin li dijî Tirkiyeyê bidin. Bêjin bila Tirkiye ji Başûr derkeve, bila ji xaka me derkeve. Çi karê Tirkiyeyê li Başûr nîne, li xaka me nîne. Biryara ku werbigirin divê ev be, biryara rast jî ew e. Têkoşîn û berxwedana li dijî Tirkiyeyê tê kirin lazim e berxwedana xwe bibînin, piştgiriyê ji bo wê bikin. Wan şehîdan şehîdên xwe bibînin, wan lehengan lehengên xwe bibînin. Alîkariya wan bikin, li dijî Tirkiyeyê jî bisekinin û bêjin bila Tirkiye tavilê Başûr terk bike. Biryara rast ew e. Niha em di ragihandinê de jî dişopînin, dibêje PDK dixwaze bi navê parastina gundan çeteyan, cerdevanan bi pêş bixe. Tirkiye li Bakur jî ew bi pêş xist. Pêşî ji gundiyan re got, hûn ê tenê li gundê xwe bimînin, gundê xwe biparêzin. Lê belê îro her kes zane ku mesele ne ew e. Ew cerdevan bi temamî kirine kontra û li dijî gelê Kurd dimeşînin. Pêngava ku niha li Başûr jî tê avêtin li ser wî esasî ye.

Sedema nêzîkatiya PDK'ê çi ye?

PDK civînan çê dike. Dibêje, lazim e hûn bibin cerdevanê gundê xwe, hûn gundê xwe biparêzin. Nikare eşkere bêje, Tirkiye vê dixwaze, em li ser wî esasî vê rêxistinê bi pêş dixin. Dibêjin hûn ê gundê xwe biparêzin. Tê zanîn di sala 1992'an de jî dewleta Tirk got qereqolan ava bikin, hemû maeşên wan jî Tirkiyeyê didan. Lê belê bi destê rêxistinên başûr didan. Niha jî planeke wiha tê meşandin. Gelê me yê Başûr gelekî welatparêz e. Û gelek salan têkoşîn kiriye, qurbanî dane. Saddam, çeteyên Saddam çi aniye serê wan baş zanin. Çawa yê ku ev bi serî hatiye, bi salan qurbanî dane ji bo Kurdistanê ji bo kerametê gelê Kurd wê îro bibe cerdevan, wê li dijî PKK'ê bisekine, wê bikeve xizmeta dagirkeriya Tirkiyeyê? Gelê Başûr gelekî qehreman e, gelekî welatparêz e. Ji bo kerameta xwe, îradeya xwe, ji bo çanda xwe, ji bo nasnameya xwe gelek bedel dane. Wê çawa bibe cerdevan, çete û bikeve xizmeta Tirkiyeyê li dijî gerîla bisekine? Ev xefleteke mezin e. Di vê de israr bike, ev diçe xiyanetê. Ji bo wê gelê me yê Başûr bi taybetî ez hişyar dikim. Bi taybetî gelê me yê Şêladizê, Dêralok, Amediye, Alîşe wan deveran lazim e ti carî di vê planê de cih negirin. Li dû pereyan nebezin. Dibe ku îro pirsgirêka aborî heye, hinek tengavî heye, lê belê ev nayê wê maneyê ku mirov xwe têxin xizmeta dagirkeran. Hem jî ji bo hinek pereyan. Ti carî lazim e li dû pereyan nebezin. Divê kerameta xwe nedin bin lingan. Ti carî gelê me yê Başûr ew daxwaza hinek partiyan pêk neyne. Li dijî dagirkeriyê bisekine. Kî li pêş wê disekine, astengiyê çê dike wê qebûl neke. Li gel gerîla cihê xwe bigire, li gel gerîla li dijî dewleta Tirk bisekine, têkoşîn bike. Ew dewleta ku komkujiya Kurd dike ji Başûr derxîne. Li gel gerîla bi vî rengî bisekine. Ciwanên Başûr di nava gerîla de cih bigirin. Gelê me li dijî dewleta Tirkiyeyê her roj bimeşe, protesto bike. Li gerîla, li şehîdan, li berxwedanê xwedî derkeve. Kî astengiyê çêdike li pêş wê, lazim e qebûl neke. Gelê me li dijî dewleta Tirk radibe, tu dinere pêşiya wan digire, êrişî gel dikin, çima hûn Tirkiyeyê protesto dikin. Gelê me, ciwanên Başûr, jinên Başûr divê ti carî vê yekê qebûl nekin, li dijî vê siyasetê lazime bisekine.

We berê di daxuyaniyên xwe de eşkere kirin ku siyaseteke qirkirinê ya piralî, ji aliyê çandî, fîzîkî, exlaqî li Botanê bi taybetî li Bakurê Kurdistanê bi giştî tê meşandin. Piştî wê daxuyaniyê me dît ku bûyerên tecawizê, êrişên qirkirinê zêde dibin. Sedema zêdekirina van êrişan hûn çawa şîrove dikin?

Dewleta Tirk li ser gelê Kurd siyaseteke qirkirinê dimeşîne. Vê venaşêre, bi taybetî jî desthilatdariya AKP-MHP desthilatdariya xwe li ser vê qirkirinê dimeşîne, qedera xwe girêdayî vêya. Eger di vir de encamê wernegire nikare li ser desthilatdariyê bimîne. Her ku diçe ji xwe desthilatdariya wan lawaz dibe, teng dibe. Niha bûye desthilatdariya komeke biçûk. Berê bingeha xwe fireh bû, lê niha ew bingeh pir teng bû. Niha yê ku ji aliyê aborî, siyasî ve feydeyê ji AKP-MHP'ê dibîne li gel wan mane. Bûye desthilatdariya komeke teng. Ji ber wê ji bo li ser desthilatdariyê bimîne li ser Kurdan di siyaseta qirkirinê de israr dike. Qedera xwe bi vê ve girê da. Li Tirkiyeyê ji xwe qanûnek heye. Yê ku li dijî Kurdan qirkirinê esas werbigire, dikare bibe desthilat. Yê ku desthilatdariyê de jî vê qirkirinê dewam bike dikare li desthilatdariyê bimîne. Yê ku di vir de encamê wernegire nikare li desthilatdariyê bimîne. Ev rastiyeke Tirkiyeyê ye. Dewleta Tirkiyeyê dewleteke netewe ye. Tenê Tirk esas werdigire, li derveyî vê dixwaze gelên din hemûyan ji holê rake. Gelê Kurd li pêş wê astengiya mezin e, lewma bi hemû derfetên xwe li hundi rû derve tê ser Kurdan. Dixwaze Kurdan ji holê rabike. Siyaseta ku li ser gelê Kurd dimeşîne bi temamî siyaseta ji holê rakirina Kurdan e. Ne wer PKK ji holê rakirine. Ji bo ku vê siyasetê de encamê werbigire dixwaze PKK'ê ji holê rake. Ji ber ku heta ku PKK'ê ji holê raneke nikare encamê werbigire. Ji bo ku siyaseta qirkirinê de encamê werbigire hemû qanûnên xwe yên navneteweyî dide bin lingan. Derfetên Tirkiyeyê çi hene, ji bo wê bi kar tînin. Ji bo wê êdî li Tirkiyeyê nafikirin, li gelê Tirkiyeyê nafikirin. Wê çawa qirkirinê çêbikin ku li desthilatdariyê bimînin. Hukmekî faşîst e, hukmekî şer e, hukmekî qirker e. Ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû gelan, hemû hêzên demokrasî û azadiyê welê ye. Lê belê di nava wê de jî Kurdan ji bo xwe esas werdigire. Ji ber ku heta ku Kurdan qir neke nikare yên din qir bike. Ku bi hemû tundiyê tê ser Kurdan ji bo wê tên ser Kurdan. Ji ber ku hukmekî faşîst e, hukmê faşîst li ser civakê belavkirinê, li ser exlaq, wijdan, îrade belavkirinê hukmê xwe çêdike. Bingeha wê ev e. Eger ku vê neke, hukmê faşîst nikare xwe bi rêxistin bike, nikare xwe berdewam bike. Niha him dagirkerê qirkerê Tirk li ser Kurdan siyaseteke qirkirinê dimeşînin, ji bo wê êrişî hemû tiştê Kurdan dike, hem jî sîstema kapîtalîst modernîte li Kurdistan li dijî civakê disekine. Her du jî dixwazin civaka Kurd ji holê rakin. Ji ber ku dema civaka Kurd ji holê rakirin dikarin armanca xwe pêk bînin. Ji bo ku civaka Kurd ji holê rakin êrişî exlaqê wê, wijdanê wê dikin. Êrişî nirxên wê dikin, êrişî çanda wê dikin. Ji ber ku yê ku civakê li ser piyan dihêle, wijdan, exlaq, çand e. Ku te êrişî wan kir, wê demê tu wê civakê belav dike, tune dike, ji civakbûnê derxîne dikare bike koleyê xwe. Armanca hem kapîtalîzmê ew e hem jî ya dewleta Tirk ew e. Ji ber ku hêza gelê Kurd jî di civakbûna wê de ye. Eger heta niha Kurd maye ji bo wê maye. Civakbûna xwe xurt e. Bi gelek awayî civakbûna xwe dewam kiriye.

JIN AZADIYÊ TEMSÎL DIKIN

Ji ber wê wijdan, exlaq, însaniyet, di Kurdan de xurt e. Girêdayî çand, nirxên xwe ye. Ji ber wê nikarin zû bi zû encamê werbigirin. Ji bo encamê werbigirin êrişî van dikin. Ji bo karibin civaka Kurd ji civakbûnê derxîne, ku civaka Kurd ji hêza wê derxîne, bêtaqat bikin, îradeya wê bişikînin. Bi vî rengî karibin teslîm werbigirin, bikin koleyê xwe, ku xaka Kurdistanê jî bikin xaka xwe. Siyaseteke wiha dimeşînin. Di vir de êrişî jinan dikin, êrişî zarokên Kurdan dikin, êrişî ciwanên Kurdan dikin, êrişî cografya Kurdan dikin, êrişî rêxistina wan a siyasî dikin, êrişî şaredariya wan dikin. Xaka Kurdistan bi navê bendavan dixin bin avê, Kurdan koçber dikin. Hemû çiyayên wan dişewitînin, bi navê Kurd û Kurdistanê çi heye êriş dikin. Goristanên wan dişewitînin, talan dikin. Yanî bi navê Kurd û Kurdistanê çi heye dixwazin ji holê rakin. Di vir de jî bêhtir êrişî jin, ciwan, zarokan dikin. Çima? Ji ber ku jin rastiya wan eşkere dikin. Bi her kesî dide fêhmkirin. Jin bûye motora pêşenga azadiyê, azadiyê bi pêş dixe, demokratîkbûnê bi pêş dixe. Ew jî li dijî azadî, demokrasiyê ne. Ji ber wê li dijî jinê ne. Ji ber wê êrişî jinan dikin, tecawiz dikin, dikujin. Her wiha hinek çawişên wan ên pispor kafeyan li hin deveran vedikin, li wan deveran keçên Kurd tînin wan deveran, qaşo dibêjin ew aşiqê wan in, ew ê bi wan re bijîn. Bi vî rengî dixwazin keçên Kurd hemûyan têxin fûhûşê, bêkesayet bikin, îradeya wan bişikînin, heta bikin ajanê xwe, ji bo xwe bi kar bînin. Di şexsê jin û keçên Kurd de, zarokên Kurd de, zarokên Kurd de dixwazin îradeya gelê Kurd bişikînin. Bêîrade bikin ku nikaribin li dijî wan derkevin, teslîmî wan bibin ku ew bikaribin Kurdistanê bi rehetî bi dest bixin û bikin welatê xwe. Eger ku êrişî jinan dikin ji bo wê êriş dikin. Ji ber ku karakterê jinê heye, li dijî zilmê, faşîzmê ye, li dijî desthilatdariyê ye, li dijî koletiyê ye. Azadiyê, demokrasiyê temsîl dike, jiyanê temsîl dike. Dewleta Tirkiyeyê jî desthlatdariya AKP-MHP jî li dijî jiyana Kurd e. Li dijî azadî demokrasî, wijdan, exlaqê ye. Bi navê Îslamiyetê bi navê Tirk êrişî vî gelî dike, îradeya vî gelî dixwaze di şexsê jin û ciwanan de bikişînin. Eger êriş dike ji bo wê dike, yanî ev siyaseta dewletê ya qirkirinê ye. Him jî siyaseteke ku dewlet rêxistin kiriye. Dema mirov binere, kî vê siyasetê li hemû bajarên Kurdistan û gundên Kurdistanê dimeşîne? Polîs e, leşker e, çawişên pispor in, efser in, cerdevan in, waliyê wan in, hinek ên bi navê ol qaşo kar dikin, hemû vê siyasetê bi rêxistinî, bi zanebûn dimeşînin. Ji bo karibin di qirkirinê de encamê werbigirin. Ji ber ku bi taybetî jin li dijî qirkirinê disekine û yekîtiya neteweyî temsîl dike. Ne tenê yekîtiya jinê yekîtiya neteweyî jî temsîl dikin. Temsîla azadî û demokrasiyê dike. Derbeke mezin li faşîzmê dide, rastiya AKP-MHP bi hemû gelan dide fêhmkirin. Ji bo wê dijminatiyê di şexsê jinê de ciwanan de bi pêş dixin. Gelê me li dijî vê siyasetê divê bi xurtî raweste. Li Şirnexê li dijî vê siyasetê ciwan rabûn ser piyan, ciwanan pîroz dikim. Diviyabû li bajarên jî hemû rabûna. Di dîrokê de dema ku dest avêtiye jinekê ew bûye sedema ku li wir serhildan çêbibe. Lazim e li dîroka xwe xwedî derkevin, li îrade, li nirxên xwe xwedî derkevin. Li exlaq, şeref, li kerameta xwe xwedî derkevin. Di şexsê jinê de welatekî dixwaze tasfiye bike. Namûsa mezin ji bo her kesî ew e. Ku te welatê xwe, xaka xwe parast tu dikare xwe biparêze. Wer nebe tu nikare xwe biparêze. Ji bo wê dewleta Tirkiyeyê çi dike, ew lazim e bibe sedema serhildan, berxwedan, têkoşînê. Bi vê dewletê ve, bi vê hikumetê ve, bi saziyê wan ve gelê Kurd lazim e jiyan neke. Ew dewlet, ew hikumet, saziyên wan ên leşker, polîs, MÎT, cerdevan, walî, qeymeqam hemû dixwazin Kurdan ji holê rabikin. Kurd wê çawa vê qebûl bike? Kurd wê çawa vê dewletê, vê hikumetê, van saziyan ê xwe bibînin? Lazim e bi wan re nejî, wan red bike, li dijî wan bisekine, bi gelê Tirkiyeyê re têkoşîna xwe mezin bike. Eger mezin bike ew desthilatdariya AKP-MHP ji xwe teng bûye, wê bikeve.

Salvegera pêngava dîrokî ya 15'ê Tebaxê ye. 36 sal in fermandar Egîd û şervanên wî şer dikin. Dema hûn ji îro ve lê dinerin 15'ê Tebaxê çawa şîrove dikin?

Ez pêşeng, fermandarê 15'ê Tebaxê Egîd, di şexsê hevalê Egîd de tevahî şehîdên azadiyê, li gel wê hevalê Engîn Sîncar û Sînanê Sor, Bedranê Gundikê Remo hemûyan bi bîr tînim, hurmeta xwe ji bo wan diyar dikim, li pêş wan bejna xwe ditewînim. Me sozeke mezin ji bo şehîdên xwe dan. Em li ser wê sozê dimeşin. Îro jî li Heftanînê yên ku destanan dinivîsînin li ser soza ku dane dimeşin. Qehremanê Kurd Egîdê Kurd ji bo xwe esas werdigirin. Xeta ku Rêber Apo bi hevalê Egîd pêş xist di gerîla de wê temsîl dikin. Wê xetê îro jî dimeşînin. Ji bo wê destanan dinivîsînin. Rastî ew e. Eger ku gelê Kurd çi bi dest xwe xistiye, bi hemleya dîrokî 15'ê Tebaxê bi destê xwe xistiye. Tiştek li derveyî wê pêngavê nîne. Di bingeha hemû pêngav û destketiyan de ew pêngava dîrokî heye. Bi wê pêngavê gelek pêngav hatin pêşxistin. Şoreş di nava şoreşê de hatin pêşxistin. Şoreşa civakî, demokratîk, çand, jin, neteweyî gelek şoreş hatin pêşxistin. Di nava civaka Kurd de, di nava mirovên Kurd de guhertineke pir mezin çêkir. Tiştê ku li dinyayê gelên din bi sed salan çêkirin, di demeke kin de çêkir. Guhertina ku li civaka Kurd çêbû pir mezin çêbû. Zîhniyeteke mezin çêkir. Girêdayî wê kesayetek çêkir, civakek çêkir, jiyanek çêkir. 12'ê Îlonê bi taybetî dixwest ku li Kurdistanê reşahiyekê çêbike, ku her kesî kole bike. Lê belê 15'ê Tebaxê rê neda wê. Ew Kenan Evren reşahiya ku dixwest li Kurdistanê çêbike, 15'ê Tebaxê ew çirand. Vaya nayê wê maneyê ku tenê ew li Kurdistanê çirand, li tevahiya Rojhilata Navîn jî çirand. Ji ber ku li dijî dewleta Tirkiyeyê derketin, têkoşînkirin ne wer hêsan e. Ne tenê li dijî dewletekê derketine, têkoşînkirine. Ew dewlet dewleteke NATO ye. Li pişt wê dewletê NATO heye. Sîstemek heye, bi alîkariya wan li ser Kurdan qirkirinê dimeşîne. Li dijî dewleteke welê derketin heye. Ji bo wê derketina pêngava 15'ê Tebaxê pêngaveke dîrokî ye, mîladî ye ji bo gelê Kurd. Gelê Kurd bi vê pêngavê xwe paqij kir, xwe xweşik kir û kir gelekî ku ji bo mirovahiyê fedayîtiyê dike. Gelekî welê çêkir. Îro ku li dinyayê Kurd tê naskirin, ku hurmeteke gelê Kurd çêbûye di bin wê de pêngava 15'ê Tebaxê heye. Eger ne ji wê pêngavê bûya Kurd îro di asta dinyayê de nedigihaşt wê astê. Eger ku li hemû beşên Kurdistanê têkoşîn heye, yekîtiyeke neteweyî di nava Kurdan de bi pêş ketiye, ew jî li ser vê bingehê bi pêş ketiye. Ji ber wê bingeheke mezin e. Ne wer bingeheke tenê pêngaveke tenê ji bo Bakur, ji bo beşê din e. Ji bo Rojhilata Navîn, ji bo mirovahiyê ye. Ji bo wê îro Kurd jî, Rêber Apo jî, PKK jî bûye hêvî ji bo mirovahiyê bi taybetî ji bo hêzên azadî û demokrasiyê. Ev bi vê pêngavê çêbû. Ev pêngav welê bi hêsanî bi pêş neket. Dibe ku hinek wer fêhm dikin. Pir bi zor û zehmet bi pêş ket, bi kedeke mezin bi pêş ket. Dema ku ev pêngav bi pêş ket, kesî bawer nedikir ku pêngaveke welê bi pêş bikeve. Dema ku pêş ket jî kesekî bawer nedikir ku ew pêngav wê wer berdewam bike, şoreşê di nava şoreşê de pêk bîne, guhertineke pir mezin çêbike, Kurdan bike hêviya mirovahiyê yê ji bo demokrasî û azadiyê têkoşîn dikin. Her kesî digot hemleyeke welê çênabe, ku çêbû jî emrê wê 24 saet in. Lê belê heta îro dewam dike. Him jî gihîşt asteke welê bilind ku însaniyeta ku ji bo nirxên mirovahiyê têdikoşin ji bo xwe hêvî dibînin. Gihîştiye wê astê.

DIVÊ GELÊ ME KEDA RÊBER APO Û FERMANDAR EGÎD JI BÎR NEKE

Di vir de keda Rêber Apo pir mezin e. Her kes lazim e vêya baş fêhm bike. Rêber Apo di şertên pir zor û zehmet de di nava bêderfetiyê de ew pêngav ji her alî ve amade kir. Li ser wê amadekarî û kedê ew pêngav pêk hat. Di vê pêngavê de hevalê Egîd jî keda xwe mezin e, ji ber ku yê di pratîkê de ev pêngav pêk anî fermandarê wê ye. Ji ber wê keda wî mezin e. Ti carî gelê me keda Rêber Apo, keda hevalê Egîd di şexsê hevalê Egîd de şehîdê ku di vê pêngavê de şehîd ketin lazim e ji bîr nekin. Vê ji bo çi dibêjim? Gerîla ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo mirovahiyê bingeheke mîladî bi pêş xist. Dema ku ev pêş xist jî di nava zor û zehmetiyê de, di nava bêderfetiyê de ev kirin. Yê ku pêş xistin zanîbûn ku wê şehîd jî bikevin, lê zanîbûn ku bi şehadeta xwe wê gelê Kurd di xewa mirinê de jî rakin. Wê gelê Kurd têxin dîrokê, wê dîrokê bidin nivîsandin. Ji bo wê şehadeta xwe dan ber çavan. Hemû zor û zehmetî dan ber çavan ku bikaribin ew dîroka li ser serî diçe ji bo Kurdan ku li ser lingan bidin rûniştandin û dan rûniştandin jî. Ji wê dîrokê heta niha gerîla qehremaniyê dike, destanan dinivîsinin, destanan li ser destanan dinivîsînin. Ji ber wê bûye hêviya mirovahiyê. Ew têkoşîna ku gerîla meşand, şehadeta ku di wê têkoşînê de çêbûn ti carî vala neçûn, gihîşt armanca xwe. Kes nikare vê înkar bike, ku kî vê înkar bike mirovê ji mirovbûna wî guman bike. Van qehremanan ji bo xwe tiştek nexwest, ji bo xwe tiştek çênekirin. Temamî her tiştên xwe xistin xizmeta gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê. Fedayîtî kirin, canê xwe dan. Bi vê ew guhertin hemû çêbûn, ew nirx hemû çêbûn, hurmeta gelê Kurd li dinyayê çêbû û îro bû hêvî. Ev jî çi ispat dike? Gelê Kurd qezenç kiriye, gelê Kurd bi gerîla qezenç kiriye. Îro jî gerîla li Heftanînê vê dewam dike, vê fedayîtiyê, vê lehengiyê ji bo gelê Kurd, ji bo Rojhilata Navîn ji bo mirovahiyê temsîl dikin. Ji bo wê gerîla serketî ye, kes nikare pêşiya vê tevgera gerîla bigire. Yê ku dibêje em ê bigirin, xeyalan dibînin. Berê jî gotin em ê bigirin, em xilas dikin, lê her ku ew gotin gerîla xurtir bû. PKK xurtir bû. Bû hêviya mirovahiyê, her ku diçe jî ev hêvî mezin dibe.

Ciwanên Kurd li Ewropa, Bakurê Kurdistanê li deverên ku lê bi rêxistinin, kampanya dan destpêkirin bi navê 'Bikeve tevgerê'. Ciwanên Kurd û Tirk li her deverê li ber xwe didin. Hûn vê hewldan û berxwedana ciwanan çawa şîrove dikin?

Di serî de ez milîsên HBDH, YPS hemûyan silav dikim. Bi rastî ew wezîfeya xwe ji bo civaka Kurd, Tirkiyeyê pêk tînin. Dixwazin bêhtir vê wezîfeyê mezintir pêk bînin. Lazim e mezintir pêk bînin. Tiştê ku dikin ne kêm e, di nava faşîzma AKP-MHP'ê de. Ji ber ku faşîzm nahêle ku du mirov jî bigihêjin hev. Di van şertan de wan çalakiyan dikin. Ji ber wê maneya wê heye. Hurmeta wê her kes lazim e bizane. Yê ku li dijî faşîzma AKP-MHP'ê disekinin vêya bo xwe bingeheke esas bibînin. Ew milîs û YPS jî vê pêngava ku ji bo gelan li dijî faşîzmê pêş xistî, divê hê zêdetir jî xurt bibe. Baweriya min ew e jî wê hê xurtir û pêş bixin.

Niha tevgera PKK’ê tevgerekî ciwanan e. Rêber Apo çi got; ‘Me bi ciwantî destpê kir, em bi ciwantî didomînin û em ê bi ciwanît jî temam bikin.’ Yanî PKK tevgerekî ya ciwanan e. Gerîla ji xwe rêxistina ciwanan e. Bi temamî ciwan di nava HPG’ê de cih digirin, di nava gerîla de cih digirin. Qehremaniyê dikin. Ji bo wê jî bi hezaran şehîdên wan hene. Bi vê munasebetê ez ciwanên Kurd silav dikim.

CIWANÊN KURDISTANÊ LI DIJÎ DEWLETA TIRK ÇI BIXWAZIN DIKARIN BIKIN

Ciwanên Kurdistan ne weke ciwanên welatê dike, divê xwe wisa jî nebînin ew ciwênên Kurdistanê ninin. Yanî li ser kurdistan siyasetekî qirkirinê tê meşandin. Siyaseta ku li ser gelê Kurd tê meşandin, di dîrokê de belkî li ser gelên din nehatibe kirin. Di welatekî wiha de ciwantiyê dikin. Divê vê ti carî ji bîr nekin. Eger vê ji bîr bikin, xwe weke ciwanên welatên din bibînin, dikevin şatştiyeke mezin. Wê demê wê nikarin bin erka xwe pêk bînin. Erka wan bo civakê pêşengtiye. Civaka di her alî de parastin e. Ew parêzvanên civaka Kurdistanê gelê Kurd in. Ji bo wê yên li dijî dagirker û qirkerê faşîst a Tirk bisekin, ew dewlet siyasetekî şerê taybet pîskolojî li ser gelê Kurd dide kirin. Bi taybet jî li ser jinên Kurd, ciwanên Kurd û zarokên Kurd dike. Fuhûş û madeyên hişber û bêexlaqiyê pêş dixe. Bi navê peskirinê, fuhûş û sîxuyê pêş dixe. Kuştin û êşkence, girtin, qetilkirinê dike. Di kesayeta jin, zarok û ciwanan de dixwaze derbek mezin li civak Kurd bixin. Bi exlaq dilîzin, bi wijdan dilîze, tiştê ku pê nalîze nemaye. Vê hemû jî ji bo ku civak Kurd ji holê rake dike. Kapitalizîm li dijî civakê ye, ew jî li dijî civakê ye, ji bo wê kapitalîzim li pişt erdogan û MHP’ê disekine. Çi dikin deng nakin. Çimkî ew dikin, tiştên ku kapitalîzim dixwaze ye. Di desthilatiyên wan de xwe dibînin. Berjewendiyên xwe dibînin. Ji bo wê alîkariyê dikin ew jî bi vê alîkariyê vêya dikin. Ji bo wê hem civaka me divê vê bizane, hem jî malbat vê bizanin hem jî ciwanên me çi jin û çi jî xort bin divê vê bizanin. Li xwe xwedî derkevin. Li civakê xwedî derkevin, civakê biparêzin. Wê wextê dibin ciwanên Kurdistan, dibin pêşengê gel. Wê wextê gel dikari rêz ji wan re bigirin. Eger xwe pêşeng bibînin, tek xalekê li pêşiya xwe weke erk bibînin pêşgîtiya civakê ye. Her wiha ji civaka xwe xwe berpirs nebînin, ji bo civakê erkê xwe yê parastinê pêk neîne, li dijî dagirker, qirkerên Tirk bi her alî ve nesekinin, wê wextê nabe ciwan. Ji xwe re bêjin em ciwan in jî nabe. Li dîroka xwe jî berovajî dibin. Bi Rêber Apo bi PKK û şehîdan bi gel re berovajî dibin. Ji ber ku Rêber Apo ji me re got; ‘Dema mirov got Ciwanên Kurdistanê, şehîd û gelê Kurd berxwedan tê bîra mirov’ ji bo wê divê mirov berovajî dîroka xwe nebe. Dîroka xwe hê zêdetir xurtir temsîl bike, hê zêdetir xurtir bike, ev ji wan tê xwestin. Li her cihekî dikarin bigihêjin hev, du bi du, sê bi sê , çar bi çar ciwanin xwe wisa rêxistin bikin. Dikarin çi bikin, dikarin bikin. Ew erkê wan û heqê wan e. Yên li dijî dagirkerî û qirkerê Tirk çi bikin dikarin bikin. Ji bo bo ku bikarin bikin, lazime xwe wisa rêxistin bikin. Li her cihî dikarin xwe bi rêxistin bikin, ên hev nas dikin û ji hev bawer dikin hene, xwe rêxistin bikin li dijî dijmin tiştên ku bikin dikarin bikin. Dikarin her tiştên ku dewleta Tirk li dijî gel, jin û ciwanan pêşxistin bisekine û tola wê rake. Tavilê bersiv bide. A ji wan tê xwestin eve. Çawa li Şirnexe li dijî destdirêjiyê rabûn. Divê li cihên din jî rabin. Li dijî qetîamek çêbû, wê bike sedema tolhildanê. Ciwanê Kurd li leşkeriyê tên kuştin, dewleta Tirkiye dibêje, krîza dil derbas kiriye, çawa çêbû, hem dikujin alên xwe danin ser û leşker tên dixwazin merasîmê bikin. Dawî malbatê ev yek qebûl nekir, ez van silav dikin. Divê mirov li dijî dijmin wisa bisekine. Çi ciwanên Kurd bi taybet jinên ciwan ên Kurd wer divê nêzî polîsên Tirk, leşkerên Tirk û serpel û MÎT’ê û çeteyên wan ên di saziyên dewletê kar dikin û nûnertiya dewletê dikin, ên dîsa AKP’î divê nêzîkî wan nebin. Mirov nikare bibe evîndarê celadê xwe. Mirov ji celadê xwe hesab dipirse, divê hem malbat lazime li ser malbatê, zarokên xwe bisekinin, hem jî her mirovek, her ciwanekî Kurd divê li Kurditî û nirxê xwe û çanda xwe li pêşeroja xwe xwedî derkeve. Tiştekî dewletê Tirkiyeyê qebûl neke. Li gel wê, yek jî bi ciwanên Tirkiyeyê yên şoreşger û sosyalîst ên demokrat li dijî faşîzm û nîjatperestiyê disekin têkiliyên xwe xurt bikin. Bi wan re pêk ve sazî pêş bixin. Dikarin li zanîngeha, li ciwananên ku nexwendekar, dikarin xwe bi rêxistin bikin. Dikarin pêk ve li dijî faşîzmê li Tirkiyeyê hinek çalakiyan pêş bixin. A ji wan tê xwestin ew e.

Di van rojên dawî de li Rojavayê Kurdistanê hinek nûçe derketin, hewldanên yekîtiyê hene. Hinek peyman hatine îmzekirin. Daxuyaniyên wiha derketin. Hûn vê çawa şîrove dikin?

Em jî hinek tiştan li ser ragihandinê dibînin û dibihîsin. Esasê wan çiye lê tam em nizanin. Dibêjin bi kargeheke petrolê re îtifaq çêbûne. Heta Sûriye daxuyanî da û em qebûl nakin. Ne hiqûqî ye. Petrola me dize. Yê ku em dizanin Sûriye di aliyê navneteweyî de saziyên navnetewî qebûl dikin, yanî wek desthilat û wek dewlet. Ji bo wê jî çi li ser erd û bin erd be tiştên ku li Sûriyeyê de yên tevahî gelên Sûriyeyê ne, ne yên hinekane. Hinek nikarin ser vê, wer bimezêxin. Bikin milê xwe. Me berê jî ew gotiye, niha jî em dibêjin. Heta yê Xweserî Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê jî wer digotin. Di gotin ew petrol hemû dewlemendî yên ser erd û binerd ên tevahî gelê Sûriyeyê. A rast jî ew e. Yanî ew peymanên ku bi kargehên petrolê re çêbûyî, çiqas di vê çarçoveyê de ye, em nizanin. Lazime wisa be. Yanî belkî eger îro hinek pirsgirêkên aborî li Sûriyeyê hene, li ser Bakurê Sûriyeyê jî eger ku wann pirsgirêkan didin ber çavan hinek wan derbas bikin, ji bo wê îtifaq pêş xistine, bi wê îtifaqê jî di çarçoveya Sûriyeyê de li gorî Sûriyeyê pêşxistibe em ji bo wê tiştekî nabêjin. Lê ku ne wisa be, divê mirov li ser wê bisekine.

AKP'Ê MAKÎNEYEKE ŞER A JI ÇETEYAN AVA KIR

Niha di aliyê yekîtiya netewî de jî hinek gav tê avêtin. Hinek daxuyanî tên dayîn, li ser çi esas jî tên pêşxistin em tam nizanin. Lê rastiya wê heye. Yanî Rêber Apo bi salan li vê derê kedeke xwe ya mezin heye. Eger ku di nava Kurdên Rojava de ew fikrê netewî pêş ket, fikrê azadî demokrasî pêş ket, ew encamê wê kedê ye. Çimkî Rêber Apo nêzîkî 20 sal kar li wir kir. Eger ku şoreşa Rojava pêş ket, li ser wî karî pêş ket, di bingeh de ew heye, eger ew bingeh nebûna ew kar nebûna wê ev şoreş nikaribûya pêş biketa. Dîsa eger şoreş pêş ket, bi şoreşekî demokratîk çêbû, ku di nav gelan de biratî yekîtî pêş ket, her gel bi nirxê bi nasnameya xwe xwe rêxistin dike, xwe îfade dike, ev jî girêdayî vê pradîgmaya Rêber Apo pêş xistî ye. Pradîgma netewa demokratîk e. Vê ew şoreş kir şoreşa demokratîk, vê ew biratî çêkir. Vê azadiya gelan pêş xist. Ji bo wê eger spasiyek bê kirin divê berî her kesî spasiya Rêber Apo bê kirin. Çi ku kesekî wekî Rêber Apo li vê derê ked nedaye, kar nekiriye, di aliyê îdeolojî, felsefe, paradîgmayê de ew çek nedaye destê wan gelan. Temamiya van tiştan Rêber Apo pêş xist. Heke îro li wê derê li ser meseleyên yekîtiya neteweyî civîn çêdibin, di bingeha wê de kedeke mezin a Rêber Apo heye û paradîgmaya Rêber Apo heye. Vana nebûna li wê derê ne şoreş çêdibû ne jî civînên bi vî rengî çêdibûn. Beriya her tiştî divê her kes spasiya Rêber Apo bike. Heke spasiya Rêber Apo nekin û spasiya hinekên din bikin, ev tişt dibe xefleteke mezin. Kes vêya qebûl nake. Gelê Rojava jî vî tiştî qebûl nake. Bi taybetî jî jin û ciwanên Rojava qebûl nake. Ji ber ku wan bi Rêber Apo rastiya xwe fêm kirin. Çi qezenc kiribin bi Rêber Apo qezenc kirine, vî tiştî her roj tînin ziman. Çawa ew ê Rêber Apo esas wernegirin. Her roj Rêber Apo esas werdigirin, di Rêber Apo de xwe dibînin. Bi Rêber Apo re xwedî li xwe derdikevin. Rêber Apo ev tişt bi wan da qezenckirin. Ji ber vê jî ew qebûl nakin ku derveyî Rêber Apo spasiya kesên din were kirin. Heke spasiyek were kirin, divê beriya her kesî ji bo Rêber Apo were kirin.

GELÊN KURD Û EREB DIVÊ BI HEV RE LI BER DEWLETA TIRK RABIN

We gelek caran li ser Lîbyayê jî nirxandin kirin. Nirxandinên we hemû jî di pratîkê de derketin holê. Çeteyên dewleta Tirk li ser erdnîgariya Ereban êrîşên xwe didomînin. Li hemberî wê jî neviyên Omer Muxtar û xeta welatparêziya Ereb a Qedafî li ber xwe dide. Hûn vî tiştî çawa şîrove dikin?

Niha dewleta Tirk,desthilatdariya AKP û MHP’ê makîneyeke şer a çeteyan çêkiriye. Vê makîneyê dişuxilîne. Li Rojava, Sûriyeyê, Başûr, Lîbyayê li Azerbaycan Ermenistan wan deran dişuxilîne. Dixwaze ji bo Yemenê bişixulîne. Yanî dixwaze bi vê makîneya şer û qetlîamê li ser gelên Rojhilata Navîn armanca xwe pêk bîne. Hinek dibêjin dewleta Tirk, desthilatdariya AKP û MHP’ê siyaseta Osmaniyan dimeşîne. Di siyaseta Osmaniyan de netewe-dewlet tune. Înkar û qirkirina gelan ji xwe re nedikirin esas. Ew der dagir dikir, bac ji wan distend, di dema şer de leşker kom dikir, ji xeynî din her kesek li gorî xweseriya xwe dijiyan. Niha AKP, MHP dewleta Tirkiyeyê, dewleteke netewe ye. Dewleteke wisa ye ku li ser Tirkan hatiye avakirin. Îslamiyetê jî ji bo xwe bi kar tînin, tu eleqeya wan bi Îslamiyetê jî tune. Ji ber wê dijminê gelan e, ne bi tenê dijminên gelê Kurd in. Heke dijminatiya wan bi tenê li dijî Kurdan bûya, nediçûn Lîbyayê, li Lîbyayê Kurd tune. Li Îdlîbê jî Kurd tune, li Behra Spî jî Kurd tune. Em dibînin li ser Behra Spî bi hemû kesan re nakokiyan wan heye. Li Lîbyayê tijî çete kirine,Îdlîb dîsa bi awayî. Bi hezaran leşkerên xwe biriye Îdlîbê. Li Azerbaycan û Yemenê PKK tune. Nexwe mesele ne bi tenê dijminatiya li dijî Kurdan e. Dijminatiya gelan dikin, dijminatiya olan dikin. Ji xeynî mezhebê Sunî êrîşî mezheb û dînên din dikin. Derveyî Tirkan hicûmî hemû gelan dikin. Bi tenê Tirkan, mezhebê Suniyan û çanda Tirkan qebûl dikin û dibêjin her kes divê vî tiştî qebûl bikin. Li Tirkiyeyê jî vê siyasetê dimeşînin û li derveyî Tirkiyeyê jî vê siyasetê dimeşînin. Dikevin ku derê, li wir dewleta xwe ava dikin, wê derê wekî wîlayeteke Tirkiyeyê dibînin. Ketine Efrînê, çi saziyên wan ên li Tirkiyeyê hene, li Efrînê jî ava kirine. Li Serêkaniyê û Girê Spî heman tiştî dikin. Derveyî saziyên xwe tiştekî din qebûl nakin. Hemû tiştan qedexe û talan dike. Li wan deran dibistanên Tirkiyeyê ava dike, divê bi Tirkî xwendin were kirin. Li her derê alayên xwe bi dar ve dikin, nexweşxaneyan ava dikin. Polîsan ava dike, îstîxbaratê çêdike, dezgehên xwe yên siyasî çêdike, kaymakam e, walî ye, midûran hemûyan bi cih dike. Çawa ku Hatay Ereb bû, kirin Tirk, li Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê û Kibrisê jî vî tiştî dikin. Yanî dikeve ku derê, wê derê dike milkê xwe. Ev tişt li ber çavan e. Di nav Ereban de hinek çete ava kirine, vana rêxistin dike, perwerde dike, çekê dide wan, li ku derê bixwaze desthilatdariya xwe bi pêş bixîne wan dişînê wê derê. Li wan deran wehşetê dike. Her kesî ditirsînin. Makîneyeke şer û qirkirinê çêkiriye, vê makîneyê li her derê dişuxilîne. Divê her kes li hemberî vî tiştî teslîm bibe, yên ku teslîm nabin jî diyar dikin heqê wan ê jiyanê tune. Li Lîbyayê jî vî tiştî dikin. Di çapemeniyê de tê diyarkirin ku 17 hezar çete şandine wê derê. AKP û MHP’ê bi darê zorê bi milyonan kes ji Sûriyeyê anî Tirkiyeyê. Çima? Xwestin bi malbatan re çeteyan têxe bin kontrola xwe û bikaribe ji bo armancên xwe wan bi kar bîne. Him jî di nav wan de çeteyan rêxistin dike. Him ji xwe re ji bo Sûriyeyê bingehekê ava dike, him jî bi wan re aboriya Tirkiyeyê temamî talan kir, him van kesan li Tirkiyeyê bi erzanî dişixulîne û di nav wan malbatan de çeteyan ava dike, makîneyeke çeteyan çêdike, li her derê jî vê makîneyê dişixulîne. Dibêjin 17 hezar jî şandine Lîbyayê, wan wekî kesên ji Lîbyayê bi cih dike, ji wan re nasnameyan çêdike, bi wan re tirs û talanê bi pêş dixe. Dixwaze Lîbyayê bi dest bixe. Di dîrokê de çawa Omer Muxtar li dijî dagirkerî û qirkirinê li ber xwe da, niha jî dibêjin neviyên wan wê berdewam bike. Dibêjin yên li ser xeta Qedafî wê li dijî Tirkiyeyê şer bikin, nahêlin Lîbya têkeve destê Tirkiyeyê. Qedafî xeteke xwe ya welatparêziyê hebû. Di vê xetê de Kurd jî wekî dostan didît, alîkariya Kurdan jî kir. Vêya em jî dizanin. Bi taybetî alîkariya Kurdên Başûr kir. Dostaniya Kurdan dikir. Xeta welatparêziya Ereb bi pêş dixist. Ji ber vê xwestin Qedafî tasfiye bikin. Îro kesên Qedafî û Omer Muxtar ji xwe re dikin esas, xwedî li Lîbyayê derdikevin. Dibêjin em ê li dijî qirkirin û dagirkeriya dewleta Tirk têbikoşin, em ê nehêlin ku Lîbya têkeve destê wan. A rast ew e, heqê wan e. Em ligel vê siyasetê ne. Ji ber vê dewleta Tirk ne bi tenê ji bo Kurdan, ji bo Ereban jî xetere ye. Jixwe hin dewlet, nivîskar, rewşenbîrên Ereb vî tiştî dibêjin. Her ku diçe, dibêjin dewleta Tirkiyeyê ji bo me xetereyeke mezin e û ev dewleteke dagirker e. Piçekî bi dîroka Osmaniyan dizanin û dibînin ku AKP û MHP ji bo wan ji Osmaniyan xeteretir in. Ji ber ku li ser wan netewe-dewletê dimeşîne. Ji ber vê Ereb vî tiştî qebûl nakin. Divê Kurd û Ereb bi hev re li hemberî desthilatdariya AKP û MHP’ê bisekinin. Li Rojhilata Navîn de Kurd û Ereban di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de zirarên mezin dîtine. Parçe parçe kirine, li ser Kurdan û Ereban siyasetek hatiye meşandin. Li ser parçekirina wan siyaset bi pêş xistine,statu û hevseng çêkirine. Him ji bo Ereban û him jî ji bo Kurdan ev tişt ne baş e. Niha jî Tirkiye di wan statuyan de israr dike, dixwaze hemû tevgerên hene tasviye bike, dixwaze her kesî bikin koleyên xwe. Li hemberî wê Kurd û Ereb dikarin tifaqê ava bikin. Ji ber ku ev dewlet him dijminê Kurdan e û him jî dijminê Ereban e. Qada Rojhilata Navîn piranî Ereb e, Kurdistan jî di navenda wê de ye. Ji ber vê jî heke Kurd û Ereb li hemberî vê desthilatdariyê tifaqê ava bikin, ev desthilatdarî wê nikaribe li ser gelên Kurd û Ereb dagirkerî û qirkirinê bimeşîne. Ji ber ku gelekî zeîf e. Îro jî hingî zeîf ketiye, bûye desthilatdariya komeke biçûk. Heke mirov li dijî vê bi hev re bisekine, mirov dikare dawiya vê desthilatdariyê bîne. Niha AKP û MHP ji nav ciwanên Ereban çete çêkirine, vana dişîne ser gelê Ereb, bi destê van Ereban dikujin. Gelê Ereb wê çawa vî tiştî qebûl bike. Rewşenbîr, nivîskar, hunermendên wan ango ên wijdana gel wê çawa vî tiştî qebûl bikin. Divê vî tiştî qebûl nekin û li dijî vê bisekinin, civaka xwe hişyar bikin. Heke ev kar bigihên hev, wê ev desthilatdarî nikaribe bidome, wê gelê Ereb û gelê Kurd bigihêjin rastiya xwe. Wê karibin biratiya di dîrokê de dîsa têxin pratîkê.